Li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetan de 7 sivîl di teqîna teqemeniyan de jiyana xwe ji dest dan.
Li deverên cuda yên Sûriyeyê di encama teqîna teqemeniyan de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li bajaroka El Cela ya rojhilatê Deyra Zorê teqemeniyeke kevn teqiya û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Kansaba ya bajarê Lazkiyeye jî teqemeniyek kevn teqiya. Di teqîna mayinê de sivîlek mir. Li gundê Latmîn yê Hemayê jî teqemeniyek teqiya. ciwaenkî 27 salî mir. Li bajaroka Deyr Hafer a Helebê jî teqemeniyeke kevn teqiya. D teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) piştî di 8ê Kanûnê de Rejîma Esad hilweşiya, li gelek herêmên Sûriye teqemenî teqiyan. Ji 8ê Kanûnê heta niha 2 jê zarok, 4 jin bi giştî 30 kesên sivîl bi teqîna teqemeniyan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di van teqinan de 7 kes jî birindar bûn.
Li Hemayê di teqînê de 4 jê jin 13 sivîl, li Deyra Zorê 10 sivîl, li Palmira ya Himsê 4 sivîl, li Idlibê 2 zarok, li Helebê, 1 zarok 2 sivîl, li Lazkiyeyê 1 sivîl, li Minbicê 3 sivîl hatin kuştin.