Enqere – Hevserokê PYDê Xerîb Hiso destnîşan kir ku gefxwarinên Devlet Bahçelî û rêyedarên Tirkiyeyê ne li gorî ruhê pêvajoya aştiyê ne û got: “Li aliyekî gefan bixwin û daxwaza şer bikin û li aliyekî jî aştiyê bixwazin, ev nabe. Şer hem miletê bêbawer dike û hem jî aştiyê lawaz dike.”
Li Suriye û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê piştî HTŞê hikumeteke nû ya demkî ava kir alozî ranewestiyan. Gotobêjên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê jî ji ber rêveberên Tirkiyeyê bandor li desthilata Şamê dike nagihîje encamekê. Herî dawî jî Serokê MHPê Devlet Bahçelî gefa destwerdana leşkerî li dijî Rojava xwar. Piştî gefxwarina Devlet Bahçelî, Cigirê Serokê Giştî yê AKPê Omer Çelîk jî gef li Rojava xwar û got heke ku Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çekên xwe daneyne pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiyê destpêkirin jî wê “xerab” bibe. Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, têkildarî gefên Devlet Bahçelî û rewşa Rojavayê Kurdistanê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Xerib Hiso da zanîn ku Sûriye tevî ku dewleteke xweser e jî gefên rêyedarên Tirkiyeyê di demên dawî de dixwin ne rast e û wiha got: “Li Sûriyeyê aloziyeke mezin heye. Hemû gelên Sûriyeyê di nav îşkenceyekê de derbas dibin. Ewlekariya ku Sûriyeyê li pêş bikeve wê bibe sedema ewlekariya Tirkiyeyê û dewletên cîran jî. Ew jî wê ji vê sûdê werbigirin. Lê dema ku şer û pêvçûn berdewam bikin, rewşa Sûriyeyê xeter dibe. Devlet Bahçeliyê ku yek ji pêşengên pêvajoya aştiyê ye, daxuyaniya wî ya dawî ne li gorî ruhê pêvajoya aştiyê ye. Çawa ku li Bakur û Tirkiyeyê qala çareseriyê tê kirin divê ji bo Sûriyeyê jî heman daxuyaniyan bidin. Heke çareseriyeke demokratîk li Sûriyeyê pêş bikeve bi vê yekê em dikarin pêşiya aloziyan bigirin.”
‘Heke êriş bibe em ê parastina xwe ya rewa bikin’
Xerib Hiso di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku heke li dijî wan êrişek pêk were ew dê parastina xwe ya rewa bikin û ev tişt gotin: “Em hêzek û civakek rêxistinkirî ne. Ew hêz û derfetên me hene ku em jî şer bikin. Hêza me ya parastin û avakirinê heye. Tedbîrên me jî di vê çerçoveyê de ne. Em ê li ber xwe bidin. Îmkan û derfetên me jî hene. Lê em naxwazin şer çêbibe. Bi gefên wisa çareserî çênabe. Devlet Bahçelî sala par çawa qala aştiyê kir di asta cîhanê de bandoreke mezin kir. Lê hê sal temam nebûye bi zimanekî tund gefan li me dixwe. Ev yek nayê qebûlkirin. Gefên wisa aramiya hemû herême têk dibe. Divê daxuyanî di çerçoveya çareseriya pirsgirêkan de bên dayîn. Ya bi wate û aqilmendî ev e, zimanê aramî û avakirinê ye.”
