Tirkiyeyê têkildarî “cezayê muebeta girankirî”, “Plana çalakiyê” pêşkeşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir. Tirkiyeyê careke din dubare kir ku Abdullah Ocalan nikare ji “Mafê hêviyê” sûd werbigire.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di 18ê Adara 2014an de têkildarî cezayê muebeta girankirî yê bêyî mafê berdana bişert ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû birîn (mafê hêviyê) biryar dabû û gotibû ku binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. DMMEyê ji Tirkiyeyê xwest ku di vê mijarê de di qanûnan de sererastkirinan bike.
DMMEyê piştre jî ji bo girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî heman biryar da. Bi ser biryarê re 11 sal derbas bûn lê hêj jî Tirkiyeyê têkildarî biryara “binpêkirin” tu gavek neavêtiye.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), bi daxwaza cîbicîkirina biryarên DMME’yê, di 9ê Tebaxa 2022yan de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan. Tirkiyeyê jî li ser vê serlêdanê bersiv da û got: “Berdana bişert a girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn pêkan e lêbelê hinek sûcên îstîsnaî ji vê dibêtiyê bêpar hatine hiştin.”
Komîteya Wezîran jî di 17-19ê Îlona 2024an de civiya û piştî 3 salan, biryara binpêkirinê ya DMMEyê dîsa xist rojeva xwe. Komîteyê, xwest ku tevdîrên hewce divê bêyî ku bên vehêlandin, tavilê bên girtin. Komîteyê destnîşan kir ku heke gavên pêwîst neyên avêtin, ew ê di civîna Îlona 2025an de biryara navberê amade bikin.
‘Plana çalakiyê’ ya nû
Ji bo meha Îlonê ku komîteyê bal kişandibû ser demekî kin ma û Tirkiyeyê “Plana çalakiyê” ya nû pêşkêş kir.
Di “Plana çalakiyê” ya bi dîroka 27ê Hezîrana 2025an de Tirkiyeyê tecrîda li ser Abdullah Ocalan jinedîtî ve hat û îdiaya “Hewcehî bi tevdîrên şexsî yên cuda nîn e” kir.
Hat diyarkirin ku mijara “Berdana bişert” di cezayê muebbeta girankirî de rewşekî “îstîsnaî” ye û ev hikûmxwar nikarin ji mekanîzmaya berdana bişert sûd bigirin. Bi vê yekê re Tirkiyeyê aşkera kir ku dê di mijara “Mafê hêviyê” de di mewzûatê de tu guhertinan neke.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç jî di meha Gulanê de daxuyaniyek dabû û têkildarî “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan gotibû; “Tiştekî wiha nabe mijara navborî.”
Tirkiyeyê di salên berê de jî “planên çalakiyê” yên bi heman rengî pêşkeş kiribû. Tirkiyeyê destnîşan kiribû ku Abdullah Ocalan û girtiyên din ên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn, ji “Mafê hêviyê” bêpar hatine hiştin.