Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir ku hewldanên navbeynkariyê yên Amerîkayê yên ragihandina agirbestê li herêmên Minbic û Kobanê bi ser neketin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) der barê mijara agirbestê bi dewleta Tirk re û navbeynkariya Amerîkayê de daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Hewldanên navbeynkariyê yên Amerîkayê yên ji bo agirbesteke mayînde li herêmên Minbic û Kobanê, ji ber nêzîkatiya Tirkiyeyê li hember hewldanan û dûrketina ji qebûlkirina nuqteyên wê yên sereke, bi ser neketin. Ew navbeynkarî ji bo veguhastina şervanên Meclisa Leşkerî yên mayîn û sivîlên di Minbicê de asê mane û yên dixwazin vegerin herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mijara veguhastina termê Silêman Şah li cihê wê yê berê bûn. Amerîkayê hewl da şer rawestîne, lê dewleta Tirk û çeteyên wê di van demên dawî de êrişên xwe didomînin.”