‘Di vê rewşê de çekdanîn zehmet’
Xerîb Hiso bal kişand ser gefên rayedarên Tirkiyeyê ku dibêjin “divê HSDê çekên xwe dayne” û axaftina xwe wiha domand: “Rêyedarên dewleta Tirk her tim qala HSDê dikin. Dixwazin HSDê lewaz bikin û belav bikin. HSDê hêzeke neteweyî ya Sûrî ye. Hêzeke demokratîk e. Tu zerara wê negehîştiye tu dewletên cîran. Tu gef jî nexwariye. Tenê dewleta Tirkiyeyê hincetên weke ewlehiyê derdixînê û gef dixwe. Heke dewleteke bi hêz be û bi xwe bawer be hewceyî van hincetan namîne. Lê heke dewletek ji xwe bawer be û û dikaribe parastina xwe bike ev jî pirsgirêka wan e ne ya HSDê ye. HSDê bi hêz e û hêzeke bi rêxistinkirî ye. Di asta cihanê de jî piştgirî jê re tên dayîn. Di nav de Kurd, Ereb, Tirkmen, Ecem û Sûryan hene. Li ser ehlaqekî parastinê dike. Tirkiye jî dibêje em HSDê bêçek bikin. Tirkiye her tim dibêje bila tifaqa 10ê Adarê bi cih were, bicihanîna xalên tifaqa 10ê Adarê ji Tirkiyeyê nayê xwestin. Xalên tifaqa 10ê Adarê yek jî ew bû ku Sûriyeyeke ne navendî be. Tirkiye bi israr dibêje bila HSDê xwe bêçek bike, lê heke HSDê çek dayne temînata parastinê çi ye? Heke mafê gelan bi destûreke were erêkirin, ewlehiya gelan bê mîsogerkirin û aramiyek pêk were jixwe hewcedarî bi çekan jî namîne. Lê ev tune ne. Dibêjin ’em Kurd û Ereban berdin hev’. Rê li pêşiya kuştin û aloziyan vedikin. Lê bi vî awayî gelo wê çi aştî pêk were? Wê çawa aştî û demokrasî li Bakur, Tirkiye, Rojava û Sûriyeyê pêk were. Bi vî awayî tu çareserî pêk nayê. Divê Tirkiye rê li pêşiya çareseriyê vebike. Hê DAIŞ heye, hezên paramîlîter hene, em çawa çekan deynin. Em li hemberî kê çekan deynin. Gelo em li ber hikûmeta demkî ya Şamê, an jî van çeteyan çekan deynin? Di vê rewşê de çekdanîn ne pêkan e. Divê em li çareseriyan bigerin.”
‘Li aliyekî aştî û li aliyekî jî şer nabe’
Xerîb Hiso anî ziman ku yên xwedî ceseret û fikra mezin dikarin aştiyê pêş bixînin û ev yek anîn ziman: “Li Tirkiyeyê pêvajoyek bi însiyatîfa Devlet Bahçelî û piştgiriya Rêber Apo dest pê kiriyê. Bi ked û gavan dikare pêş ve biçe. Aştî, aramiyê bi xwe re tîne. Ew hinek pêş ketiye. Rêber Apo jî hêvî û baweriyek daye. Ew bandor li Sûriyeyê jî dike. Aştiya Bakur û Tirkiyeyê wê bandorê li Sûriyeyê jî bike. Lê li aliyekî şer bide meşandin û li aliyekî jî aştiyê pêk bînin, ev yek qet nabe. Hem şer bê baweriyê dixe nava miletê û hem jî hewlên aştiyê lawaz dike. Dewlet wê bi xwe zerarê bibîne. Divê Tirkiye li Sûriyeyê jî bi rola aştiyê rabe. Hewce ye Tirkiye bi rola siyaseta xwe ya berê ranebe. Divê Tirkiye polîtîkaya xwe ya ji bo Sûriyeyê tekûz bike. Hemû kes jî dizane ku li Sûriyeya bê Kurdan dê tu pirsgirêk çareser nebin. Sûriye dê ava nebe.”
‘Tirkiye rê li pêşiya çareseriyê digire’
Xerîb Hiso anî ziman ku gelê Sûriyeyê piraniya wan xeta cîhadîst qebûl nakin û dewletên derve û Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe xeta cîhadîst diparêzin. Xerîb Hiso diyar kir ku Tirkiye li pêşiya çareseriya Sûriyeyê astengiyan derdixîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser gelek caran serdana Şamê kir. Li Hamayê hevdîtin pêk hat. Hevdîtina bi Şamê re jî wê berdewam bike. Em dikarin çareseriyê pêş bixînin lê ya ku rê li ber çareseriyê digire jî dîsa Tirkiye bi xwe ye. Nenavendîbûn aramî, wekhevî û edaletê bi xwe re tîne. Lê dema ku mesele bû navendî alozî, kuştin û pêvçûn derdikeve. Dewletên cîran çima mudaxile dikin bila bihêlin miletên Sûriye bi xwe çareseriyê pêş bixin. Em ji bo Sûriyek nenavendî têdikoşin. Ew jî bi diyalogê wê li pêş bikeve. Gefxwarinên Tirkiyeyê yên destwerdanê neyînî ye. Pêşiya çareseriyê digire. Lê aramiya li Sûriyeyê çêbibe wê bibe aramiya Tirkiyeyê jî. Ji bo wê jî divê Tirk dev ji vê siyasetê berdin.”