Rejîma Îranê girtiyên siyasî Mûhammed Mesûm Şahî û Hamed Walîdî yên ji Rêxistina Mucahîtên Gel a Îranê bi darve kir.
Ajansa nûçeyan a Tasnîmê ya ser bi Artêşa Muxafizên Şoreşê ragihand ku Mûhammed Mesûm Şahî (38) û Hamed Walîdî (45) ên ji Rêxistina Mucahîtên Gel a Îranê (MEK) hatin bidarvekirin.
Girtiyên siyasî Şahî û Walîdî piştî ku doh ji girtîgeha Kerecê ber bi cihekî nediyar ve hate birin, bi veşartî hatin bidarvekirin.
Serdana endezyarê înşaetê Walîdî û teknîsyen Şahî ya ber bi Herêma Kurdistanê ya Federe ve bûbû mijara sûcdarkirinê. Di nûçeya Tasnîmê de hate gotin, “Van kesan bi rêya fezatiya sîber têkilî bi efserên Mossadê re danîn, çûn Herêma Kurdistanê ya Iraqê, di mijara operasyonên terorê û çalakiyên tacîzê de perwerde dîtin û vegeriyan welêt.”













