Şirnex – Rojnameger Nazim Daştan bi lêv kir ku armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ye û ev tişt got: “Tirkiye dixwaze herêmê dagir bike ji ber wê jî ji bo agirbest pêk neyê li hincetan digere.”
Li Suriyeyê piştî Heyet Tahrîr El Şamê (HTŞ) rejîma Baasê ya 61 salî hilweşand pêvajoyeke nû li herêmê dest pêkir. Her wiha bi awayekî hemwext Arteşa Netewî ya Suriyeyê (SMO) ku giredayî Tirkiyeyê êriş bir ser herêmên girêdayî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û ew êriş hê jî berdewam dikin. Herî dawî Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) daxuyanî da ku agirbesta ku wê bê ragihandin ji ber ku Tirkiye xwestiye hejmareke zêde ya lêşkeran li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bihelê pêk nehatiye. Di nav van geşedanan de yek ji rojevên sereke jî ew e ku rewşa herêmê ya pêşerojê wê ber bi ku ve biçe ye.
Rojnameger Nazim Daştan ku li herêmê dixebite û geşedanan ji nez ve dişopîne tekildarî geşedanên li herêmê pirsen Ajansa me ya Welat bersivandin. Nazim Daştan bi lêv kir ku li ser bendava Tişrînê êrişên komên çekdar pêk hatine û bi bersiv dayîna HSDê di navbera hezên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê de pêvçûn derketiye. Nazim Daştan bi lêv kir ku bendava Tişrînê ji bo herêmê pir girîng e û wiha got: “Bendava Tişrînê 2yemîn bendava herêmê ye. Heleb, Minbic û kantona Kobanê ji vê bendavê ceyran û avê dabîn dike. Çeteyên dewleta Tirk dixwazê cih û warê enerjiyê jî dagir bikin. Bi rojan êrişên pir mezin li ser bendavê pêkhatin. Topbaran û bi çeken giran êriş kirin. Her wiha bi SÎHAyan jî êriş pêkhatin. Lê Meclisa Lêşkerî ya Minbicê, HSD û Hezên Parastina Gel (YPG) berxwedaneke mezin dan û nehiştin ew çete bi awayekî hesan van deran dagir bikin lê xetereya êrişan hê jî heye.”
‘Tişrîn û Qereqozak neketiye destê çeteyan’
Nazim Daştan bal kişand ser weşanên çapameniya Tirkiyeyê ku digotin Tişrîn ketiyê destê SMOyê jî û wiha pê dê çû: “Agirbesta ku dihat gotin Tirkiyeyê û çeteyên giredayî wê nexwastin û dixwazin bi êrişan herême dagir bikin. Êrişên li ser Minbicê pêkhatin jî zêdetirî 2 hefteye berdewam dikin. Li Qereqozak û bendava Tişrînê çeteyên SMOyê yên giredayî Tirkiyeyê tevî agirbestê jî li ser van herêman êrişên dagirkeriyê dikin. Balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê li ser asîman digerin. Çapemeniya Tirk jî digot bendava Tişrînê û Pira Qereqozak ketiye destê SMOyê. Lê rastiyeke wisa tune ye. Me bi xwe jî şopand. Tevî agirbestê jî amadekariya êrişan dikin. Qereqozak hem ji bo HSDê û hem jî ji bo çeteyên giredayî Tirkiyeyê cihekî girîng e. Cihekî ku deriyê Kobanê vedike ye. Heke Pira Qereqozak bê dagirkirin piştî wê wê dest bi dagirkirina gundewarên Kobanê bikin. Yanî armanc ew e ku êrişî Kobanê bikin û Kobanê bixin bin xetereyê. Ji ber wê jî meriv dikarê bêje planeke wisa niha di meriyete de ye.”
‘Tirkiye bi hincetan agirbestê asteng dike’
Bi domdarî Nazim Daştan diyar kir ku Tirkiye û komên çekdar ên giredayî wê ji bo agirbest pêk neyê hincetan digerin û ev tişt anîn ziman: “HSD ji bo agirbest li tevahî Suriyeyê pêk were gelek caran kete nava hewldanan. Lê her carî Tirkiye û komên çekdar ên giredayî wê bi hincetan agirbestê asteng kirin. Niha jî em dibinîn ku amadekariya şerekî dikin û dixwazin herême dagir bikin. Çekên giran dişînin herême. Hinceta astengkirina agirbestê jî ew e ku vê carê weke tirba Silêman Şah lêşkerên xwe bicih bike. Heke bargeheke lêşkerî li ber deriyê Kobanê veke xetereyeke mezin li ser herême çêdike û tê wê wateyê ku şerê dagirkeriyê berfirehtir bike. Di dema xetereya DAIŞê de hezên YPGê alîkarî kiribû ku tirbe biçê Aşmînê. Dîsa dikarê vê rolê bilîzê. Lê heke bejin em baregehan ava bikin ew tê wateya berfirehtirkirina şer. Ji ber wê jî agirbest pêk nehat. Dibe ku di demen pêş de hevdîtin pêk werin lê niha ya ku tê xuya kirin Tirkiye û çeteyên giredayî wê naxwazin şer rawest e. Ev yek jî ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xetereyên mezin derdixîne hole. Armanca Tirkiyeyê ya yekem ji holê rakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ye.”
‘Hezên navneteweyî rê li ber êrişan vedikin’
Nazim Daştan destnîşan kir ku hezên navneteweyî ji bo pergala netewa demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji holê rabe destûrê dide êrişên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew pergala ku li ser esasê şerê gelê şoreşgerî xwe saz kiriye û li dijî hemû cûreyên êrişan ser lingan maye û ji bo Rojhilata Navîn çareseriyek daniye holê. Hêzên navneteweyî jî dixwazin vê pergalê tune bikin. Amerîka ji aliyekî ve tekiliyên siyasî pêş dixînin lê ji aliyê din ve jî li dijî paradigmaya Konfederalîzma Demokratîk dixwazin Rêveberiya Xweser jî entegreyî pergala netew dewletê bibe. Ji ber wê ew şerê ku tê kirin ne tenê li dijî Tirkiyeyê di heman demê de berxwedaneke li dijî hezên navneteweyî ku dixwazin vê pergalê ji holê rakin e. Hezên navneteweyî jî car caran Tirkiyeyê weke zordarî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bikartîne. Ji bo wê jî dibêjin heke hûn vê pergalê ji hole ranekin û entegreyî pergala netew-dewletê nebin dê Tirkiye we tasfiye bike. Bi vê yekê dixwazin metirsiyeke ava bikin.”
‘Li dijî êrişan şerê gelê şoreşgerî esas tê girtin’
Nazim Daştan anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser herême bi salan e hene û li dijî êrişan xwe parastina şerê gelê şoreşgerî heye. Nazim Daştan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi salan e êrişên Tirkiyeyê li ser herême berdewam dikin. Ji ber wê jî dibe ku ev şer hê kurtir bibe. Di salên 2014an de jî Tirkiyeyê dixwest DAIŞ Kobanê dagir bike. Ya ku DAIŞ dişand ser Kobanê Tirkiye bû. Lê berxwedan û Têkoşîna ku li Kobanê hat dayin li tevahiya Suriyeyê rewşeke nû ava kir. Niha jî Tirkiye dixwazê vê tolê hilîne. Ji ber wê jî bi cûr bi cûr komên çete niha jî bi SMO dixwaze vê plana xwe pêk bîne. Ji bo wê jî xetereyên mezin li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hene. Rêveberiya Xweser 13 sal in bi şerê gelê şoreşgerî li dijî êrişan xwe diparast û îro jî xwe diparêze û şer niha jî didome.”