Ciwanên enternasyonalîst ketin salona rûniştinê ya li Parlamentoya Ewropayê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir.
Ciwanên enternasyonalîst li Parlamentoya Ewropayê ya bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiya bêîatiya sivîl li dar xist. Ciwanan bi hilgirtina posterê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û pankarta “Ji Ocalan re Azadî, li Rojhilata Navîn ji bo çareseriyekî aştiyane azadî- Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rawestînin” û dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî” ketin hundir û parlamenteran jî bi çepikan piştgirî dan. Di çalakiyê de danezanên der barê pergala êşkence û qirkirinê ya tecrîda Îmraliyê de hatin belavkirin.
Ciwanan diyar kirin ku ew bang li Yekîtiya Ewropayê dikin ku berpisyariyên xwe yên demokratîk bi cih bîne û rêzê li hemberî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî bigire û gotin: “Em bang dikin ku sûcên şer ên dewleta Tirk û dagirkeriya wî ya berdewam ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin. Em daxwaz dikin ku zextê li Tirkiyeyê bike û Abdullah Ocalan ku mifteyê diyaloga demokratîk a di navbera gelan de ye bi awayekî fîzîkî serbest bê berdan. Divê şert û mercên ewlehiyê û xebatê were garantîkirin û hemû nûnerên gel beşdarî pêvajoya muzakereyê bên kirin. Bêyî van şert û mercan li Rojhilata Navîn şert û mercên aştiyê nayên afirandin.”