Gulten Akgul a ku li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 31 salan girtî ma, serbest hat berdan.
Gulten Akgul a ku li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê dihat ragirtin û înfaza cezayê xwe yê 30 salan temam kiribû, 2 caran her carê 6 mehan berdana wê hat taloqkirin. Gulten Akgul piştî 31 salan girtî ma, serbest hate berdan. Tehliyeya Gulten Akgul di 19ê Hezîrana 2024an û di 19ê Sibata 2025an de ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve hatibû taloqkirin. Gulten Akgul, li pêşiya girtîgehê ji hêla rêveberên DEM Partiyê û TUHAYDERê ve hate pêşwazîkirin.