• Nûçeyên Herî Dawî
Remzî Kartal: Konsepta dewletê ya înkarê encam negirt

Remzî Kartal: Konsepta dewletê ya înkarê encam negirt

9 TÎRMEH 2025 - 16:06
Ramazan Olçen: Daxuyaniya bi dîmen komplo pûç kir

Ramazan Olçen: Daxuyaniya bi dîmen komplo pûç kir

10 TÎRMEH 2025 - 13:02
Ji bo merasîma çek şewitandinê ji Amedê bi rê ketin

Ji bo merasîma çek şewitandinê ji Amedê bi rê ketin

10 TÎRMEH 2025 - 12:54
Bi hembarîya Şaredarîya Çinar û MED-DER’î kursê kurdkî dest pêkerd

Ji Şaredariya Çinar û MED-DERê kursa zimanê Kurdî

10 TÎRMEH 2025 - 12:31
Înstagramê hesabê ajansa me asteng kir

Înstagramê hesabê ajansa me asteng kir

10 TÎRMEH 2025 - 11:22
‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

10 TÎRMEH 2025 - 10:32
Abdullah Ocalan dê bangeke dîrokî ya nû bike

Ozdemîr: Peyamê rêya me ronî kir
Ammar: Merasîma çekdanînê dîrokî ye

10 TÎRMEH 2025 - 09:22
Siyamed Sîpan: Xebatên lobyê girîng in

Siyamed Sîpan: Xebatên lobyê girîng in

10 TÎRMEH 2025 - 09:20
Hevşaredarê Pasûrê: Dewlet ji bo berjewendiya sermayeyê dixebite

Hevşaredarê Pasûrê: Dewlet ji bo berjewendiya sermayeyê dixebite

10 TÎRMEH 2025 - 09:17
Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

10 TÎRMEH 2025 - 08:43
KCK: Em bi biryar in ku gavên Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin

KCK: Em bi biryar in ku gavên Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin

10 TÎRMEH 2025 - 08:22
Keda çandiniyê pere nake

Keda çandiniyê pere nake

10 TÎRMEH 2025 - 08:13
ROJEVA 22ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 10ê TÎRMEHA 2025an

10 TÎRMEH 2025 - 08:00
Dengbêjan rengeke cuda dan mîhrîcana Tetwanê

Dengbêjan rengeke cuda dan mîhrîcana Tetwanê

9 TÎRMEH 2025 - 23:21
Di civînên gel de dîmenê Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin

Di civînên gel de dîmenê Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin

9 TÎRMEH 2025 - 22:42
Li Şirnex û navçeyên wê civînên gel didomin

Li Şirnex û navçeyên wê civînên gel didomin

9 TÎRMEH 2025 - 22:28
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ramazan Olçen: Daxuyaniya bi dîmen komplo pûç kir

    Ramazan Olçen: Daxuyaniya bi dîmen komplo pûç kir

    Ji bo merasîma çek şewitandinê ji Amedê bi rê ketin

    Ji bo merasîma çek şewitandinê ji Amedê bi rê ketin

    Înstagramê hesabê ajansa me asteng kir

    Înstagramê hesabê ajansa me asteng kir

    ‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

    ‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

    Abdullah Ocalan dê bangeke dîrokî ya nû bike

    Ozdemîr: Peyamê rêya me ronî kir
    Ammar: Merasîma çekdanînê dîrokî ye

    Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

    Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Ramazan Olçen: Daxuyaniya bi dîmen komplo pûç kir

    Ramazan Olçen: Daxuyaniya bi dîmen komplo pûç kir

    Ji bo merasîma çek şewitandinê ji Amedê bi rê ketin

    Ji bo merasîma çek şewitandinê ji Amedê bi rê ketin

    Înstagramê hesabê ajansa me asteng kir

    Înstagramê hesabê ajansa me asteng kir

    ‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

    ‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

    Abdullah Ocalan dê bangeke dîrokî ya nû bike

    Ozdemîr: Peyamê rêya me ronî kir
    Ammar: Merasîma çekdanînê dîrokî ye

    Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

    Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Remzî Kartal: Konsepta dewletê ya înkarê encam negirt

Mehmet Alî Ertaş /AW

9 TÎRMEH 2025 - 16:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir û got: “Bi vê dîmen û daxuyaniyê hat îspatkirin ku konsepta dewletê ya înkar û îmhayê bi ser neketiye û dewlet neçar maye ku xwe biguherîne.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara ewil bi dîmen peyamek parve kir û bal kişand ser girîngiya aştiyê, siyaseta demokratîk û civaka demokratîk. Banga Abdullah Ocalan li cîhanê deng veda. Hevserokê Kongra Gel Remzi Kartal têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Remzî Kartal anî ziman ku piştî 26 salan bi dîmen ditin û guhdarkirina Rêberê Gelê Kurd û hevalên li gel wî, ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn rojeke dîrokî ye û wiha got: “Ev daxuyaniya bi dîmen yekser girêdayî pêvajoyê ye. Rêberê Apo jî di peyama xwe de li ser girîngiya pêvajoyê û hevî û baweriya xwe tîne ziman.”

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinên li Îmraliyê yen li gel wî û avakirina maseyê wekî maseyeke dîrokî tîne ziman û dibêje ‘Maseya li Îmraliyê hatiye avakirin, ji pêvajoya îdamê em hatine vê maseyê. Ev danîna vê maseyeke demeke dîrokî ye.

Konsepta înkarê encam negirt

Remzî Kartal da zanîn ku konsepta dewletê ya li ser înkar û îmhayê hatiye avakirin, bi ser neket û bê encam ma û wiha pêde çû: “Niha ev pêşketinên dawî yên li hundir û derve yên 10 salên dawî dewlet anî vê astê. Gotinên Rêber Apo îspat kir. Rêber Apo her tim digot ‘Hûn bi siyaseta şer nikarin vê meseleyê çareser bikin. Hûn nikarin bi şer serhildana dawî ya PKKê têk bibin. Eger hûn di şer de israr bikin hûnê dawiya pergala xwe bînin.’ Niha pergal ketiye krîzeke kûr. Pergala dewletê ku hebûna gelê Kurd qebûl nake qeyraneke kûr dijî.”

Dîmenê Rêber Apo bû belge ku dê pêvajo bimeşe

Remzî Kartal bal kişand ser girîngiya dîmenê û wiha lê zêde kir: “Maseya Îmraliyê îspat dike ku dewlet li hemberî Rêber Apo hatiye vê nokteyê ku êdî dewlet wekî berê nikare xwe bi rêve bibe. Divê êdî dewlet xwe biguherîne. Rêber Apo jî di aliyê guheritnê de baweriya xwe tîne ziman. Maseya li Îmraliyê wekî merhaleyek dîrokî pînase dike. Ji bo me û ji bo hemû raya giştî ya Tirkiye û Rojhilata Navîn ew dîmenê Rêber Apo bû belgeya ku êdî ev pêvajo dê pêş bikeve û bê meşandin. Vî dîmenê hat parvekirin ji bo pêşxistina pêvajoyê hêvî zêdetir kir.”

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd ku bi dîmen parve kir û got: “Ev peyama bi dîmen a Rêber Apo hêviyê zêdetir dike. Naveroka peyamê yek bi yek vekirî ye. ev peyam yekser ji bo rêxistina tevgera azadiyê ye. Dibêje di 27ê Sibatê de me bang kir. We bersîv da û kongre pêk anî. Rêber Apo vê bersîva hatiye dayîn bersîveke cîddî û dîrokî dinirxîne. Pêwiste ku ev pêngava dîrokî gav bi gav ji bo çareseriyê pêş bikeve. Di aliyê zagonan de divê hikûmet û parlamento bersîvê bide û gavan bavêje.”

‘Divê gel xwe bi rêxistin bike û têbikoşe

Remzî Kartal anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fesixkirina partiyê wekî tiştekî neyini nabîne û wiha pêde çû: “Wekî tiştekî erênî dibîne. Ji bo demeke nû û çareseriyê gavek dîrokî dibîne. Ji ber vê yekê ev gav avêtina di vê pêvajoyê de dê bibe gaveke dîrokî. Dibêje ji bo ev pêvajo pêş bikeve divê di aliyê zagonî û yasayan de gav bêne avêtin. Rêber Apo vê pêvajoyê wekî pêvajoya têkoşînê tîne ziman. Divê gele me, dostên me û hemû raya giştî yên aştî û civaka demokratîk esas digirin divê hemû kes vê demê xwe bi rêxistin bike û bixebite.”

Rêber Apo ji bo gerdûnê aştî û çareseriyê dixwaze

Remzî Kartal bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Siyaset valahiyê qebûl nake’ û got: “PKKê xwe fesix kir û gav avêt. Piştî wê divê di siyasetê de valahî nemîne. Divê gav bêne avêtin. Rêber Apo divê qada gel bê bi rêxistinkirin û siyaseta demokratîk bê xurtkirin. Divê pêwiste gel xwe bi rêxistin bike. Bi awayakî siyaseta demokartîk xwe bi rêxistin bike. Rêber Apo dibêje ev peyam tenê ji bo gelê kurd nîne. Çareserî tenê ji bo gelê Kurd nîne û Rojihalata Navîn nîne. Ji bo hemû gelê cîhanê ye. Ji bo gerdûnê peyamê dide. Ji bo her kesî aştî û demokrasiyê dixwaze. Rêber Apo tenê ji bo xwe azadiyê naxwaze. Dibêje azadiya min bi azadiya civakê ve girêdayî ye. Dibêje heta azadiya civakê pêk neyê, azadiya min jî pêk nayê. Azadiya min bi azadiya gel ve girêdayî ye. Divê gelê me yê azadîxwaz û aştîxwaz li ser vî esasî meseleyê bigirin dest. Azadiya Rêber azadiya civakê û azadiya gelan e. Ji bo gel azad bibe divê Rêber Apo azad bibe. Ji bo azadiya gel divê zagon bên guhertin. Divê gel xwe bi rêxistin bike û tev li pêvajoyê bike.”

Remzî Kartal, bal kişand ser rola meclisê û wiha bi dawî kir: “Piştî banga Rêber Apo dê di nava du rojên dawî de li Silêmaniyê merasimek taybet pêk bê. Ev jî bersîva banga Rêber Apo ye. Rêber Apo di aliyê xwe de gavên ciddî davêje. Tevger di aliyê xwe de gavên cîddî davêje. Pêwiste parlamento jî êdî demildest komîsyonê ava bike û dest bi xebatên hiqûqî bike. Divê di aliyê çareseriyê de gavên hiqûqî bavêje. Rêya çareseriyê çiye, dê mesele çapa bê çareserkirin divê ev komîsyon biçe bi Rêber Apo re rûnê û çüareser bike. Rêber Apo dibêje tevger min wekî sermuzakerevan pênase dike. Dewlet jî min wisa dibîne. Dibê komîsyon acil bê em li ser meseleyê niqaş bikin û çareseriyê pêş bixin. Divê meclis di aliyê qanûnan de li rêya çareseriyê bigere. Çavê her kesî êdî li parlamentoya Tirkiyeyê ye. divê di aliyê qanûnî û hiqûqî de gavan bavêje. Divê parlamento rola xwe bilîse û bibe bersîva raya giştî.”

 

Etîket: Rêber apoRemzî Kartal
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Remzî Kartal: Êrişên li ser gerîla li dijî pêvajoyê provokasyon e

Remzî Kartal: Êrişên li ser gerîla li dijî pêvajoyê provokasyon e

30 GULAN 2025
Dewra fikir û pênûsê ye

Dewra fikir û pênûsê ye

22 GULAN 2025
Di konferansa navneteweyî de xwestin pêngava azadiyê xurt bikin

Di konferansa navneteweyî de xwestin pêngava azadiyê xurt bikin

11 NÎSAN 2025
Tunç: Êdî dora dewletê ye

Tunç: Êdî dora dewletê ye

5 ADAR 2025
Remzî Kartal: Divê êdî Rêber Apo azad bibe

Remzî Kartal: Divê êdî Rêber Apo azad bibe

2 ADAR 2025
Meşa Dirêj a ji bo azadiyê didome

Meşa Dirêj a ji bo azadiyê didome

14 SIBAT 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (185)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne