Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî Hediye Şamo têkidarî berxwedana Jinên Êzidî û xwe rêxistinkirina jinên Êzidî destnîşan kir ku jin ji bo tola xwe hilînin xwe bi rêxistin kirin û tola xwe hilanîn.
Di 3ê Tebaxa 2014an de, DAIŞê li Şengalê li dijî civaka Êzidî komkujî pêk anî. Ev êrîş li pêş çavê hemû cîhanê pêk hat. Di komkujiyê de zêdetirî 6 hezar jin û zarok hatin revandin. Jin li bazarên koleyan hatin firotin. Bi darê zorê neçar kirin ku olê biguherînîn. Bi îşkenceyên bi rêkûpêk û bi tundiya zayendî re rûbirû hatin. 11 sal in hê jî aqubeta bi hezaran jin û zarokan ne diyar e. Jinên êzidî li dijî vê komkujiyê berxwedana rêxistinî pêş xist. Bi avakirina hêzên parastina rewa re parastina Şengalê bi rêberiya jinê avakirin. Bi hezaran jin ji esaretê xelas kirin. Jinên êzidî îro hem jiyana xwe û hem jî hebûna gelan û vîna civakê diparêze. Êrîşên li hember Şengalê hê jî berdewamdikin. Statuya Gelê Êzidî nayê naskirin û pêvajoya ji nû ve avakirinê tê astengkirin.
3ê Tebaxê 11emin salvegera komkujiyê bû. Bi minasebeta salvegerê li gelek navendan TJA, DBP, DEM Partî û saziyên civakî û demokratîk daxuşanî dan û xwestin ev komkujî bê nasîn û hesap bê pirsîn. Xwestin Roja 3ê Tebaxê, Roja Çalakiyê ya navneteweyî ya li dijî tunekirin û qirkirina jinê were qebul kirin. Xwestin qirkirina Şengalê, wek qirkirina êzidiyan û tunekirina jinê were pênasekirin, berpirsiyar li dijî mekanîzmayên navneteweyî bêne darizandin.
Xwestin ku ji bo jin û zarokên êzidî yên wendayî divê demildest mekanîzmayên serbixwe yê lekolînê yên navneteweyî yên ji bo rizgarkirinê bêne avakirin.
Heta niha dîrokê komkujî nenivisand, lê…
Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî Hediye Şamo anî ziman ku fermana li ser civaka Êzidî ket sala 11emîn û wiha axivî: “Baweriya Êzidî di dîrokê de rastî gelek fermanên dijwar hatin. Lê ji ber civaka Êzidî di nava hemû baweriyan de xwedî baweriyek herî kevnar û dîrokî ye, tevî hemû hewldanên komkujiyan jî xwe heta îro parastiye. Tevî baweriyek herî kevnar e jî dîsa bi fermanan re rû bi rû dimînin. Heta niha 74 ferman bi serê civaka Êzidî de hatin. Lê ji ber dîrokê ev komkujî û ev êş nenivîsandine, ev êş û komkujî nayên dîtin.”
Hemû cîhan şahid e
Hediye Şamo, bibîr xist ku dibe em nebûne şahidê fermanên borî û wiha got: “Dibe ku me nedîtibin. Lê disa me êşa wê bihîstiye. Lê hemû gelên cîhanê bûn şahidê fermana 74an a 3ê tebaxa 2014an. Hemû cîhan bû şahidê serpêhatiyên jinên êzidî. Hemû cîhan bû şahidê jinên pêxwas, dayikên ku zarokên wan di hembêza wan de miribûn. Bûn şahidê zarokên tî û birçî di rêya de li pey hev rêz bûbûn.”
Li ser êş û azarê vê fermanê jî Hediye Şamo axivî û wiha berdewam kir: “Di vê kêmkujiyê de êş, azar, kuştin, revandin, destdirêjiya li dijî jinan hebû. Kuştin, serjêkirin hebû. Lê disa civaka Êzidî û jina Êzidî li dijî vê komkujiyê li ber xwe da. Berê xwe da Çiyayê Şengalê û li ber xwe da. Wekî her carê civaka Êzidî xwe spart çiya û stargehên xwe yên pîroz.”
Ji ber Êzidî bûn ferman bi serê wan de hat
Der barê aştîxwaziya civaka Êzidî jî Hediye Şamo destnîşan kir ku di dîrokê de her tim civaka Êzidî aştî xwestiye û wiha pêde çû: “Civaka Êzidi tu carî naxwaze tahdeya wan li derdora wan bê. Her dem derdorê xwe wekî xwişk û bira dibîne. Lê mixabin di sedsala 21emîn de li pêş çavê hemû cîhanê bi taybet jinên êzidî hatin revandin. Hatin firotin û şewitandin. Ji ber ew êzidî û kurd bûn.”
Jinên Êzidî bêtir xwe bi rêxistin kir
Hediye Şamo bilêv kir ku di ser fermanê re 11 sal borîn û got: “Di van 11 salan de jinên Êzidî xwe bi rêxistin kirin. Li dijî kujerên xwe çek hildan. Sos dan ku heyf û tola xwişk û dayikên xwe rakin. Ev yek pêk hat jî. Me di şerê Reqayê de dît ku keçên êzidî li dijî DAIŞê çawa şer kirin û tola xwe hilanîn. Jinên Êzidî xwe bi rêxistin kirin. Parastina xwe xurt kirin. Çek hildan û gotin em ê tola xwişk û dayikên xwe hilînin. Di şerê Reqayê de soza xwe pêk anîn û Reqa ji destê DAIŞê rizgarkirin.”
Jin îro saziyan bi rêve dibin
Jinên Êzidî li Şengalê sazî û dezgehên xweser ava kirin. Meclis û komunên xweser ava kirin. Têkildarî rêxistinkirina jinan Hediye Şemo anî ziman ku hemû sazî bi pergala Hevserokatiyê tê rêvebirin û wiha lê zêde kir: “Jin îro li Şengalê xwe diparêzin û saziyên xwe bi rêve dibin. Sîwanek ava kirin. Jinên Êzidî li ku bin dikarin di bin baneyê vê sîwanê de xwe biparêzin û bi rêxistin bikin. Şoreşa Rojava di 2011an de dest pê kir. Komkujiya Şengalê jî di 2014an de dest pê kir. Xwestin bi komkujiya Şengalê rê li pêşiya şoreşa Rojava bigirin. Ji ber şoreş ji hev ne qut in. Ji ber ku Şoreşa Rojava, şoreşa jinê bû, jinên Êzidî jî xwe di nava şoreşê de dît. Li Efrînê dîroka fermanê xwe dubare kir. Gelê Efrînê koçî Şehbayê kirin. Jinên Êzidî xwe li Şehbayê jî bi rêxistin kirin. Sazî ava kirin. Yekîtiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Jinên Êzidî ava kirin. Yekîtiya Jinên Êzidî ya li Rojava ava bû, li, Şehba, Cizîr û Helebê şaxên xwe ava kir. Ferman û êş hebû. Lê jinan li dijî vê êşê xwe bi rêxistin kirin. Xwe perwerde kirin. Di her milî de xwe birêxistin kir. Me dît ku jinên Şengalî soza xwe nû kirin û soza berxwedanê dan. Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî soz dan ku xwe li her derê bi rêxistin bikin û bibin jinên azad.”
Peyama Rêber Apo fêz da civakê
Hediye Şamo bal kişand ser konferansa Ronakbîriyê ya li Şengalê û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: “Rêber Apo peyam ji konferansê re şand. Got divê êdî Êzidi careke din rastî fermanê neyê. Vê peyamê bêtir hêz û fêz da civaka Êzidî ku xwe bi rêxistin bikin. Em dikarin bibêjin îro Êzidî ne êzîdiyên berê ne. Êdî dikarin pêşengiya civaka xwe bikin. Çawa ku di dîrokê de Meyam Xatûn û Xatûna Fexra li dijî Osmaniyan serî rakir û civaka xwe parast, îro jî Berîvan hene. Arîn hene. Ew jî neviyên Meyan Xatûnan in. Dikarin hebûn û dîroka xwe biparêzin.”