Înîsiyatifa Gel a Bajarê Qamişloyê ji bo tevlîbûna meşa azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dê sibehê li bajarê Qamişloyê pêk bê, bangewazî kir.
Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li avahiya Meclisa Gel a Bajarê Qamişloyê bi amadebûna endamên her du însiyatîfan daxuyaniyek dan. Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Ehmed bi Erebî û Endama Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo û Hevseroka Meclisa Gel a Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed jî bi Kurdî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û ji bo ku banga xwe bighînin raya giştî dengê xwe bighînin cîhanê, ew ê di 25ê Hezîranê de bi daxwaza “Azadî ji bo Rêber Apo” meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar bixin.
Nûnerên înîsiyatifê di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna meşê bang li xelkê herêmê, endamên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser a Demokratîk û rûspiyan kirin.