Delegasyona Navneteweyî ber bi qada ku dê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” torenê li dar bixe ve bi rê ket.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji gerîlayên PKKê pêk tê, wê di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îro çekên xwe bişewitîne. Delegasyona Navneteweyî ku ji bo torenê ji welatên Ewropayê hate bajarê Silêmaniyê, ber bi qada torenê ve bi rê ket. Şandeya li hotêleke navçeya Dukanê dima, ber bi qada torenê ve bi rê ket.