Dewleta Îranê Mêhran Behramyan ê bi hinceta tevlî serhildana “Jin Jiyan Azadî” bûye biryara darvekirinê derbarê wî de hatibû dayîn, darve kir.
Li gor nûçeya malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, îro li li Girtîgeha Navendî ya Esfehanê beşdarvanê şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Mêhran Behramyan hate darvekirin.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Mêhran Behramyan û birayê wî Fazil Behramyan dema ku tev li çilrojiya qurbaniyên devera Semîrum a xwepêşandanên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bûbûn, bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatibûn girtin.
Bi tometa “çekrakirin û têkdana ewlehiya netewî” cezayê darvekirinê lê hatibûn birîn. Lê heta niha çarenûsa Fazil Behramyan nediyare.
Di dema serhildan û xwepêşandanên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de birayê Mehran û Fazil Behramyan ê bi navê Murad Behramyan ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin.