• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Enqereyê meşa aştiyê hat lidarxistin

Enqere / AW 

1 ÎLON 2025 - 20:22
Kategorî: ROJANE
A A
Hezên Ked û Demokrasiye ya Enqere tekildarî 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê çalakiya meşek li dar xist û daxwaza aştiyê anî ziman.

Hezên Ked û Demokrasiye, bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê çalakiya meşe li dar xist. Partiyên siyasî, saziyên sivîl ên giredayî Hezên Ked û Demokrasiye û gelek kes tevlî bûn. Girse li ber Metroya Kolejê ya navçeya Çankaya heta Qada Sakaryayê meşiya. Girse di meşê de bênavber dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, “Demildest Aştî”, “Xweza, Aştî, Azadî” û “Bijî yekitiya jinan” berz kirin. Piştî mesşê li qada Sakaryayê daxuyanî da.

‘Tirkiye divê dev ji polîtîkayên şer berde’

Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê endama Komeleya Ziman û Çandê ya Ankayê (ANKA- DER)  Cansû Çetîn ve hat xwendin. Cansu Cetîn bi lêv kir ku ew aştî, wekhevî û edaletê dixwazin û wiha got: “Em aştiyê, wekheviyê û edaletê dixwazin! Ji bo aştiyeke mayînde li Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd, rakirina astengiyên li ser zimanê dayikê, perwerdeya bi Kurdî û azadiya girtiyên siyasî şertên bingehîn in. Binpêkirinên mafên mirovan, bi taybetî li girtîgehan, divê bi dawî bibin; Qanûna Dij-Terorê bê betalkirin û girtîgehên ewlehiya bilind bên girtin. Tirkiye divê dev ji polîtîkayên şer berde, ji deverên dagirkirî yên Sûriyeyê vekişe û piştgiriya komên wekî HTŞ bi dawî bike.”

‘Aştî têkoşîneke hevpar a hemû gelan e’

Di berdewama axaftina xwe de Cansû Cetîn bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerên li Rojhilata Navîn, Filistîn, Îran û Ukraynayê encama pevçûna berjewendiyên emperyalîst in. Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Filistînê ya ji bo azadiyê û li dijî dagirkeriya Îsraîlê ne.Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e; ew pêkanîna edalet, wekhevî, mafên demokratîk, parastina xwezayê, mafên jinan, karkeran, LGBTI+ û elewiyan e. Têkoşîna civakî li kolanan, cihên kar, bi rêxistinên wekî sendîka û platformên jinan ji bo aştiyê girîng e. Komîsyona aştiyê ya parlamentoyê divê bi şefaf bixebite, lê înîsiyatîf bi destê gel be. Parastina xwezayê û mafên heywanan jî beşek ji aştiyê ye. Aştî li welatekî ku xweza tê talankirin û heywan tên kuştin ne mimkun e. Aştî têkoşîneke hevpar a hemû gelan e, ne qenciyek ji hikûmetê ye. Nazım Daştan, Cîhan Bîlgîn û Sirri Sureyya Onder bi têkoşîna xwe ya ji bo edalet, wekhevî û demokrasiyê di têkoşîna aştiyê de bûne sembol. Em wan bi hurmet bi bîr tînin û tekez dikin ku aştî bi têkoşîna civakî û yekîtiya gelan pêkan e.”

Piştî daxuyaniyê parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Sevîlay Çeleng axivî û bi lêv kir ku qonaxa ew di tê de ne qonaxeke dîrokiyê û divê hemû kes xwedî li pêvajoyê derbikeve.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: aştîAzadiEnqeremes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

29 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026
Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

27 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

Li Enqereyê îro jî 55 kes hatin girtin

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne