• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    Jinên li Hezexê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

    Jinên li Hezexê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

    34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

    Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    Jinên li Hezexê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

    Jinên li Hezexê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

    34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

    Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevserokê DBPa Wanê Demîr: Ji bo tenduristiya pêvajoyê divê mafê hêviyê bê pêkanîn

Bazîd Evren / AW

25 TÎRMEH 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr ku derheqê pêvajoyê de axivî, bal kişand ser guhertina zagonan û da zanîn ku ji bo tenduristiya pêvajoyê divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê hêviyê bê pêkanîn.

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û Kurdistan û Tirkiye ket pêvajoyeke nû ya aştiyê. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi awayekî erênî bersiv da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di 11ê Tîrmehê de bi merasîmekê çekên xwe şewitandin. Piştî vê merasîmê, gavên şênber ku dewlet û desthilata Tirkiyeyê biavêje ketin rojevê, lê hêj jî gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Wanê Celal Demîr, derheqê pêvajoyê de bi ajansa me re axivî û banga xwedîderketina pêvajoyê kir.

Rabirdûya pêvajoyê

Cemal Demîr, bal kişand ser rabirdûya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku Rojhilata Navîn di nava şerê sêyemîn ê cîhanê de ye. Cemal Demîr, anî ziman ku rewşa Iraq, Îran û Sûriyeyê li ber çavan e û got: “Li Rojhilata Navîn ji aliyê serdestên cîhanê yên emperyalist ve sînorên nexwezayî hatine çêkirin. Kurdistan ji aliyê çar dewletan ve hatiye dabeşkirin, parvekirin û parçekirin. Ev yek jî dibe sedema pirsgirêkan. Her wiha di navbera Filistîn û Îsraîlê de jî pirsgirêkên mezin hene û şerê cîhanê yê sêyemîn weke xwezayî derket holê. Dewleta Tirkiyeyê jî dît ku dikeve di nava aloziyeke siyasî, civakî û îdarî û nava şer. Hişmendiya dewletê û nûnerên wê ev rastî dîtin û çûn ber lingê Serokatî. Ev yek ne bi xwesteka wan an jî bi dilê wan bû, lê belê neçarbûn ku biçin Îmraliyê. Rabirdûya 27ê Sibatê ev e.”

‘Dema çekan xelas bûye’

Cemal Demîr, destnîşan kir ku banga 27ê Sibatê dîrokî ye û Tevgera Azadiyê û xebatên wê derbasî qonaxeke din dibe. Cemal Demîr, diyar kir ku têkoşîna azadiyê ji her demê zêdetir berdewam dike, tenê amûr û alavên wê hatin guhertin. Cemal Demîr, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê jî vê yekê wisa pênase dike û wiha pê de çû: “Serokatî di banga xwe ya ewil de jî dibêje ku dema çekan qediyaye û ew di têkoşîna xwe de çekan derdixînin. Nasname û hebûna Kurdan niha ji aliyê hemû cîhan û Tirkiyeyê ve tê naskirin û qebûlkirin, lewma dema çekan xelas bûye. Ji niha şûnde mafên Kurdan ên demokratîk û mirovahî, bi amûrên demokrasiyê jî mirov dikare bîne cih. Ji ber vê yekê navê bangê ji aliyekê ve ‘Aştî’ ji aliyekê ve jî ‘Civaka Demokratîk’ e. Bi hewldana veguherîna civakeke demokratîk êdî Tevgera Azadiyê dikare encam bigire. Ji ber vê yekê jî Serokatî di banga xwe de dibêje ku bar herî zêde li ser milê civak û siyasetê ye.”

‘Wateya şewitandina çekan bi biryar bûne’

Bi domdarî Cemal Demîr diyar kir ku divê siyaseta Kurd jî ji pêvajoyê re bibe bersiv û binê wê xêz kir ku divê karê siyaseta demokratîk li gorî rê û rêbazên wê bikarbînin. Cemal Demîr, destnîşan kir ku her çiqas gavên hatine avêtin yek alî bin jî, wê guhertina hişmendiya dewletê jî derbikeve holê û wiha berdewam kir: “Hişmendî û amûrên dewletê qanûn in, divê di zagon û destûra bingehîn de guhertin çêbibin. Tevgera Azadiyê fedakariyeke gelek mezin kir û çekên xwe jî şewitandin. Li tu aliyên cîhanê emsalên mîna helwesta bibiryar ya Tevgera Azadiyê nîne. Şewitandina çekan gelek dîrokî û bi nirx e û wateyeke xwe ya gelek mezin heye. Wateya şewitandina çekan neteslîmbûn e û gotin ku ‘Em bi biryar in û bi vîna xwe çekên xwe dişewitînin.’ Vê helwestê bandoreke gelek erênî li ser raya giştî û dewletên cîhanê jî kir. Ev biryar bi hêsanî nehatiye girtin û divê dewlet jî êdî gaveke şênber biavêje.”

‘Divê qanûna înfazê bê guherandin’

Cemal Demîr, bi lêv kir ku divê dewlet bi zagonan dest bi gav avêtinê bike û da zanîn ku divê ewil qanûna înfazê biguherîne. Cemal Demîr, got ku hişmendiya berê ya dewletê hêj jî didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berdana hevalên me yên ku 30 salên xwe di girtîgehê de qedandine, bi biryarên Lijneya Çavderiyê ya Rêveberiyê tên astengkirin. Ev yek ne li gorî zagonên heyî ye jî. Girtin û berdana kesan tenê bi biryara dadgehan dibe, bi biryarên lijne û komîsyonan nabe û ev nakokiyek mezin e. Komîsyona ku di bin banê Meclisê de tê avakirin, divê ewilî dest biavêje van meseleyan. Her wiha hevalên nexweş gelek in û ji bo berdana wan hewceyî qanûneke nû nîne. Ji xwe qanûn ji bo berdana wan guncav e. Girtî dişînin Saziya Tiba Edlî (ATK), ATK li gorî rewşa girtî raporekê amade dike û dozger û dadger neçar in ku biryara berdanê bidin. Lê mixabin ev yek nayê pêkanîn û alozî derdikevin. Pêvajo didome û em di daxuyaniyên rayedarên dewletê de jî dibînin ku ew jî diçin ba Serokatî. Hêviya me ew e ku gavên Tevgera Azadiyê avêtin bê bersiv neyên hiştin.”

‘Ji aliyê dewletê ve fikarên gelê me hene’

Di berdewamiyê de Cemal Demîr, anî ziman ku baweriya Kurdan bi vê pêvajoyê heye û diyar kir ku gelê Kurdistanê jî gelê Tirkiyeyê jî dixwaze aştî pêk bê. Cemal Demîr, da zanîn ku ji ber pêvajoyên berê ji aliyê dewletê ve hatine xerakirin Kurd hinekî bi fikar nêzî dewletê dibin û zêde ji dewletê bawer nakin. Cemal Demîr, binê wê xêzkir ku ji bo pêşketina pêvajoyê bar dikeve ser milê siyaseta Kurd û got: “Erk û berpirsiyariya me di vê pêvajoyê de zêde ye. Divê em gelê xwe rêxistin bikin, bila gelê me ji pêvajoyê agahdar be. Bila ti pirs di serê wan de çênebe ku ew aliyên xerab û destên şerên taybet vala derbikevin. Divê gelê me jî piştgiriya rêxistin û partiya xwe bike ku destê Serokatî xurt bibe.”

Bal kişand ser mafê hêviyê

Cemal Demîr, bal kişand ser mafê hêviyê yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku pêkanîna mafê hêviyê gaveke pêwîst e. Cemal Demîr, destnîşan kir ku 10 sal bi ser biryara DMMEyê re derbas bûye, lê ji aliyê dewletê ve gavên şênber nehatine avêtin. Cemal Demîr, diyar kir ku xala 9emîn a destûra Tirkiyeyê jî dibêje “Divê biryarên DMMEyê bên bicihanîn” û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Qanûnên xwe jî pêk naînin. Ji bo ku pêvajo bi tenduristî bi rê ve biçe, divê mafê hêviyê bê bicihanîn. Her çiqas çend heval şandibin Girava Îmraliyê jî, hêj şert û mercên Serokatî nehatine başkirin û pêşiya Serokatî hêj jî girtiye. Serokatî dixwaze bi gel, rêxistin, rojnamevan, rewşenbîr, akademîsyen hwd. re hevdîtinan pêk bîne. Ji bo ev tişt pêk bên divê mafê hêviyê bê nasîn.”

‘Divê beriya betlaneyê komîsyon bihata avakirin’

Cemal Demîr, behsa komîsyona ku dê di bin banê Meclisê de bê avakirin kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza Serokatî û rêxistinên me jî ew bû ku komîsyon beriya ku parlemento bikeve betlaneyê bê avakirin û dest bi xebatên xwe bike. Lê neavakirina komîsyonê dide xuyakirin ku dixwazin pêvajoyê hinekî dirêj bikin. Divê beriya betlaneyê hemû kar û barên komîsyonê bihata kirin. Em jî dizanin ev mesele di nava du sê mehan de nayê çarserkirin û hinekî dem lazim e. Meseleya Kurd meseleyeke wisa ye ku divê di guhertinên destûra bingehîn û hişmeniyê de bê çareserkirin. Ev jî karê parlementoyê ye û gel û saziyên civakî jî divê piştgiriyê bidin ku ev mesele bê çareserkirin û em serbikevin.”

Etîket: Banga Abdullah OcalangavneavêtinHevserokê DBPa Wanê Cemal DemîrMafê Hêviyêpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo ‘mafê hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

Ji bo ‘mafê hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

20 ADAR 2026
OHD: Ji bo aştî û demokrasiyê yek ji gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye

OHD: Ji bo aştî û demokrasiyê yek ji gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye

18 ADAR 2026
Şîrîn Altay: Atmosfera aştiyê ya li derve di girtîgehan de tune ye

Şîrîn Altay: Atmosfera aştiyê ya li derve di girtîgehan de tune ye

14 ADAR 2026
Li Îzmîrê zincîra jinan: Em li pişt pêvajoya birêz Ocalan in!

Li Îzmîrê zincîra jinan: Em li pişt pêvajoya birêz Ocalan in!

7 ADAR 2026
Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

6 ADAR 2026
Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

5 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Em piştgiriyê didin pêngava ‘Projeya Yekîtiya Gelê Kurd’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser sînorê Elbakê bûyerek gumanbar: Welatiyek hat kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên Şirnex û Gimgimê bi coşeke mezin dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (932)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne