Li bajarê Siwêdayê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, di şerê navbera qebîleyên Bedewî û şervanên herêmî de, 37 kes hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmî di şerê li Siwêdayê de 37 kes mirin. Hat diyar kirin ku 27 kes ji wan Durzî, 10 jî Bedewî ne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 2 jê zarok nêzî 50 kes jî birîndar bûne. Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku ji bo çareserkirina nakokiyan, rawestandina şer, misogerkirina ewlekariyê, şopandina berpirsyarên van bûyeran û radestkirina li meqamên edaletê yên erkdar, Wezareta Karên Hundir û Wezareta Parastinê bi koordîneyî yekîneyên polîsan şandine herêmê û destwerdan kirine.