• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

    Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Ji bo hemû girtiyan azadî’

Navenda Nûçeyan / AW

23 TEBAX 2025 - 16:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş di çalakiya 700emîn a rûniştina Fyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin hemû girtî bên berdan.

Xizmên girtiyên nexweş û parazvanên mafên mirovan ji bo girtiyên nexweş bên berdan her hefte çalakiya Rûniştina F li dar dixin. Parêzvanên mafên mirovan, vê hefteyê li İzmir, Stenbol û Enqereyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş.

Îzmîr

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, di daxuyaniya li ber Sumerbank a Konakê de, pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemine, nebe şirîkê sûc” vekirin. Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Mustafa Kizartici, anî ziman ku li girtîgehan rewşa 335 girtiyan giran e û ji van 230 jê nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin.

Kizartici bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Arzû Cansever a 39 salî ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye. Kizartici got: “Di sala 2014’an de li Yozgatê, kesê pê re zewicandî bi tivingê bera nigê wê û milên wê daye. Arzû Cansever li nexweşxaneyê hatiye emeliyatkirin, lê nigên wê nehatine xelaskirin û ji çokê berjer hatine ampûtekirin. Nexweş di dîrokên cuda de li nexweşxaneyan hatiye dermankriin. Lê ji ber derba tivingê ji sedî 99 astengdar bûye. Di rapora hatiye dayîn de hatiye gotin ku divê ‘sendelyeya bieku ya biteker bi kar bîne.’ Raporên der barê tenduristiya wê de hatine pêşkêşkirin. Çendî eşkere ye ku nikare di girtîgehê de bimîne jî, rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ hatiye dayîn û daxwaza ji bo berdana wê hatiye redkirin. Nexweş bêyî piştgiriya kesên din nikare jiyana xwe bidomîne.”

Kizartici xwest ku Arzû Cansever a ji sedî 99 astengdar e û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne demildest bê berdan.

Stenbol

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD a Stenbolê jî çalakiya vê hefteyê li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di daxuyaniyê de banga berdana hemû girtiyên nexweş hat kirin. Endama komisyonê Meral Nergîz Şahînê destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan têdikoşin. Meral Nergîz Şahînê bilêv kir ku xebatên Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê didomin û got: “Em jî ji vir bang dikin. Em ji bo pirsgirêkên li girtîgehan çareseriyekê dixwazin.”

Meral NErgîz Şahînê diyar kir ku li girtîgehan 335 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û got ku divê astengiyên li ber dermankirina girtiyên nexweş bên rakirin û girtiyên nexweş bên berdan.

Enqere

Înîsyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş jî di çalakiya 572yemîn de li Kolana Sakaryayê kom bû. Di çalakiyê de îşaret bi rewşa girtiyê nexweş Abdullah Zorarslan ê di Girtîgeha Eregliyê de hat kirin. Endamê Şaxa ÎHD a Enqereyê Kaan Gokçek da zanîn ku Zorarslan di girtîgehê de 4 caran emeiluat bûye û got ku ji ber emeliyatê ji sedî 85’ê roviyê wî yê zirav hatiye jêkirin.  Gokçek destnîşan kir ku nexweşiyên giran ê Zorarslan hene û nikare bi tena serê xwe di odeyeke wekî hucreyê de bimîne û xwest ku Zorarslan demildest bê berdan.

şalakiyên heftane yên ji bo berdana girtiyên nexweş didome. Parêzvanên mafên mirovan, vê hefteyê li İzmir, Stenbol û Enqereyê bal kişandin er rewşa girtiyên nexweş.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

1 TÎRMEH 2026
KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

1 TÎRMEH 2026
Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

1 TÎRMEH 2026
KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

1 TÎRMEH 2026
Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

1 TÎRMEH 2026
KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

1 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MYKa DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (21)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne