Çalakiyên şermezarkirinê yên li Nepalê ku li dijî qedexekirina medya dîjîtal û nelirêtiyê destpê kir, veguherî krîza herî mezin a siyasî. Li gorî çavkaniyên polîsan herî kêm 51 kes mirin.
Berdevkê polîsan Binod Ghimire ji AFPê re axivî û anî ziman ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan 21 xwepêşandêr û 3 jî polîs bûn. Di dema bûyeran de 13.500 mehkûm ji girtîgehan reviyan; tenê beşek ji wan hate girtin. Hate ragihandin ku 12.533 kes jî hîn fîrarî ne.
Çalakiyên şermezarkirinê roja 8ê Îlonê bi guleyên polîsan re veguherî şer. Piştre jî Serokwezîr KP Sarma Oli ragihand soz da ku wê platformên medya dîjîtal careke din veke û lêpirsînê têkildarî tundiya polîsan bide destpêkirin. Demeke kurt piştî vê daxuyaniyê serokwezîr îstifa kir.
Ciwanan roja Sêşemê li kolanên Katmandû bi navê ‘Nifşê Z’ li hev kom bû û avahiya parlamentê û serokwezîrtiyê jî di nav de agir berdan gelek avahiyên cemaweriyê. Li paytext Katmandî rewşa awarte û qedexeya derketina derve hate ragihandin, artêş kete dewrê.
Serokê Fermandariya Giştî Ashok Raj Sigdel ji bo avakirina hikumeta demkî bi xwepêşandêran re dest bi danûstandinan kir. Tê gotin, dibe ku Seroka berê ya Dadgeha Destûra Bingehîn Sushila Karki (73) bibe seroka hikumeta demkî. Lê belê ev nav hîn ji aliyê hemû aliyan ve nehatiye qebûlkirin.
Bûyerên li Nepalê piştî rakirina monarşiyê ya sala 2008an weke bûyerên herî bi xwîn ên civakî têne dîtin.