Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku ew ji bo vegerandina tirba Sultan Silêman Şah a ji bo cihê wê yê kevin, amade ne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser hesaba xwe ya dijîtal a Xê (Twîtter a berê) der barê mijarê de peyamek da. Di peyamê de got: “Li gorî lihevkirinên navneteweyî, em biryardariya xwe ya vegerandina termê Sultan Silêman Şah a li cihê wê yê kevin dubare dikin. Em amade ne rêya heta wî cihî vekirî bihêlin û tevahî alîkariyan ji bo hêsankirina derbasbûnê ya di pira Qereqozaqê re ber bi cihê termê ve pêşkêş bikin.”