Li Tecavîzkar Yûsûf Acar ê destdirêjî li 12 zarokan kirîbû, 24 sal û 9 meh cezayê hefsê hat birîn.
Li navenda Şirnexê di 11ê Hezîrana 2025an de kesê bi navê Yûsûf Acar ji ber ku destdirêjî li 4 zarokan kiribû hatibû girtîn. Derket holê ku bersûc Acar destdirêjî li ser 12 zarokan kiriye. 6emîn danişîna tecawîzkar Yûsûf Acar îro li 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Tecawîzkar Yûsûf Acar ji girtîgeha lê diha ragirtin bi Pergala Deng û Dîmenê (SEGBİS) tev li danişînê bû. Rêveberên Navenda Hevgirtina Jinê ya Bêrîvan Kutluyê, parêzerên zarokan di daneşîne de amade bûn.
Piştî tespîta nasnameyan dozger mutalaya xwe dubare kir û xwest Yûsûf Acar were cezakirin. Heyeta dadgehê 24 sal û 9 meh cezayê hefsê da tecawizkar Yûsûf Acar.














