Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku leşkerên Tirk ji ser sînor gule reşandin û di êrîşê de zarokek bi giranî birîndar bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku leşkeran êvara 25ê Tebaxê saet di 21:30î de li ser sînorê Kobanê gule reşandine û zarokekî 15 salî yê li hundirê dikanê bi giranî birîndar bûye.