Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar serdana ajansa me kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, serdana Ajansa Welat a ku tenê bi Kurdî weşanê dike, kir. Çîgdem Kiliçgun Uçar li rewşa ajansê pirsî û derheqê kar û xebatên ajansê de agahî ji xebatkarên ajansê wergirt. Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku ajansa xwerû bi Kurdî ji bo pêşketina zaravayê Kurmancî û Kirmanckî gavek girîng û bi wate ye û got ku serwîsa Kirmnckî dike ku hin bêtir rê li ber zaravayê Kirmanckî jî bê vekirin.