• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da

    Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

    Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

    Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

    Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Jinan bi girseyî malbata Cîhan Bîlgîn ziyaret kirin

Navenda Nûçeyan /AW

22 KANÛN 2024 - 18:45
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Jinan bi meşeke girseyî malbata rojnameger Cîhan Bîlgîn ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema êrişên Tirkiyeye yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, bi balafirên şer ên Tirkiyeyê hatin kuştin. Serdanên girseyî yên ji bo şîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn didomin.

Jinên ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) kom bûn, ber bi cihê şîna rojnameger Cîhan Bîlgîn ve meşeke mezin li dar xistin û şîn bi girseyî ziyaret kirin. Jinên ku li Taxa Cumhuriyetê kom bûn, ber bi Mala Şînê ya Haci Îsa Arslan ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê hilgirtin û li dijî hewldanên astengkirinê yên polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin û dirûşmên “Nazim, Cîhan rûmeta me ne”, “Şehîd namirin”, “Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike” û “Çapemeniya Azad rûmeta me ye” berz kirin. Biryardariya jinan kir ku dorpêç were rakirin û jinên milên xwe dane hev, meşa xwe domandin. Di vê navberê de polîsekî gotinên zayendperest ji nûçegihana JINNEWSê Oznûr Deger re got. Jin, li pêşiya mala şînê ji hêla endamên malbata Cîhan Bîlgîn û xizmên wê ve bi dirûşma “Şehîd namirin” hatin pêşwazîkirin.

Dê tekoşîn bidome

Piştî sersaxiyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz axivî û got: “Em, şopdarên Nagihanan, Apê Mûsayan e. Em ê her li ser şopa wan bin. Tirkiye li her derê êrişî gelê Kurd dike. Polîtîkayên tecrîdê jî tê wateya israra di şer de. Têkoşîna heqîqetê dê her tim bidome. Yên çareseriyê dixwazin, divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin. Heke hûn jidil bin, wê demê bi gotinên xwe bikin.”

Rojnameger Oznûr Deger jî li ser navê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) axivî, rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr xist û wiha got: “Têkoşîna Nazim û Cîhanê dê têkoşîna me xurtir bike. Bijî Çapemeniya Azad.”

Berdevka TJAyê Gulistan Sarili jî ev tişt anî ziman: “Em aştî û demokrasiyê dixwazin. Aştî, rêya herî girîng a pêşîlêgirtina mirina ye. Em lewma ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin û dixwazin bila tecrîd were rakirin.”

Herî dawî jî aktîvîsta TJA’yê Hatîce Oncu axivî û wiha got: “Kesek nikare pênûsa heqîetê bêdeng bike.” Hatîce Oncu, sersaxî ji malbatê xwest.

Etîket: Cîhan BîlginNazim DaştanTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

5 rojnamegerên ji ber bîranîna Nazim û Cîhan dihatin darizandin, beraet bûn

5 rojnamegerên ji ber bîranîna Nazim û Cîhan dihatin darizandin, beraet bûn

8 GULAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

1 GULAN 2026
Jinan gul avêtin Behra Marmarayê: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

Jinan gul avêtin Behra Marmarayê: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

19 NÎSAN 2026
Li Gemlîkê piştî meşê daxuyanî hate dayîn

Jinên li Gemlîkê dê kulîlkan bivaêjin Behra Marmarayê

19 NÎSAN 2026
Li Gemlîkê piştî meşê daxuyanî hate dayîn

Li Gemlîkê piştî meşê daxuyanî hate dayîn

19 NÎSAN 2026
Li Enqereyê jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin

Li Enqereyê jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin

19 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (418)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne