Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan di komîsyonê de axivî û diyar kir ku ji bo baweriya civakê û pêvajoya aştiyê divê dîalogeke aşkere û gavên çareseriyê bêne avetin.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin li meclisê civîna xwe ya 6emîn li darxist. Di civîna 6emîn de Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û Serokên Baroyên Enkere, Çewlîg, Amed, Hatay, Stenbol, Meletî, Mêrdîn, Mersîn, Wan û Sêwasê hatin guhdarkirin. Runiştina yekem a civînê bi axaftina Numan Kurtulmuş dest pê kir. Piştî axaftina Numan Kurtulmuş Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan axivî.
Erînç Sagkan anî ziman ku ji aliyekî di meclise de komîsyon hatiyê ava kirin û ji aliyê din ve jî girtin berdewam dikin û wiha got: “Li aliyekê di bin banê meclisê de ji bo yekbûna civakî xebatên di warê azadî, demokrasî û dewleta hiqûqê de wekî armanc têne destnîşankirin. Lê li aliyê din hin sepandinên dadwerî û biryarên îdarî yên dijî hiqûqê bi temamî li dijî vê armancê dixebitin. Li aliyekê armanca xurtkirina yekîtî û hevgirtina neteweyî tê danîn. Lê li aliyê din biryarên binçavkirin û girtinê yên dijî hiqûqê diqewimin. Ev rewş bi kûrahî wijdana raya giştî diêşîne.”
Erînç Sagkan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo civak ji pêvajoyê bawer bibe 4 xal pêşniyar kirin. Ew xal wiha ne: “*Girtinên keyfî;
Li Tirkiyeyê, di hin dadweriyan de tedbîra girtinê ya ku divê wekî çareya dawî û îstîsnayî bê sepandin, bi awayekî bêpîvan û keyfî tê bikaranîn.
*Binpêkirinên giran ên li dijî azadiya xwe îfadekirinê
Di biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê yên têkildarî Tirkiyeyê de hate diyarkirin ku girtin di warê rojnamevanan de wekî amûreke cezakirinê û bastirina azadiya çapemeniyê tê bikaranîn.
*Necihbicîhkirina hin biryarên dadwerî
Em di wê baweriyê de ne ku necihbicîhkirina biryara Dadgeha Destûrî ya derbarê Can Atalay de, ku divê di Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê de bûya lê niha di girtîgehê de ye. Herwiha biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê yên derbarê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de, binpêkirina maf û azadiyên takekesî ne û zirareke ku nayê telafîkirin dide têgihîştina dewleta destûrî û demokrasiya destûrî. Di vê çarçoveyê de, divê hewcedariyên van biryaran bê derengî bên cihkirin. Divê cezayên ji bo necihbicîhkirina biryarên dadwerî bi berfirehî bên diyarkirin.
*Bikaranîna qeyûman
Em di wê baweriyê de ne ku divê ev sepandina antîdemokratîk, ku zirareke mezin dide pergala demokratîk, bi lez bê çareserkirin. Di vê çarçoveyê de, divê sepandina dûrxistina organên hilbijartî yên rêveberiyên xwecihî ji kar, ji bilî sûcên têkildarî erkên wan, bê bidawîkirin. Divê were destnîşankirin ku kesên ku dê li şûna kesên hatine dûrxistin erkê bikin, bi hilbijartinê bêne diyarkirin.