• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê lihevkirina neteweyî silav kir

    Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Ji ber strana kurdî cezayên mezin li tîma Manîsayê hat birîn 

    Ji ber strana kurdî cezayên mezin li tîma Manîsayê hat birîn 

    Li Kerkûkê balafireke bêmirov hate xistin

    Li Kerkûkê balafireke bêmirov hate xistin

    Amerîkayê Lîwaya 82yemîn ya Paraşûtê li Rojhilata Navîn bi cih kir

    Amerîkayê Lîwaya 82yemîn ya Paraşûtê li Rojhilata Navîn bi cih kir

    Li Rojhilatê Kurdistan, Selahedîn, Kerkûk û Enbarê êriş û teqînên mezin

    Li Rojhilatê Kurdistan, Selahedîn, Kerkûk û Enbarê êriş û teqînên mezin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Goristana gerîlayan a li Feraşînê jî hatiye rûxandin

Nedîm Orûç / AW

29 TÎRMEH 2025 - 08:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Goristana endamên PKKê ya li Herêma Feraşînê hatiye rûxandin. Li gorî çavkaniyên herême zêdetirî 80 goran li goristanê hebûn e lê li gorî dîmenan ev qas gor xuya nakin.

Li herêma Şirnexê 5 goristanên ku cenazeyên endamên HPGê û YJA-Starê tê de ne di salên 2012-2015an hatin avakirin û bi sedan cenazeyên endamên HPG û YJA-Starê lê hatibûn veşartin. Ev goristan yek li nêzî gundê Spîndarokê yê di nava Çiyayê Cûdî de, yek nêzî gundê Basret yê di nava Çiyayê Gabarê de, yek nêzî gundê Xirbikê Bestê yê li Herêma Besta, yek Herêma Meydana Kolya ya Çiyayê Kato Jîrka û yek jî nêzî gundê Hindirûnis yê li Herêma Feraşînê hatine avakirin. Piştî sala 2016an hêzên artêşa tirk û cerdevanên herêmê ev goristan kirin hedefa xwe û bi tank û topan, bi makîneyên kar rûxandin.

Li hember goristanê qaleqol hatiye avakirin

Yek ji goristanên hatine rûxandin jî goristana li gundê Hindirûnis yê Herêma Feraşînê ya navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Ev goristan di salên 2012-2013an de hat avakirin û weke Şehîdgeha Ş. Memed Goyî (Mehmet Kaplan) û Ş. Rojîn Gewda (Sureyya Aslan) hat binavkirin. Goristan li deşta gundê Hindirûnisê hatiye avakirin û niha ji ber qeleqola li hember goristanê hatiye avakirin tu kes nikare serdana goristanê bike. Ajansa Welat tevî hemû aloziya ewlehiya li herêmê jî xwe gihand ser goristana Feraşînê û dîmenên rûxandina goristanê tomar kir.

Ji ber rûxandinê nayê zanîn gor ên kîjan endamên PKKê ne

Goristan sala 2017an de ji aliyê cerdevan û leşkerên artêşa Tirk ve hatiye rûxandin. Avahiyên weke mizgeft, mêvangeh û avdestxane bi bombeyan hatine hilweşandin û gorên endamên HPGê û YJA-Starê hatine texrîbkirin. Her wiha ji ber ku kêlên nasnavên endamên HPGê û YJA-Starê li ser in hatine şikandin nayê zanîn gor ên kîjan endamên HPGê û YJA-Starê ne.

Zêdetirî 80 gor hebûn e lê di dîmenan de 48 gor hene

Li gorî çavkaniyên herêmê beriya ku goristan were rûxandin, herî kêm 80 gorên endamên HPGê û YJA-Starê di goristanê de bûn û di dîmenên ajansa me kişandin de 80 gor xuya nakin. Her wiha li gor dîmenên ajansa me û çavdêriyên li herêmê 48 gor di goristanê de xuya dikin. Ji ber ku herêma goristan lê ye ji aliyê leşkeran ve tê şopandin tu kes nikare bikeve nava goristanê û hejmarek zelal a gorên di goristanê de derxe holê.

Etîket: Gorên endamên PKKêGoristana FeraşînêrûxandinŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

20 ADAR 2026
Li Agirî, Şirnex û Stenbolê serdana goristanan dom kir

Li Agirî, Şirnex û Stenbolê serdana goristanan dom kir

20 ADAR 2026
Li Colemêrgê rêyên 110 gund û 247 mezrayan hatine girtin

Aşûtê rê girt, welatî tengezar bûn

16 ADAR 2026
Li Şirnexê 19 jê zarok 33 kes hatin girtin

Li Şirnexê 19 jê zarok 33 kes hatin girtin

2 SIBAT 2026
‘Li Helebê êriş, li bakurê Kurdistanê aştî nabe’

‘Li Helebê êriş, li bakurê Kurdistanê aştî nabe’

8 ÇILE 2026
Li Şirnexê biryarek erênî: Êdî dê navên gundan bi Kurdî bê nivîsandin

Li Şirnexê biryarek erênî: Êdî dê navên gundan bi Kurdî bê nivîsandin

6 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Merasîma cenazeyê Helbestvan Ehmed Huseynî dê sibê li Çand Amedê bê lidarxistin 

    Merasîma cenazeyê Helbestvan Ehmed Huseynî dê sibê li Çand Amedê bê lidarxistin 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan: Gel daxwaza azadiya birêz Ocalan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azad Zal: Em tev li merasîma Cenazeyê Ehmed Huseynî bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber strana kurdî cezayên mezin li tîma Manîsayê hat birîn 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Elkê: Ev agir dê heta serketinê geş be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bûyera Havîn Aşkanê ne xwekujî ye cînayet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1027)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne