Amedekariyên mitînga ku dê çend saet şûnde li Wanê bê lidarxistin, xilas bûn. Welatiyên Wanê bi kelecan li heviya mîtîngê ne. Gel dê di mîtîngê de azadtiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixwaze.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê saet di 17.00an de bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî dê biser keve” mîtîngê li dar bixin. Mitînga di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dê li Parka Musa Anter pêk bê. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û aktivîsta TJAyê Gulten Kişanakê di mitîngê de biaxivin. Hunermend Xecê û Aylîn Demîrkaya dê konser bidin.
Mijara mitîngê dê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de be. Di mitîngê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û gavên pêwîst ên ji bo pêvajoyê dê bên vegotin. Welatiyên wanê bi kelecan li heviya mîtîngê ne. Tê payîn ku zêdetirî sed hezar kes beşdarî mîtîngê bibe.