Bi deh hezaran kes li Kobanê kom bûn û li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan û êrîş şermezar kirin.
Bi deh hezaran Kobanî li dijî êriş û metirsiyên Tirkiyeyê meşiyan. Bi deh hezaran kesên ku li navenda Kobanê kom bûn, bi meşekê hêrs û bertekên xwe anîn ziman. Girseyê di meşê de pankarta ku li ser “Bes e ji şer û komkujiyan re… Erê ji hevjiyana aştiyane re. Bijî berxwedana Rêveberiya Xweser.” û pankarta ku li ser wêneyên bi dehan kesên di têkoşîna li dijî DAIŞê û çeteyan de jiyana xwe ji dest dabûn hilgirtin. Girseyê di meşê de dîsa alên partî û rêxistinên civakî û posterên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan vekirin û meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.