• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

    Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

    Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

    Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

    Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

    Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

    Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ne kameraya wan ne jî pênûsa wan dê tu carî li erdê nemîne’

Fexredîn Kiliç / AW

21 KANÛN 2024 - 08:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan ku qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kirin, destnîşan kirin ku hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e û gotin: “Ne kameraya rojnamevanan ne jî pênûsa wan dê tu carî li erdê nemîne.”

 

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19 Kanûnê de dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balafireke bêmirov û biçek (SÎHA) a dewleta tirk ve hat bombebarankirin û hatin qetilkirin. Gelek saziyên pîşeyî yên rojnamevanan, sazî û dezgehên sivîl ên civakî û partiyên siyasî qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kirin. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê Selman Çîçek, Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û Nûnerê DÎSK Basin-Îşê yê Amedê Hakki Boltan qetilkirina Bîlgîn û Daştan û armanca hedefgirtina wan nirxandin.

‘Hevalên me heqîqet dişopandin’

Hevserokê DFGê Selman Çîçek bi bîr xist ku êrişên dewleta Tirk û koma paramîlîter SMO ya girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin û wiha got: “Çapemeniya tirk polîtîkayên şerê qirêj didomînin û dixwazin bi nûçeyên çewt kelecan û baweriya gel bişikînin. Lê hevalên me Cîhan û Nazim li wir heqîqet dişopandin. Dixwestin nûçeyên rast û heqîqetê derxînin holê û van ji rayagiştî re pêşkeş bikin. Hevalê me yên Nazim hem li Reqayê hem li Kobanê û hem li aliyê Şengalê nûçe çêkirin. Heqîqet dişopand. Hevala me Cîhan jî li Kobanê li Reqayê li aliyê Qamişloyê hem nûçeyên heqîqetê hem jî nûçeyên jinên azad dişopandin. Armanca her du hevalên me heqîqet bû, aştî bû. Nûçeyên wan jî civakî bûn û ji bo aştiyê bûn.”

‘Rojnamevan bi zanebûn hedef girtin’

Selman Çîçek, diyar kir ku dewleta Tirk rojnamevan bi zanebûn hedef girtin û wiha domand: “Berê jî li Silêmaniyê hevalên Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin hedefgirtin. Ev ne dawî ye. Ji Cengîz Altûn heta Nazim, heta Cîhan Bîlgîn hêj jî şehîdên me çêdibin. Lê em ê dest ji şopandina wan bernedin, em ê heta dawiyê ji bo heqîqetê binivîsin.”

‘Ji ber ku rastî derxistin holê hedef hatin girtin’

Seroka MKGê Roza Metîna jî got ku “Li dijî rojavayê Kurdistanê êrişeke mezin heye” û wiha axivî: “Piştî ku hevsengiya leşkeri û polîtîk a Sûriyeyê guherî û şunde li wir êrişên dewleta tirk hin zêdetir û dijwar bûn. Ji xwe berê jî êriş hebûn û berê jî rojnamevan dibûn hedef. Niha jî hedefgirtina kedkarên Çapemeniya Azad jî ji bo rastiyên niha li Rojava li Sûriyeyê diqewimin dernekevin holê. Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li wir di nava şert û mercên zehmet de ji bo heqîqetê ji gel re ragihînin û bi taybetî jî nelirêtî û qirêjiyên ji aliyê komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ve, îro li ser wê axê rûdidin radigihandin. Ji ber ku vê rastiyê derdixînin holê hedef tên girtin. Di heman demê de li gel derxistina holê ya rastiyan li wir têkoşînek jî heye. Li wir bi pêşengiya jinên kurd têkoşîneke li dijî van êrişan heye. Bi taybetî kedkarên çapemeniya azad jî hem vê têkoşînê nîşanî Rojhilata Navîn dide hem jî nîşanî cîhanê didin. Ji ber ku ew têkoşîn jî dernekeve holê û belav nebe û ji bo ku mirov ji wê têkoşînê feyze negirin ev êriş tên kirin. Berê jî bi taybetî li wir jinên rojnamevan hatin hedefgirtin. Ji bo ku rola jinê ya li qada çapemeniya azad gelekî girîng e û ji civakê re jî dibe mînakeke erênî.”

‘Em ê li dijî êrişan dev ji pênûsa xwe bernedin’

Roza Metîna, bi bîr xist ku pîşeya rojnamevaniyê pîşeyeke girîng e û wiha domand: “Ev rol û misyona kedkarên çapemeniya azad jî dibe hedef. Îro li Tirkiyeyê û Kurdistanê rojnamevan di bin zext û zordestiyê de ne. Nahêlin ku qadeke azad rojnamevan karên xwe bikin. Rojnamevanan binçav dikin, digirin, zordestiyê li wan dikin. Bi vî awayî dixwazin bitirsînin. Dixwazin li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rojnamevan karên xwe nekin. Û li wir jî bi SÎHAyan êriş dikin. Em dikarin bejin li dijî Çapemeniya Azad êrişên piralî hene. Li dijî van êrişên piralî jî weke MKG û DFG em jî li qadê daxuyaniyê didin û em dengê xwe li dijî qetilkirina rojnamevanan bilind dikin. Em dibêjin wê tu carî ne kameraya rojnamevanan ne jî pênûsa wan li erdê nemîne. Em ê her tim li keda çapemeniya azad xwedî derkevin. Em ê li dijî van êrişan dev ji pênûsa xwe bernedin. Rojnamegerî ne sûc e.”

‘Ji aliyekî sûcê şer e ji aliyê din jî neyartiya li dijî rojnamevanan e’

Nûnerê DÎSK Basin-Îşê yê Amedê Hakki Boltan jî bi lêv kir ku careke din bi êrişeke li dijî rojnamevanan hişyar bûn û wiha got: “Beriya êrişê hem Nazim hem jî Cîhan li ser karê xwe bûne. Karê xwe dikirin, nûçegihanî dikirin. Agahiyên didan jî agahiyên gelek krîtîk bûn. Hem ji aliyê Bendava Tişrînê ve hem jî ji aliyên din ve agahiyên ku dan rastiya şer a li wê derê destnîşan dikirin. Xuya dike ku kesên ji wan agahiyan ne rehet bûn hebûn. Ew kesên ji wan rastiyan û agahiyan ne rehet bûn xuyaye ku desthilata dewleta Tirkiyeyê bû. Hatiye pesendkirin ku bi SÎHAyên Tirkiyeyê êriş pêk hatiye. Ev jî nîşan dide ku bi zanîn hedef hatine girtin û rast e rast hatine qetilkirin. Dihate zanîn ku ew rojnamevan in û ji nûçeyê tên lê dîsa êriş kirine. Ji aliyekî ve sûcê şer e ji aliyê din jî neyartiya mezin a li dijî rojnamevanan e. Bi taybetî jî rojnamevanên kurd. Em careke din li vir dibin şahidê neyartiya li rojnamevanên kurd. Çawa ku Cîhan û Nazim xebatên xwe li qada şer pêkdianîn. Cihê ku herî xeter û herî zêde rastî lê dihate veşartin nûçegihanî dikirin. Ji bo rayagiştî agahiyên rast dişandin. Ev jî çandeke, çanda Çapemeniya Azad bi xwe ye. Hemû xebatkarên çapemeniya azad xwediyê wê helwestê ne. Ew helbest xebatkar û xizmetkarê şopandina heqîqetê ye. Ev yek dê her tim berdewam bike. Ji 1990î heta îro ev têk neçûye her ku çûye xurt bûye. Bi qetilkirina hempîşeyên me bi tu awayî encamekî nagirin. Berovajiyê vê dê dewleta Tirkiyeyê dê di raya giştî û cîhanê de dê teşhir û mehkum bike.”

Etîket: Cîhan BîlginDFGDÎSK Basin-ÎşMKGNazim Daştanqetilkirina rojnamevanan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MKG: Zextên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin

MKG: Zextên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin

5 SIBAT 2026
Eren: Ji bo rastî neyên zanîn zextên li ser çapemeniyê zêde kirin

Eren: Ji bo rastî neyên zanîn zextên li ser çapemeniyê zêde kirin

3 SIBAT 2026
DFGê û MKGê li Nisêbînê daxuyanî da: Rojnamegeran berdin

DFGê û MKGê li Nisêbînê daxuyanî da: Rojnamegeran berdin

21 ÇILE 2026
Orhan Karaagar di salvegera 33yemîn de hate bibîranîn

Orhan Karaagar di salvegera 33yemîn de hate bibîranîn

19 ÇILE 2026
Gok: Kalo di her gotinek me ya heqîqetê de ye

Gok: Kalo di her gotinek me ya heqîqetê de ye

16 ÇILE 2026
Muxabîrê ma Oruç bi kutişê ame destbenkerdene

DÎSK Basin-Îş: Divê Nedîm Orûç demildest bê berdan

15 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (546)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne