• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Xezeyê di nava rojekê de 3 kes ji birçînan mirin!

    Li Xezeyê di nava rojekê de 3 kes ji birçînan mirin!

    Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Li dijî hêzên me 150 êriş pêk hatin

    Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Li dijî hêzên me 150 êriş pêk hatin

    Tiryakkêş û ereqvexwar Çemê Malabadê qirêj dikin

    Tiryakkêş û ereqvexwar Çemê Malabadê qirêj dikin

    Komîsyon dê îro malbatên polîs û leşkeran guhdar bike

    Komîsyon dê îro malbatên polîs û leşkeran guhdar bike

    Li ber Meclîsê Torosa sipî da ber agir

    Li ber Meclîsê Torosa sipî da ber agir

    Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê berdan  

    Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê berdan  

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Xezeyê di nava rojekê de 3 kes ji birçînan mirin!

    Li Xezeyê di nava rojekê de 3 kes ji birçînan mirin!

    Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Li dijî hêzên me 150 êriş pêk hatin

    Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Li dijî hêzên me 150 êriş pêk hatin

    Tiryakkêş û ereqvexwar Çemê Malabadê qirêj dikin

    Tiryakkêş û ereqvexwar Çemê Malabadê qirêj dikin

    Komîsyon dê îro malbatên polîs û leşkeran guhdar bike

    Komîsyon dê îro malbatên polîs û leşkeran guhdar bike

    Li ber Meclîsê Torosa sipî da ber agir

    Li ber Meclîsê Torosa sipî da ber agir

    Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê berdan  

    Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê berdan  

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Koçer li dijî bajarîbûyînê li ber xwe didin

Bazîd Evren /AW

19 TEBAX 2025 - 08:10
Kategorî: ÇAND, MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Koçerên herêma Aşkîta ya navçeya Elbakê ku ji Sêrtê hatine, tevî zêdebûna jiyana bajarîbûyînê jî çanda xwe ya komînal diparêzin û xwedî lê derdikevin. 
Koçerên herêma Aşkîta ya navçeya Elbakê ya Wanê ku ji Sêrtê hatine, tevahî jiyana xwe li deşt û zozanan di nava pez de derbas dikin. Di nava Kurdan de cihekî taybet yê koçeran û çanda koçertiyê heye. Koçertî, xwedî jiyaneke komînal e û dêmanîbûnê (jiyana xwecihi) qebûl nakin. Zivistanan vedigerin deştan û cihên germ û havînan jî diçin zozanan û cihên bilind. Tevahî koçer sewalên biçûk ên weke mîh, bizin xwedî dikin û tevahî jiyana wan li deşt, çiya, zozan hwd. derbas dibe.
Saleke koçeran çawa derbas dibe?
Koçer Haci Taşçi, da zanîn ku malbata wan tevahî koçertî kirine û ti caran dev ji çanda xwe berneda ne. Haci Taşçi, behsa saleke xwe ya koçeriyê kir û got: “Gelek zor û zihmetiya koçeriyê heye, lê belê xweşiya wê jî gelek e. Di mehên havînê de em tên zozanên hînik, avên wê sar in û hewayê wê xweş e. Em pez, mal û zarokên xwe tînin vir û 3 meh û 3 meh û nîv li vir dimînin. Payîzê jî zarokên biçûk, pîr û kal û eşyayê giran dişînin Sêrtê. Yên mayî jî li gel pez serê payîzê rêdikevin û serê zivistanê li Cizîrê, Silopya, Nisêbîn, Mêrdîn hwd. bi cih dibin. Li wir jî em konan vedidin û pezê xwe jî şevê dikin çadirên spî yên mezin de. Baharê jî hêj hewa germ nebû em ber bi zozanan ve bi rê dikevin. Ji xwe pezê me jî elimiye, heke em hewayê hînik de ranekin, tev zerek dibin nexweş dikevin.”
‘Em hêvî dikin pêvajo bibe wesileya aştiyê’
Haci Taşçi, diyar kir ku wan ji salên 1985an heta niha gelek rojên zihmet derbas kirine û anî ziman ku ew gelek caran di nava şer û pevçûnan de mane. Haci Taşçi, bi lêv kir ku tevî van rojên nexweş jî wan li ber xwe daye û wiha berdewam kir: “Hêviya me ew e ku xweşî bikeve di nava miletê me de. Ne tenê me koçeran, hemû miletê ku vî welatî, li Kurdistana Bakur dijî nexweşî dît û pirsgirêkên mezin jiyan. Ne cerdewanan, leşkeran, ne polîsan, ne koçeran, ne gundiyan ti kesî xweşî nedîtiye. Em di wê baweriyê de ev ev pêvajo bibe wesîleya aştiya li welatê me û Tirkan.”
‘Zarokên me ji xwendevanan çêtir in’
Haci Taşçi, bal kişand ser jiyana bajarîbûyînê û got ku ew rê nadin ciwanên xwe ku jiyaneke bajarî bijîn. Haci Taşçi, sedema vê yekê jî vegot û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Min heft zarok hene û min yek jî neşandiye dibistanê. Berê me digot kesekî diçe dibistanan xwendewan e û zana ye. Miletê me yê çol û çiyayan, gundan mezinbûyî, jiyana bajarî nejiyayî û neçûne dibistanan ji yên din gelek edebtir in û rêz, çand û tertîbata wan gelek ji yên xwendevan çêtir e. Niha tu bê mala min, dê hemû zarokên min xizmeta te bikin heta tu diçî, lê malbateke bajarî heke dayik û bav li cem te rûnenên, zarokên wan ên xwendevan bi te re mijûl nabin. Tim bi telefonê mijûl dibin. Ji mirovanetiyê derketine. Telefonên zarokên min jî hene, lê me wisa perwerde kirine ku me wî exlaqê nebaş dûr hiştine. Li ba me siyaneta insanan ji her tiştî girîngtir e. Berê em bi fikar bûn ku zarokên me cahil û nezan dimînin, lê niha em lê dinêrin zarokên me gelek ji xwendevanan çêtirin.”
‘Çanda koçertiyê çandeke qedîm e’
Di berdewamiyê de Haci Taşçi, behsa parastina çanda koçertiyê kir û binê wê xêz kir ku çanda koçertiyê çandeke qedîm e. Haci Taşçi, da zanîn ku ev çand ji dîrokê tê û ev tişt anî ziman: “Berê herkesî alîkariya hev dikir û diçûn zibaran. Ti kesî behsa pere nedikir. Berê digotin pezê filankesan dê were ber cewiziyê (birîna hiriya pez) û herkesî ji mala xwe hevrîngê (amûra pê hiriyê dibirin) xwe dida destê xwe diçûn alîkariya malbatê. Lê niha hertiş bûye pere, ji bo min îsal ji Sêrtê 10 cewizî hatin, roja wan 5 milyar (5 hezar TL). Di çanda koçertiyê de hevgirtin û tifaqî heye. Lê mixabin niha gelek kêm bûye. Ev çand, çandeke civakî ye û lewma divê bê parastin.”
‘Alîkarî û tifaqbûn serê her tiştî ye’
Haci Taşçi, da zanîn ku her sala diçe mirov xweziyan bi sala çûyîn diîne û her ku diçe rihim, tifaqî û hezkirina mirovan kêmtir dibe. Haci Taşçi, diyar kir ku di navbera salên çûyî û niha de gelek ferq heye û wiha dawî kir: “Em mirovên demên berê ne. Li gor me qencî ji qenciyê tê. Tu xerabiyê hindik jî bikî bes e, lê belê tu çiqas qenciyê bikî jî têr nake. Alîkarî û tifaqbûn serê her tiştî ye. Li gundan ev çand hêj jî maye û bingeha wê xûrt e.”
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Xezeyê di nava rojekê de 3 kes ji birçînan mirin!

Li Xezeyê di nava rojekê de 3 kes ji birçînan mirin!

19 TEBAX 2025
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Li dijî hêzên me 150 êriş pêk hatin

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Li dijî hêzên me 150 êriş pêk hatin

19 TEBAX 2025
Tiryakkêş û ereqvexwar Çemê Malabadê qirêj dikin

Tiryakkêş û ereqvexwar Çemê Malabadê qirêj dikin

19 TEBAX 2025
Navenda Mûzîkê ya Şinriwê tevî deynên giran karê hunerê didomîne

Navenda Mûzîkê ya Şinriwê tevî deynên giran karê hunerê didomîne

19 TEBAX 2025
Komîsyon dê îro malbatên polîs û leşkeran guhdar bike

Komîsyon dê îro malbatên polîs û leşkeran guhdar bike

19 TEBAX 2025
Li ber Meclîsê Torosa sipî da ber agir

Li ber Meclîsê Torosa sipî da ber agir

19 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (279)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne