• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Ji daxwazên rewa yên Kurdan re rêzê bigirin’

Lezgîn Akdenîz / AW

18 TÎRMEH 2025 - 10:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed- Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç diyar kir ku ev nêzîkatîya nûnerê ABD ji bo siberoja herêmê xetere ye û got: “Ev dê herêmê bêtir bixe nava kaosek kûrtir. Divê her kes rêzê ji daxwazên gelê Kurd ên rewa re bigire.”

Parêzerên Baroya Amedê ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê berpirsiyarê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack re nameyek şand. Di nameyê de dan zanîn ku di 50 salên dawî de, zêdetirî 500 hezar Kurd li Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê hatine kuştin. Di nameyê de dan zanîn ku Kurd ji bo hebûn, azadî û wekheviyê bedelên bêhempa dane. Baroyê di berdewama nameyê de şerê li dijî DAÎŞê jî bibîr xist û got: “Kurdan ne tenê ji bo azadiya xwe, lê di heman demê de ji bo mirovahiyê jî bedel dan. Nêzîkatiya ‘Em tiştekî deyndarê wan nînin’ li hember vê qurbanîdana hevalbendên we yên Kurd xeletiyek exlaqî û stratejîk a cidî ye. Lê gotinên te yên ‘Yek netewe, yek dewlet, yek artêş, yek Sûriye’, ku daxwazên Kurdên Sûriye û Iraqê paşguh dike, ne tenê siya xwe diavêje ser vê têkoşîna bi rûmet. Di heman demê de prensîbên azadî û mafê çarenûsî yê gelan, ku felsefeya damezrîner a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne, jî têk dibe.”

Baroyê di dewama nameyê de anî ziman ku ev name dengê hêrs û hêviya gel e û wiha lê zêde kir: “Dibe ku hûn tiştekî deyndarê gelê Kurd nebin, lê hemû gelên cîhanê, nemaze gelên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, deyndarê Kurdan in. Bi bîranîna me ku mîrata azadiyê ya Jefferson di têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û wekheviyê de rolek dilîze. Em hêvî dikin ku hûn di axaftinên xwe yên pêşerojê de guh bidin vî dengî. Ji ber ku senaryoya ku hûn hewl didin binivîsin bêyî ku dîroka vê erdnigarîyê fam bikin, ne li gorî rastiya Kurdan û ne jî ya gelên din ên bindest e. Edalet tenê bi guhdana dengê gel mimkun e.”

Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç der barê mijarê de axivî û wiha got: “Ev nêzîkatîya nûnerê ABDyê xetera wê yekê dide ku herêmê bixe nav kaosek kûrtir.”

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, bal kişand êrîşa li ser Durzîyan û wiha berdawan kir: “Ev kom temsîliyeta zihniyetekê dikin ku koletiya Kurd, Elewî Ereb, Durzî û kêmneteweyên din hedef digire û kesên ku bi wan re ne li hev in bi hovane ji holê radikin. Dikare êrîşên nû li ser Kurdan û civakên din ên cihêreng li Sûriyeyê rewa bike û teşwîq bike û rê li ber pevçûnên nû veke. Ev nêzîkatî xetera wê yekê dide ku herêmê bixe nava kaoseke kûrtir. Daxwazên Kurdan ji bo statûyên “Nenavendî” yên mîna federasyon û xweseriyê ne îmtiyaz an jî cudakarî ne; berevajî vê, ew şertên herî kêm in ji bo avakirina rêziknameyek demokratîk li Sûriyeyê. Paşguhkirina van daxwazan li şûna aştiyê pevçûnê pêş dixe.”

Abdulkadîr Guleç herî dawî da zanîn ku li şûna nêzakatiya ku hişmendiya barbar xurt dike helwestek bê nişandan û rêzê ji daxwazên rewa yên gelê Kurd û civakên din ên li Sûriyeyê re bigirin.”

Etîket: Abdulkadîr GuleçBaroya Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

11 NÎSAN 2026
Baroya Amedê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Baroya Amedê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

18 SIBAT 2026
Amedspor bi bertek e: Cezayên hatine birîn li dijî nirxên civakî û hiqûqê ne

Amedspor bi bertek e: Cezayên hatine birîn li dijî nirxên civakî û hiqûqê ne

3 SIBAT 2026
‘Mafê gelê Rojava di bin temînata hiqûqa navneteweyî de ye’

‘Mafê gelê Rojava di bin temînata hiqûqa navneteweyî de ye’

21 ÇILE 2026

‘Tu hewldanên ku statuya Kurdan tune dihesibînin nikarin aştiyekê pêk bînin’

12 ÇILE 2026
Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

18 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (382)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne