• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

    DBP: Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

    DBP: Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Piştî vegeriyan gund pirsgirêkên aborî neman

Nedîm Oruç / AW

24 TÎRMEH 2025 - 08:58
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Sêrt – Gundê Omyanisê di salên 1990î de hat valakirin. Şêniyên gund diyar kirin ku dema ji gund koçber bûn ji aliye aboriyê ve gelekî zehmetî kêşan lê dema vegeriyan gundê xwe pirsgirêkên wan ên aboriyê neman.

 

Gundê Omyanis ê girêdayî navçeya Berwariya Sêrtê di salên 1990î de ji aliyê dewletê ve hate valakirin û 60 malên wê demê li gund dijiyan li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûn. Yek ji malbatên ku koçber bûne malbata Kulter e. Malbata Kulter piştî ku 25 salan li Şirnexê ma di sala 2015an de vegeriya gundê xwe û vaye 10 salan bi 3 malên din re jiyana xwe li gund berdewam dikin.

‘Dema em li Şirnexê bûn xizaniyek zêde me jiya’

Yek ji ferdên malbatê Kasim Kulter diyar kir ku dema ew koçber bûne gelek xizan bûne û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di salên 90î de koçber bûn û çûne Şirnexê. Li Şirnexê jiyana me tune bû. Gelek alozî bi serê me hatin û me jiyaneke xizanî derbas kir. Gelek caran em li bendê bûn ku kesên dewlemend zikata xwe bidin me. Me demek dirêj li Şirnexê gavantî kir û wisa debara mala xwe kir. Em bi çend heb sewalan hatin gund, niha bûye keriyek.”

Kulter da zanîn ku dema vegeriyane gundê xwe 5 rojan di kon de mane û axaftixa xwe wiha berdewam kir: “Di sala 2015an de me destûr ji dewletê xwest û em vegeriyan gundê xwe. Destpêkê em hatin, ez 5 rojan di kon de mam û pişt re me dest pê kir û avahiyek ku em têde îdare bikin ava kir. Destpêkê ez çûm gundê Hosyan û min ji gundiyan çend sewal girtin. Pişt re me li sewalên xwe nêrî û niha bûye keriyek.”

‘Ji aliyê aborî ve êdî em ne muhtacî tu kesî ne’

Kulter anî ziman ku ew debara xwe bi hilberînên xwe dikin û wiha pêde çû: “Niha bizin û mihên min bûne 200-300. Ji bilî wê em mirîşk û mêşên hingivîn jî xwedî dikin. Her wiha em bistan û darên fêkiyan diçînin û dema zêde bin em difiroşin. Wekî din penîr, goşt û hingivê ji me zêde dike em difiroşin. Dema gundê me hate valakirin 60 mal di gund de bûn. Niha em 4 mal vegeriyane û êdî ji aliye aborî ve em ne muhtacî tu kesî ne. Hemû tiştên pêwîst em ji axa xwe derdixin û bi hilberînên em difiroşin pêwîstiyên xwe yên din bi dest dixin.”

Kulter herî dawî bal kişand ser talana daristanan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Cerdevanan ewil dest bi birîna daristanên me kirin. Li derdora gundê me darên bi kêrî wan bên hemû birîn û niha çûne herêmên din daristanan dibirin.”

Etîket: BerwarîdebarGundê Omyanisêsêrtvalakirina gundan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

1 GULAN 2026
Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

29 NÎSAN 2026
Li Sêrtê banga 1ê Gulanê: Em bibin yek û li ber zextan rabin

Li Sêrtê banga 1ê Gulanê: Em bibin yek û li ber zextan rabin

29 NÎSAN 2026
Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

22 NÎSAN 2026
Ji ber çavkaniya debarê neçarî koçberiyê bûn: Em dixwazin vegerin ser axa xwe

Ji ber çavkaniya debarê neçarî koçberiyê bûn: Em dixwazin vegerin ser axa xwe

21 NÎSAN 2026
Li Bakurê Kurdistanê barana zêde bû sedema lehiyan

Li Bakurê Kurdistanê barana zêde bû sedema lehiyan

19 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclisa Ciwanan: Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtina jinan bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan li Amedê hevdîtina kedê li dar xistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (84)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne