• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Şamê Newroz tê pîrozkirin

    Li Şamê Newroz tê pîrozkirin

    Hunermendan gel vexwend Newroza Wanê

    Hunermendan gel vexwend Newroza Wanê

    Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

    Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

    Ayla Akat Ata: Ev meydan ji bo azadiya Serok Apo amade ye

    Ayla Akat Ata: Ev meydan ji bo azadiya Serok Apo amade ye

    Girtiyên siyasî: Roja vejîna destana azadiyê ye

    Girtiyên siyasî: Roja vejîna destana azadiyê ye

    Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

    Li Amedê bi beşdariya sed hezaran kes pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Şamê Newroz tê pîrozkirin

    Li Şamê Newroz tê pîrozkirin

    Hunermendan gel vexwend Newroza Wanê

    Hunermendan gel vexwend Newroza Wanê

    Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

    Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

    Ayla Akat Ata: Ev meydan ji bo azadiya Serok Apo amade ye

    Ayla Akat Ata: Ev meydan ji bo azadiya Serok Apo amade ye

    Girtiyên siyasî: Roja vejîna destana azadiyê ye

    Girtiyên siyasî: Roja vejîna destana azadiyê ye

    Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

    Li Amedê bi beşdariya sed hezaran kes pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariya Cizîrê ji ber saziyên dewletê nikare xizmeta gel bike

Nedim Oruç / AW

9 TEBAX 2025 - 08:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex- Li Cizîrê qeyûm hemû parqên bajêr radestî saziyên dewletê kirine. Ji ber van kiryarên qeyûm, Şaredariya Cizirê nikare li parkan xizmetê bide gel.

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê beriya hilbijartinên 31ê adara 2019an û 31ê adara 2024an qeyûman ji 22 parqên bajêr 18 parq radestî saziyên dewletê kirin. Ji ber ku ev parqên bajêr di deste saziyên weke gerînendeyên, cenderme, polis, perwerde, diyanetê de ne, şaredarî bi awayek fermî nikare xizmetê ji gel re bike.

Parqên şaredariyê dane Fermandariya Cendermeyan a Cizîrê

Hevşaredarê Cizîrê Abdûrrahîm Dûrmûş derbarê rewşê de got ku qeyûm parqên bajêr ên ku çavkaniya pereyan e, hemû dane saziyên dewletê û wiha axivî: “Tevahiya parqên Cizîrê radestî saziyên dewletê kirine û tişta herî zêde em zehmetiyê dikêşin ev mijar e. Beriya ku em werin ser kar qeyûm Nazli Demîr hemû parqên ku pere jê derdikeve dane saziyên weke Gerînendeya Emniyetê ya Cizîrê,  Fermandariya Cendermeyan a Cizîrê, Gerînendeya Perwerdehiyê ya Cizîrê, Gerînendeya Karên Olî ya Cizîrê, Gerînendeya Ciwan û Werzişê ya Cizîrê. Wekî din dane gelek saziyên din ên dewletê.”

Ji ber van saziyan em nikarin xizmeta gel bikin

Abdurrahman Dûrmûş destnîşan kir ku ji ber di fermiyetê de parqên bajêr ne di destê wan de ne ew nikarin xizmetê ji gel re bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber ku bi awayek fermî ev parqên Cizîrê di destê van saziyan de ne, weke Şaredariya Cizîrê em nikarin xizmetê bibin van parqan. Ji bo ku gelê me mexdûr nebe dîsa jî tişta ji destê me tê em dikin. Lê dema em xizmeta van parqan dikin, dewlet dibêje ev xizmeta we kiriye bûye zerara şaredariyê.”

Parqên bajêr di destê saziyên dewletê de ne deynê eletrîkê ji şaredariyê re tê

Abdurrahman Dûrmûş herî dawî da zanîn ku her meh bi sedan hezar fatûreyên elektirîka van saziyên parq dide destê wan de ji şaredariyê re tê û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Her wiha ev saziyên parqên Cizîrê radestî wan hatine kirin, xizmeta van parqan nakin, ne paqiji, ne ewlehî, ne avdan û ne jî ronîkirina parqan a şev. Di 17 mehên dawî yên em hatine ser kar de bi mîlyonan deyne elektrîka van parqan ji şaredariyê re hatiye û li gel ku ev parq ne didestê şaredariyê de ne jî fatûreyên elektrîkî ji me re dibirin. Vaye gelek caran em ji van saziyan re dinivîsin ku aboneya elektrîkê bibin ser navê xwe lê bersivê nadin me.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şamê Newroz tê pîrozkirin

Li Şamê Newroz tê pîrozkirin

21 ADAR 2026
Tifaqa Partiyên Kurdistanî: Em yekrêziya xwe ava bikin

Tifaqa Partiyên Kurdistanî: Em yekrêziya xwe ava bikin

21 ADAR 2026
Hunermendan gel vexwend Newroza Wanê

Hunermendan gel vexwend Newroza Wanê

21 ADAR 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Ayla Akat Ata: Ev meydan ji bo azadiya Serok Apo amade ye

Ayla Akat Ata: Ev meydan ji bo azadiya Serok Apo amade ye

21 ADAR 2026
Li Rojava kêliyên rengîn ên Newrozê

Li Rojava kêliyên rengîn ên Newrozê

21 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Gorên Kaytan, Altun û Engîn hatin ziyaretkirin

    Gorên Kaytan, Altun û Engîn hatin ziyaretkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya Newrozên Amed û Stenbolê diyar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nêzî 400 xebatkarên çapemeniyê dê Newrozê bişopînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di êrişên ser Îranê de du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê hatina gel a qada Newrozê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê Newroz li Bakur Serhildan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (804)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne