Nobeta Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be ya li Parka Koşûyolû ya Rêzanê dest pê kiribû, di roja sêyan de berdewam kir.
Platforma Têkoşîna Li dijî Hişbirê ya Şiyar Be bi dirûşmeya”Em tarîtiyê ronî dikin” li Parka Koşûyolû ya navçeya Rêzana Amedê ku konê nobetê vekiribû di roja sêyan de berdewam kir. Gelek endam û nûnerên sazî û dezgehên sivîl û welatî li konê nobetê kom bûn û govend gerandin. Piştî govendê li dora kon rûniştin û nobet girtin.
Welatiyên li parkê bûn kêfxweşiya xwe anîn ziman û beşdarî gerandina govendê bûn.