Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê ji bo helbesta “Ji Hemû Zarokan re” ku ji hêla Abdullah Ocalan ve ji bo zarokan hatiye nivîsandin klîbek anîmasyonê amade kir.
Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê helbesteke ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo zarokan hatiye nivîsandin weke berhemeke dîtbarî û guharî hat amadekirin. Helbesta bi navê “Ji Hemû Zarokan re” wekî klîba anîmasyonê hat amadekirin û bi raya giştî re hate parvekirin.
Hunermend Zîlan Dêrsîm helbest xwend, muzîk û aranje jî Murat Yapiştiran û Serhat Hulaku kirine. Anîmasyon ji hêla Çekdar Farqîn ve hatiye amadekirin.
Berhema hunerî bi piştgiriya Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê ve hat çêkirin. Klîb cara yekem li ser Med Muzik TV û kanala YouTube ya kolektîfê hat parvekirin.
Armanca vê xebatê ew e ku bi rêya hunerê peyaman bigihîne zarokan û berhemên wêjeyî yên ku ji hêla Rêber Apo ve hatine nivîsandin jî bigihînin her derê.
Klîba anîmasyonê dikarin li ser vê lînkê temaşe bikin: