• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

    Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

    Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

    Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

    Polîsan sîxurtiyê li belavkarê Yenî Yaşamê ferz kir

    Polîsan sîxurtiyê li belavkarê Yenî Yaşamê ferz kir

    ‘Me jî digot em ê rojekê derkevin…’

    ‘Me jî digot em ê rojekê derkevin…’

    Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

    Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

    Di 23 rojan geşedanên li Siwêydayê

    Di 23 rojan geşedanên li Siwêydayê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

    Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

    Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

    Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

    Polîsan sîxurtiyê li belavkarê Yenî Yaşamê ferz kir

    Polîsan sîxurtiyê li belavkarê Yenî Yaşamê ferz kir

    ‘Me jî digot em ê rojekê derkevin…’

    ‘Me jî digot em ê rojekê derkevin…’

    Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

    Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

    Di 23 rojan geşedanên li Siwêydayê

    Di 23 rojan geşedanên li Siwêydayê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komîsyonê civîna xwe ya ewil pêk anî: Dê gelek mijar bên axaftin

Enqere / AW

5 TEBAX 2025 - 13:51
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Komîsyona Meclîsê têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd bi serokatiya Serokê TBMMê Nûman Kurtulmuş civiya. Kurtulmuş got: “Em di demek dîrokî de ne.”

Di çarçoveya pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de li Meclîsê komîsyon hate avakirin. Komîsyonê li Meclisê civîna xwe ya ewil li dar xist. Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş ku bi endamên partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin re hate gel hev û di civînê de axivî.

Çendek mijarên di axaftina Kurtulmuş de derketin pêş wiha ne:

“Komîsyona me, nerîn û îradeyeke nû ya ji bo meseleyeke ku bi dehan salaye enerjiya welatê me tune dike, xwişk-biratiyê qels dike û ji hêla hin kesan ve tê provokekirin e. Bêguman li vir meseleya me ya esasî ne nivîsandina destûra bingehîn, reformên hiqûqê yan jî di carekê de çareserkirina hemû pirsgirêkan nîne. Îradeya bibîrxistina wê ye ku Mecîis dengê gel e, barkêşa aştiya civakî, temînata xwişk-biratiyê û navnîşana rewa ya çareseriyê ye. Ne bi hesabên siyasî, pênase û hînbûnên teng; navê tevgerîna bi cisaret, bi wijdan û bi edalet e. Ji ber ku pêvajoya bi temamî bêdengkirina çekan a rêxistinê û xwefesixkirina wê dest pê kirî, ne tenê meseleya kes, sazî an jî avadaniyeke siyasî ye. Yekser meseleya miletê me yê ezîz e. Qîmeta Komîsyona Meclîsê jî tam di vir de ye. Ev komîsyon, bangekî ji bo xurtkirina manewiyeta civakê, mayindekirina xwişk-biratiyê, qebûlkirina cudahiyên xwe û xurtkirina jiyana hevpar e.

Xwişk û biratiya Tirk û Kurdan mijara sereke ye

Serdema nû mecbûr e ku bibe serdemeke bêhtir li ser siyaset, fikir û wijdanê tê axaftin. Lêbelê li gel ewlehiyê, êdî dema wê hatiye ku em derfet û hêza azadî, wekhevî û edaletê bi dengekî bilindtir biaxivin. Erkeke din a vê komîsyonê jî ev e. Gelên piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê ji hev hatine qutkirin, heq dikin ku hevdu bi dengekî bilindtir bibihîsin. Divê her gava em diavêjin, ji bo xurtkirina aştî û xwişk-biratiya vê erdnîgariya qedîm be. Di vê çarçoveyê de, ‘Tirkiyeya bêteror’ di esasê xwe de tê wateya herêma bêteror. Hevalên min ên bi qedir ên wekîl, miletê me yê ezîz; pir aşkeraye ku xwişk-biratiya Tirk-Kurdan mijara sereke ya erdnîgariya me ye. Em neviyên wan kesan e ku li Çanakkaleyê mil dane milê hev. Xwişk-biratî ew e ku di rijandina xwehê de, di êş û hêviyê de mirov bi hev re bimeşe.

Îro em mecbûr in ku dîrokê li gorî feraseta îro jinûve binirxînin û pêşerojê li gorî vê îradeyê saz bikin. Tevî rewşa aloz a şertên kûrewî û geşedanên li herêmê jî em mecbûr in yekitiya navxweyî mezin bikin, aramiya navxweyî pêş bixin û li derve jî aştiya herêmê biparêzin. Em mecbûr in eniya navxweyî xurt bikin û îstîqrara Tirkiyeyê deynin ser zemîna aqilekî siyasî ya sazkar. Serdema tarî ya ku pêşiya welatê me digirt, bi destê feraseta miletê me û biryardariya dewleta me êdî li paş hate hiştin. Bêguman Meclis bilindtirîn sîwana demokratîk e ku dengê heqîqetê dibihîse, civakê hîs dike û nûnertiya wijdanê dike. Dibe ku di vê komîsyonê de em destûreke nû ya bingehîn nenivîsin lêbelê em ê têkildarî xwişk-biratiyê gotinên xwe bikin û bi hev re tevbigerin. Meclîsa me dê ne tenê bi bîrxistina xwişk-biratiya hezar salî ve bisînor bimîne, her wiha dê di zemîna siyasî de jinûve pênase bike. Divê were zanîn ku, pêvajoya çekberdanê ya ku me jê re şahidî kir, bi tu awayî encama pêvajoyeke bazariyê nîne. Encama biryardariya miletê me ya ji bo aramî û yekitiyê ye û bandora wê ye. Îro, geşedanên em pê serbilind tên jiyîn ku di îstîqameta rakirina astengiyeke ked û dema welatê me dixwar de ne.

Em ê li ser gelek mijaran biaxivin

Ev komîsyon, cihê her kesê dengê xwe bilind dike ye. Bes ku peyvên me yên hevpar bila xwişk-biratî û aştî bin. Tu mijarek nîne ku di bin vê sîwanê de li ser neyê axaftin. Bes ku em ji bo guhdarîkirina hev amade bin. Bes ku her nêrînek qala yekitî û xwişk-biratiyê bike. Ez spasiya her kesên xwedî wijdan dikim. Di wê baweriyê de me ku her kesên ji bo vê mijarê sûdewer bûn, nîşan dane ku di hêvanê vî welatî de xwişk-biratî heye.”

Piştî axaftina destpêkê ya Kurtulmuş dê nûnerên partiyên siyasî di komîsyonê de nêrîn û nirxandinên xwe parve bikin.

Di civînê de her wiha dê şêwe, esas û rêgezên xebatên komîsyonê bên diyarkirin.

Etîket: çareserîkomîsyonKomîsyona MeclîsêNuman Kurtulmuşpêvajopirsgirêka kurdTBMM
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

6 TEBAX 2025
Bayindir: Ev pêvajo bi rêxistinbûyînê û yekîtiyê dê bi ser bikeve

Bayindir: Ev pêvajo bi rêxistinbûyînê û yekîtiyê dê bi ser bikeve

6 TEBAX 2025
‘Erênî ye, lê ne bi dilê me ye’ 

‘Erênî ye, lê ne bi dilê me ye’ 

6 TEBAX 2025
Komîsyonê pêşnûmaya awayê xebatê bi yekdengî qebûl kir

Komîsyonê pêşnûmaya awayê xebatê bi yekdengî qebûl kir

5 TEBAX 2025
Navê ‘Demokrasî, Xwişkûbiratî û Hevgirtina Milî’ li komîsyonê hate kirin

Navê ‘Demokrasî, Xwişkûbiratî û Hevgirtina Milî’ li komîsyonê hate kirin

5 TEBAX 2025
Beştaş: Divê mafê hêviyê were bicihanîn

Beştaş: Divê mafê hêviyê were bicihanîn

5 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (80)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne