• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Zozanê Hesendînê ya me ye û dê ya me be’

Amed / AW

28 TÎRMEH 2025 - 14:57
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Meclisa Ekolojiyê ya Amedê li dijî hewldana talankirina Zozanê Hesendînê daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdar bi rêya madanê dixwaze erdnigariya Kurdistanê talan bike û got: Destê xwe ji ser axa me vekişînin.”

Şîrketa Anonîm a Bazirganiya Derve û Kanzakariyê ya Pasûrê ji bo lêgerina kanzayan bi awayekî bêhûqîqî li Zozanê Hesendînê dest bi lêgerina kanên madanê dike. Xelkê Zozanê Hesendînê li dijî madanê dest bi çalakiya nobedê kirin e. Nobed mehekî zêdetir berdewam dike. Meclisa Ekolojiyê ya Amedê û gelek kes çûn serdana nobedê û li vir daxuyanî hat dayîn. Hevberdevkê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Sebrî Kiliç daxuyaniyê xwend. Daxuyanî li pêşiya Ziyareta Bavê Hazir hat lidarxistin

‘Desthilatdar bi destê madenê xwezaya me talan dike’

Sebrî Kiliç diyar kir ku ji sala 2008an ve gelê Pasûrê li dijî madanê axa xwe diparêze û wiha got: “Di salên 90î de di encama politîkayên şer de gundên me hatin şewitandin û xelkên gundan koçberî bajaran bûn. Îro dîsa desthilatdar bi destê sermayeyê û madenê gund, xweza û jiyana me talan dike û dîsa dixwaze gelê me koçber bike. Ev madena ku tê xwestin li Zozanê Hesendînê bê avakirin dê tenê bandorê ne li Pasûrê dê bandorê li tevahiya herêmê bike. Dê ev maden gelî, çiya, newal û erdên me û çemê me ziwa bike. Li erdnigariya Kurdistanê bi rêya madenê, projeyên GES û HESan tê xwestin bê talankirin.”

‘Zozanê Hesendînê ya me ye dê ya me be’

Sebrî Kiliç destnîşan kir ku ev maden çêbibe dê goristan û ziyaretên li herêmê jî werin rûxandin û got: “Îro li erdnigariya Kurdistanê talana ekolojiyê heye. Îro behsa aştiye te kirin lê ev talan hê jî berdewam dike, ev şerm dê siberojê derkeve pêşiya me. Aştî dê azadiya xweza û ajalan jî pek bîne. Aştî neyê erdnigariya Kurdistanê aştiya civakî jî dê pek neyê. Em li vir bang dikin ku destê xwe ji axa me vekişînin. Em li dijî sermayeya kapîtalîst têkoşîna jiyanek azad dikin. Zozanê Hesendînê ya me ye û dê ya me be.”

‘Jiyana me li vir e’

Welatiya bi navê Risket Polat jî diyar kir ku ev der warên wan e û got: “Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Bila destê xwe ji zozanên me vekişînin. Her tiştê me li ser zozanan e. Av, heywan û jiyana me li ser vir e. Debara me li vir pêk tê.”

‘Bila destê xwe ji ser axa me bikişînin’

Dayîka bi navê Azîze Can jî destnîşan kir ku ev axa bav û kalê wan e û got: “Kî xerabiyê li axa me bike, xwedê heqê me ji wan re nehêle. Bila destê xwe ji ser axa me bikişînin.”

Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

Li Enqereyê îro jî 55 kes hatin girtin

26 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

26 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dibin şahid ku polîtîkayên bêcezakirinê bûne sîstematîk

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dibin şahid ku polîtîkayên bêcezakirinê bûne sîstematîk

26 HEZÎRAN 2026
Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

26 HEZÎRAN 2026
Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

26 HEZÎRAN 2026
Repbêj Serhedo hat berdan

Repbêj Serhedo hat berdan

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (728)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne