Enqere – Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban ku di Komîsyona Meclîse de axivîbû, anî ziman ku gelek kêmasiyên komîsyonê hene û got: “Divê komîsyon demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike.”
Mehek berê li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî hat avakirin. Komîsyon bi beşdarbûna 51 endamên partiyên siyasî xebatên xwe didomîne. Li gor pêşniyarên partiyan kesayet, komele, sazî û dezgeh wê di komîsyonê de bên guhdar kirin. Piştî guhdarkirinê jî komîsyon wê ji partiyan pêşniyaran bigire û li gor pêşniyarên qanûnî wê bişînin meclîse. Herî dawî li komîsyonê civîna 5an hat li darxistin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban ku di civîna 5an de axivî û pêşniyarên xwe anî ziman tekildarî avabûna komîsyonê û kêmasiyên ku hene ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Huseyîn Kuçukbalaban bi bîr xist ku pêvajo piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî merhaleyekê bûye û divê ji bo wê yekê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bike. Huseyîn Kuçukbalaban destnîşan kir ku komîsyon divê bi qanûnê bihata avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî banga birêz Abdullah Ocalan PKKê xwe fesîh kir û piştre jî merasîma şewitandina çekan li darxist. Weke ÎHDê ez û çend hevalên me yên komeleyê jî beşdarî merasîme bûn. Envantarên hatibûn şewitandin jî em jî di nav de, dan 3 saziyan. Piştre jî li meclîse bi beşdarbûna partiyên siyasî yên Tirkiyeyê bi 51 parlamenteran komîsyon ava kirin. Weke ÎHDê em jî tevlî civîna 5an a komîsyonê bûn. Me jî di komîsyonê de pêşniyarên xwe anîn ziman. Lê di komîsyonê de kêmasî hene. Kemasî ya yekemîn ew ê ku tu qanûnên komîsyonê tune ye. Tenê bi biryara serokê meclîse hatiyê ava kirin. kêmasiya 2an jî ew e ku komîsyonê hîna jî bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye. Di rojeva wan de jî hevdîtineke bi vî rengî tune ye. Me ew kêmasî di civîna meclîse de jî anî ziman.”
‘Divê dewlet gavan bavêje’
Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku gav neavetina dewletê ji bo pêvajoyê pirsgirêkan derdixîne hole û ev tişt gotin: “Birêz Abdullah Ocalan kelemên li pêşiya pêvajoya aştiyê yek û yek ji holê rakir. PKKê xwe fesîh kir. Komek çekên xwe şewitandin û gav avetin. Lê dewletê heta niha tu gav neavetiye. Tenê gava ku avetiyê ew komîsyon e. Lê ew komîsyon jî gelek kêmasiyê wan hene. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re bi lez hevdîtinekê bikin. Li dîaspora û her derê gelek siyasetmedar û saziyên Kurd hene divê bi wan re jî hevdîtinan bike. Ya din jî divê koma ku çekên xwe şewitandine komîsyon bi wan re hevdîtin bike û nêrînên wan jî bigire. Ji ber ku gelek endamên PKKê hene. Ew jî dê çêk berdin. Ji bo ew çekan berdin jî divê ji aliyê hiqûqî ve sererastkirinek pêk bê. Gelo yên ku çek berdane wê çawa werin Tirkiyeyê? Dê çawa tev li siyaseta demokratîk bibin? Di vê derbarê de tu temînatek nehatiyê dayin.”
‘Ew pirsgirêk bi vî awayî çareser nabe’
Huseyîn Kuçukbalaban bal kişand ser destûr nedayina axaftina Kurdî jî û got ku pêvajoya aştiyê nameşe. Huseyîn Kuçukbalaban destnîşan kir ku ji bo pêvajo bimeşe divê gavên demokratik bên avetin û wiha pê dê çû: “Di civîna komîsyonê de Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê axivîn. Dayikên Aştiyê dema ku xwestin bi Kurdî daxwaz û pêşniyarên xwe bînin ziman destûr nehat dayin. Ew sosret e. Şerm e. Jixwe zimanê Kurdî azad bûna, pirsgirêka Kurd jî dernediket hole. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ziman bingeha sereke ye. Yanî Kurdî azad nebe hûnê çawa pirsgirêka Kurd çareser bikin? Sed sal in pirsgirêka Kurd heye. 40 sal in şerê çekdarî heye. Pirsgirêkên ku ji gelek aliyan ve werin çareser kirin hene. Aliyê ziman, çand, siyasî, civakî û aborî hene. Di van 40 salan de gelek kes di bin çavan de hatinê windakirin. Gelek gorên komî hene. Li gor daneyên ÎHDê 4 hezar kes di van goran de ne. Ew kî ne. Ew hê ne diyar e. Divê komîsyona edalet û heqîqetê bê avakirin. Lê em nikarin qala van bikin. Ji ber ku pêvajo nameşe. Komîsyon hê tahamulî zimanê Kurdî nake. Ew pirsgirêk bi vî awayî çareser nabe. Me daxuyanî da û me komîsyon vexwand ku lêborînê ji Dayikên Aştiyê û gel bixwaze. Divê vê kêmasiyê vegerin. Gavên demokratîk bavejin ku pêvajo bimeşe.”
‘Divê mafê heviyê pêk bê’
Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku di girtîgehan de hezaran girtiyên nexweş û girtiyên siyasî hene û ji bo pêşketina pêvajoyê divê girtiyên siyasî bên berdan. Huseyîn Kuçukbalaban bal kişand ser mafê heviyê û axaftina xwe wiha domand: “Li gor daneyên ÎHDê herî kêm hezar û 412ê girtiyên nexweş hene. Divê demildest ew girtî bên berdan ku tedawî bibin. Her wiha bi hezaran girtiyên siyasî hene. Divê ew jî demildest bên berdan. Heke girtiyên siyasî neyên berdan yên ku di destê wan de çek heye wê çawa çekan daynin û bên Tirkiyeyê. Divê di vî warî de jî ji aliyê hiqûqî ve gav bên avetin. Ya din jî mafê hêviyê divê bê dayîn. Ew li gorî hiqûqê mecburî ye. DMMEyê di 2014an de ji bo birêz Abdullah Ocalan biryar da ye ku kesek 25 sal an di girtîgehê de bimîne rewşa wî ya girtîgehê binirxînin. Birêz Abdullah Ocalan ne kesayeteke. Rêberê Gelê Kurd e. Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de aktorekî krîtîk e. Ji ber wê dewlet di demeke nêz de mafê heviyê ji bo birêz Abdullah Ocalan û 4 hezar kesên din pêk bîne. Divê mafê hêviyê ji bo girtiyan pêk bê. Gelo ew nebe pirsgirêk çareser dibe? Na nabe.”
‘Pêvîstê partiyên siyasî û saziyên sivîl ji bo vê komîsyonê qanûnek bixwazin’
Huseyîn Kuçukbalaban herî dawî diyar kir ku pirsgirêka Kurd divê ji hemû aliyan ve were destgirtin û ev tişt anîn ziman: “Li gor daneyên ÎHDê 2 hezar û 700 gund hatinê valakirin. Bi milyonan kes jî koçberî metropalan û ewropa bûne. Divê ew jî vêgerin gundê xwe. Lê heta niha di pêvajoyê de nîqaşên van jî tune ne. Hîn pêymanên navneteweyî hene ku dewletê qet îmze nekiriye. Li gorî peymanê divê tu kes di bin çavan de neyê windakirin. Dewlet divê vê peymanê jî îmze bike. Birêz Abdullah Ocalan jî got divê saziyên demokratik, ên jinan û hiqûqê divê xwedî li pêvajoyê derbikevin. Heke sazî jî tevlî pêvajoyê bibin wê kêmasiya komîsyonê jî sererast bikin. Pêvîste partiyên siyasî û saziyên sivîl ji bo vê komîsyonê qanûnek bixwazin û aştî di nav gel de were nîqaşkirin. Divê em ji pêvajoya berê ders bigrin. Ji bo aştiyê ji destê kê çi tê divê bikin.”