Dosye – 6: Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî ve
Amed – Aktîvîsta TJAyê Çaglar Demîrel destnîşan kir ku jinên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî pêk were pêşengtiyê dikin û wiha got: “Kurd heta yekîtiya xwe ava nekin, nikarin li cîhanê bibin xwedî hêz.”
Xebatên ji bo lidarxistina kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî bi salane bi awayekî çalak li her çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê tên kirin. Jinên Kurd jî ku çawa di gelek mijarên civakî de pêşengtiyê dikin, di mijara yekîtiya neteweyî ya Kurdî de jî pêşengtiyê dikin.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat avakirin
Jinên Kurd ên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ji sala 2010an ve di nava hewldanan de ne di 22yê Kanûna 2017an de Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin. Jinan di bin banê vê platformê de, gelek xebat kirin, bi jinên parçeyên din re civiyan, guftûgoyan kirin û têkildarî lidarxistina kongreya neteweyî gelek civîn li dar xistin.
Her wiha ji çar parçeyên Kurdistanê 24 rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî, ji bo pêşxistina yekîtiya neteweyî û avakirina wê, di 7ê Nîsanê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Kurdistanê “Civîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd” li dar xistin. Jinan piştî civînê jî avakirina “Platforma Yekîtiya Jinên Kurd” hate ragihandin.
Jinan di encamnameyê xwe de li ser yekîtiyê ev peyam parve kir: “Banga me ji hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî re ev e: Yekitiya netewî di heman demê de pêşxistina demokrasiya Kurdan e. Parçebûn ji nepêşxistina demokrasiya gelê Kurd tê. Yekitî ew e ku mirovên cuda werin cem hev û pirsgirêkên hevpar û çareseriyên hevpar bibînin. Niha dem hatiye ku hizra hevpar a Kurdan pêk were. Bila çarenûsa gelê me û jinên Kurd êdî nebe azar û zilma ji ber parçebûnê. Em bang li her kesî dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî bi fezîletên bilind tevbigerin, fedekariyên xwe bikin, teng nêz nebin. Weke jin û mêrên Kurd ên azad, em jî weke hemû neteweyên azad, layîqin ku bi azadî û wekhevî di nava yekîtiyê de bijîn.”
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd hate lidarxistin
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd jî di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê (Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hate lidarxistin. Aktîvîstên TJAyê, gelek jinên niha parlamaneter in û yên berê parlamenter bûn ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê tev li konferansê bûn. Parlamenter û siyasetmedarên li Rojava, Şengal û Ewropayê bi awayekî online tev li konferansê bûn. Jinan di vir de jî bal kişandin ser girîngiya yekîtiyê û biryar dan ku Tora Parlamenterên Jin ava bikin.
Yekîtiya neteweyî di avakirina aştiyê de hîmên bingehîn ên vê serdemê ne
Her wiha 3yemîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd jî bi dirûşma “Bi Yekitiya Jinên Kurd Ber bi Yekitiya Neteweyî ve” di 21-22yê Hezîranê de li Amedê pêk hat. Parlamenter, hevşaredar, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û civakî beşdar bûn. Ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin tev li konferansê bûn. Konferansê du rojan berdewam kir. Di encamnameya vê konferansê de jî hat gotin ku misyona jinê avakirina aştî û civaka demokratîk e û hate destnîşan kirin ku Yekîtiya neteweyî, di têkoşîna çand û zimên, parastina jiyana azad û pêşengtiya jinan a di avakirina aştiyê de hîmên bingehîn ên vê serdemê ne.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel a endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li ser girîngiya xebatên jinên Kurd a yekîtiyê axivî.
‘Bi salan e ji bo Kongreya Neteweyî xebat tên meşandin’
Çaglar Demîrel konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Sêyemîn ku di 21-22yê Hezîranê li Amedê pêk hat bi bîr xist û wiha got: “Beriya wê jî hebû, hem Konferansa Jinên Kurd û hem jî ji bo xebatê neteweyî jin çi bikin? Ew xebat ji zûve têne kirin. Di sala 2009an de jinên Kurd li Amedê Konferansa Yekîtiya Neteweyî pêk anîn. Ji her derê Kurdistanê jin hatin û em li Amedê kom bûn. Ev Konferans pêşengiya Konferansa duyemîn ya Neteweyî ya Jinên Kurd pêk hat û biryareke wisa hat dayîn. Ew biryar jî di sala 2012an de Konferansa Jinên Neteweyî yên Kurd li Hewlêrê pêk hat. Beriya wê jî xebatên cûr bi cûr pêk hatin. Li Hewlêrê, Duhokê me civîn li dar xistin, jinên Kurd ji her aliyên Kurdistanê hatin cemhev. Ev xebat ji bo Kongreya Neteweyî bi salan e tên meşandin. Lê mixabin wê demê bi piranî li ser partiyê dihatin meşandin û dihatin cem hev. Ji ber vê yekê jî kêmasiya wê derket holê ku li ser partiyê ev kar nayên meşandin. Ji ber wê jî xebatên yekîtiya neteweyî hatin xetimandin.”
‘Ji bo ku jin xebatên neteweyî bimeşînin komîsyonek hate avakirin’
Çaglar Demîrel destnîşan kir ku jinên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî pêk were pêşengtî kirin û wiha domand: “Ji ber wê yekê jî me beriya her tiştî li Bakur konferans pêk anî. Di sala 2017 û 2019an de biryar hate girtin ku her du salan carekê konferans pêk bên. Konferansa ku me di sala 2025an de li dar xist konferansa sêyemîn a li Bakur bû. Girîng bû ku jin di nava xwe de li her çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin û konferansan li dar bixin. Ji ber vê yekê li Rojava, li Bakur, li Başûr jinên Kurd Konferansên xwe li dar xistin. Dû re ji her çar aliyê Kurdistan û Dîasporayê li Suleymaniyê hatin bahev. Ji bo ku jin xebatên neteweyî bimeşînin komîsyonek hat avakirin. Ew xebat xebateke neteweyî bû ku Jinên Kurd pêk bînin û ji wir şûnde jî ji Kongreyê re pêşengtiyê bikin. Armanca me ya herî girîng ew bû. Me got em li Bakur tenê li ser navê partiyên siyasî vê konferansê pêk nînin. Me got bila tenê bi jinên Kurd ên di partiyên siyasî de cih digirin bi sînor nemîne. Me got li ku dibe bila bibe, hemû jinên ku xwe Kurd û kurdewar dibîne bila bên beşdarî konferansê bibin. Li Amedê jî me got ji çandê bigire heta ziman, ji demokrasî, aştiyê bigire heta li ser tundiyê dikarin hemû mijaran nîqaş bikin. Me konferans pêk anî û koordînasyonek ava kir. Ev koordinasyon ji bo amadekariya kongreya neteweyî ya siberojê bike, hat avakirin û dest bi xebatan kir.”
‘Rol û mîsyona jinan di her alî de zêde ye’
Çaglar Demîrel, anî ziman ku rol û misyona jinan di her alî de zêde ye û wiha berdewam kir: “Jin di kîjan xebatê de cih digirin bila bigirin, ji meseleya kurd heta meseleya jinan rol dide ser milê xwe. Ji bo pêşengiya yekîtiya jinên kurd bike û bir ola xwe rabe me ev konferans pêk anî. Dîsa ji bo jin pêşengiya kongreya neteweya Kurd bike me ev konferans pêk anî. Di serî de me rêxistinên xwe ava kir û bi her awayî mezin kir. Platforma Jinên Kurd pêwiste di her alî de xwe bi rêxistin û fireh bike. Jina Kurd di kijan sazîyê de digire bila bigire, kijan xebatê dike bila bike, xwedî kijan fikrê be bila xwedî wê fikrê be, em dixwazin deng û rengên jinên kurd di bin banê yekîtiyê de bên cemhev. Di serî de me xwest jinên Kurd bi fikr, reng û baweriyên xwe yên cuda li hev kom bibin. Me xwest jinên di bin vî banî de kom dibin, li Îzmir, Stenbol, Enqere, Amed û kijan bajarî dibe bila bile li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd xebatê bimeşîne. Ji bo vê yekê bikin me deriyê platformê li wan vekir û di nava platformê de cihê xwe girtin. Berî her tiştî ji bo ziman, çand, aştî û civaka demokratîk biparêze û di avakirina civaka demokratîk de cih bigire, beşdarî konferansê bûn.”
‘Ji bo aştî gerdûnî bibe rola jinên gelek zêde ye’
Çaglar Demîrel di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Dîsa ji bo li Kurdistan, Tirkiye û hemû aliyê cîhanê rê li pêşiya tundiya jinê û kuştina jinê bê girtin, pêwistî bi yekîtiya jinan heye. Em dibînin ku felsefeya Jin Jiyan Azadî îro li cîhanê belav bûye. Ji bo jinên kurd karibin pêşengiyê bikin divê di serî de li Bakur xwe bi rêxistin bikin û pirsgirêkên nava xwe çareser bikin. Çavê her kesî li Bakur e. Saziyên jinan, siyasetê û hemû saziyên Kurdan çiqas li Bakur xwe xurt bikin dê bandorê li parçeyên din û cîhanê jî bikin. Piştî konferansê koordînasyon ava kir û koordînasyonê jî di nava xwe de sekreterya ava kir. Ji bo diyarkirina rê û rêbazan di konferansê de 4 kargeh hatin lidarxistin. Birêz Abdullah Ocalan projeya Aştî û Civaka Demokratîk daniye pêşiya gelê Kurd. Di konferansê de niqaşa ‘Jin çawa dikarin pêşengiya vê yekê bikin’ hat kirin. Ji bo aştî gerdûnî bibe rol û rista jinê gelek zêde ye. Niha li pêşiya me xebatên panel, semîner, komxebat hene. Divê beriya her tiştî Kurd di nava xwe de yekîtiyê ava bikin. Divê avakirina yekîtiyê li Bakurê Kurdistanê dest pê bike. Piştre li Rojava, Başûr, Rojhilat û diasporayê bidome. Divê pişti van konferansan, hemû alî bên cem hev û kongreya neteweyî pêk bînin. Bi salan e ji bo Kongreya Yekîtiya Neteweyî hin xebat hatin kirin. Lê hin pirsgirêk derketin. Divê di serî de em van pirsgirêkên bibînin û mehkûm bikin. Ev pirsgirêk berjewendiyên partiyan bûn. Divê partî berjewendiyên şexsî dernexin pêş. Divê berjewendiyên neteweyî derkevin pêş. Kurd li her aliyê Kurdistanê ji ber pergala Netew Dewletê rastî zextan tên û mafê wan tê binpêkirin. Netew dewlet tu carî yekîtiya kurdan naxwazin. Li Tirkiye, Sûrî, Iraq û Îranê dewlet naxwazin kurd yekîtiya xwe ava bikin. Lê dîsa kurd ne yên berê ne. Kurd êdî dewletê jî nas dikin û xwe jî nas dikin û hişyar in. Kurd êdî yekîtiyê wekî nan û avê dibîne. Divê Kurd li her alî destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe pêş bixin û yekîtiya xwe ava bikin.”
‘Divê em yekîtiya xwe ava bikin’
Çaglar Demîrel destnîşan kir ku li bakurê Kurdistanê pêşengtiya yekîtiyê TJAyê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Konferansa Parlamenterên Kurd pêk anî. Hemû parlamenter û hilbijêrên Kurd anîn cem hev. Pirsgirêkên jinên kurd nîqaş kirin. Ji bo em bi hev re pirsgirêkê jinên kurd çareser bikin, me xebat meşand. Em dixwazin li ser pirsgirêkên giştî yên jinên Kurd rawestin û li gorî wê me bi hevre çareseriyê pêş bixin. Mînak li Iraqê zarokên keç ên 9 salî didin zewicandin. Divê em bi hev re bertekê nîşanî vê yekê bidin. Dîsa li zanîngehan Kurdî qedexe kirin. Me li her derê bertek nîşan da. Em nabêjin ev meseleya Başûr e. Ev mesele ya Bakur e jî. Ji bo ziman, çand û nasnameya kurdan li ku dibe bila bibe, divê em li her derê bên bahev, bi hevre bertek nîşan bidin û bi hevre têkoşîna xwe xurt bikin. Divê em yekîtiya xwe ava bikin. Ji bo yekîtiyê me berê konferansa parlamenteran pêk anî û me torek ava kir. Ev tor hemû kesan dixe nava xwe. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, PDK, YNK, DEM Partî, DBP, hemû kes di nava vê torê de cih digirin. Em ê dîsa bên cem hev û ji bo aştî û azadiya jinê em ê çawa bi hevre têbikoşin. Em ê di vê torê de pirsgirêkan bînin ziman û bi hevre li çareseriyê bigerin. Ev jî xebateke neteweyî ye. Jin dê pêşengiya Kongreya Neteweyî bikin.”
Rol û rista jinan a yekîtiya neteweyî
Çaglar Demîrelê li ser rol û rista jinan a yekîtiya neteweyî jî ev yek anîn ziman: “Divê berî her tiştî jin pêşengiyê bike. Zilam her tim li berjewendiyên xwe difikire. Lê jin berî her tiştî civakî difikire û li civakê difikere. Jin ji bo konferansa Yekîtiya Neteweyî jî civakî difikire. Ji ber vê yekê rista jinê di kongreya Yekîtiya Neteweyî de girîng e. Dê ji bo kongreyê li çar aliyê kurdistanê bên cem hev û di her alî de dê pêşengtiyê bike. Jin dê partiyên siyasî bine cem hev. Dê civakên gelê Kurd bîne cem hev. Li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û Ewropa, têkiliyên jinên kurd bi hevre gelek xurt e. Li ser navê Platforma Jinên Kurd têkiliyê me bi her çar parçeyan re heye. Bi salan e em ji bo rêxistinkirinê bi hev re kar dikin. Heta ku rêxistinî xurt nebe, em nikarin pêşengtiyê bikin. Jinên kurd di aliyê rêxistinî de li çar aliyan û cîhanê xurt e. Jin Jiyan Azadî ji ber vê yekê li cîhanê belav bûye û jinên kurd li cîhanê pêşengiyê dikin. Em ê berî her tiştî em ê Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd pêk bînin û piştre ji bo kongreya Neteweya Kurd pêşengiyê bikin. Kurd heta yekîtiya xwe ava nekin, nikarin li cîhanê bibin xwedî hêz. Ji ber vê yekê divê berî her tişti di nava xwe de yekîtiyê ava bike. Mînak PKKê li ser banga Birêz Abdullah Ocalan di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê merasima şewitandina çekan pêk anî. Li vir ji çar aliyê Kurdistanê û cîhanê Kurd hatin cem hev. Li vir yekîtiyek siyasî û piştgiriyek siyasî hebû. Ji bo aştiyê yekîtiyek derket. Pêşengiya yekîtiya Neteweyî hat kirin. Ji ber vê yekê ev merasim bû xebata pêşengiya Kongreya Neteweyî û Kongreya Jinên Kurd û yekîtiya Netweya Kurd. Ji ber vê yekê mesele meseleya neteweyî ye. Ne şexsî ye. Mesele berjewendiya Kurd û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê berî her tiştî divê em yekîtiyê ava bikin.”
Sibê: Partiyên Kurdistanî û helwesta wan a ji bo yekîtiyê