DEDAŞê li Silopya bêyî ku aboneyan kontrol bike 20 mîlyon TL ceza li welatiyên 4 gundan birî.
Karkerên Belavkirina Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li gundên Taqyan, Bedro, Hevintka û Korava yên navçeya Silopiya Şirnexê ji 530 malan 20 mîlyon TL cezayê elektrîka kaçax birî. Li gor agahiyên hatine bidestxistin bêyî ku karkerên DEDAŞê aboneya kontrol bike bi serê xwe ev ceza birîne.
Piştî ku cezayê hatiye birîn bi peyama telelefonê ji gundiyan re hate ragihandin, şêniyên her 4 gundan ji bo îtîrazê çûn Miduriyeta DEDAŞê ya Silopya û bertek nîşan dan.