• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi boneya 15ê Gulanê li Sûrê Dîwana Dengbêjan hate danîn

    Bi boneya 15ê Gulanê li Sûrê Dîwana Dengbêjan hate danîn

    MEBYA-DERê li Licê serdana goristanan kir

    MEBYA-DERê li Licê serdana goristanan kir

    Ji tacîzkar Yusuf Acar ceza hat xwestin

    Ji tacîzkar Yusuf Acar ceza hat xwestin

    GGC li Stockholmê panela ‘di pêvajoyên aşitiyê de bîra medyayê’ li dar dixe

    GGC li Stockholmê panela ‘di pêvajoyên aşitiyê de bîra medyayê’ li dar dixe

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî bi komxebat û pêşangehê didome

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî bi komxebat û pêşangehê didome

    39emîn salvegera raperîna Helebceyê hat bîranîn

    39emîn salvegera raperîna Helebceyê hat bîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi boneya 15ê Gulanê li Sûrê Dîwana Dengbêjan hate danîn

    Bi boneya 15ê Gulanê li Sûrê Dîwana Dengbêjan hate danîn

    MEBYA-DERê li Licê serdana goristanan kir

    MEBYA-DERê li Licê serdana goristanan kir

    Ji tacîzkar Yusuf Acar ceza hat xwestin

    Ji tacîzkar Yusuf Acar ceza hat xwestin

    GGC li Stockholmê panela ‘di pêvajoyên aşitiyê de bîra medyayê’ li dar dixe

    GGC li Stockholmê panela ‘di pêvajoyên aşitiyê de bîra medyayê’ li dar dixe

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî bi komxebat û pêşangehê didome

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî bi komxebat û pêşangehê didome

    39emîn salvegera raperîna Helebceyê hat bîranîn

    39emîn salvegera raperîna Helebceyê hat bîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nesrîn Soydan: Rêxistinên jinan temînata civaka demokratîk e

Amed / AW

12 ÎLON 2025 - 12:11
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Endama DAKAHDERê Nesrîn Soydan bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî jinan û got: “Rêxistinên jinan temînata civaka demokratîk û aştiya civakî ye.”

Li Tirkiyeyê polîtîkayên cihêkariyê yên li dijî maf û îradebûna jinan berdewam dikin. Her roj gelek jin rastî binpêkirina mafan tên, wek îrade nayên qebûlkirin, di qada aborî, siyasî, civakî bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin. Tevî ku mekanîzmayên cezakirina van sûcan hene jî ji pêşîlêgirtina van tiştan tu gav nayên avêtin. Vekişandina ji Peymana Stenbolê, pêk neanîna peymanên navneteweyî, qanûnên ku jinan diparêzin pêkneanîn, rê li ber tundiya jinan vedike. Her roj dehan êrişên li dijî jinan pêk tên bêceza tên hiştin, derbarê bersûcan de lêpirsîn û darizandinên bibandor nayên kirin.

Endama Komeleya Hevgirtinê ya Halê Jinê (DAKAHDER) Nesrîn Soydan têkildarî polîtîkayên dewletê yên li dijî jinan û derbarê têkoşîna ku ew dimeşînin ji ajansa me re axivî.

‘Dewlet jinê wek dayik û hevjîn pênase dike’

Nesrin Soydan di destpêka axaftina xwe  de bal kişand ser polîtîkayên ku jinan kole dikin û got: “Desthilatdarî sala 2025ê wek ‘Sala Malbatê’ îlan kir. Ev helwest jinê tenê wekî dayik û hevjîn pênase dike, û hebûna wan ya civakî nepenî dike. Divê dewlet jinê ne tenê wek “endameke malbatê” biparêze, divê hemû mafên jînan wekî mafên endameke vê civakê mîsoger bike. Vekişîna ji Peymana Stenbolê, baş pêkneanîna Qanûna Hejmar 6284an, di têkoşîna li dijî tundiya jinan de valahiyên girîng çêdike. Îro, jin hêj jî di warê starbûnê, gihîştina edaletê, kar û temsîliyeta siyasî de bi ferq û cudahiyên girîng re rû bi rû dimînin. Her polîtîkaya ku bêyî perspektîfa wekhevî û azadiyê were çêkirin dê jinan bêparastin bihêle û dê tu caran wan qahîm nake.”

 ‘Gotinên zayendperest dijî azadiya jinê çê dike’

Nesrîn Soydan di berdewama axaftina bertek nîşanî xutbeyên Serokê Kar û Barên Dîyanetê Alî Erbaş ku mafên mîratê, tarza jiyanê û rolên jinan dabû nîqaşkirin da û got: “Ev rewş di rêziknameya hiqûqî ya laîk de ne rast e û mafên jinan ên bi tekoşîneke mezin bi dest xistine, dixe metirsîyê. Ev daxuyanî şîroveyên olî ne û destwerdanên siyasî ne. Sînordarkirina mafên jinan a li ser bingeha têgeha “exlaqê” wekheviya zayendî têk dibe. Herwiha ev daxuyanî rê li ber rewakirina tundiyê ye. Bi referansên olî diyarkirina statuya civakî ya jinan, hem prensîba serdestiya hiqûqê têk dibe hem jî siberoja jinên ciwan tarî dike. Em diyar dikin ku çavkaniya mafan hiqûq e, ne ol e.”

‘Çareserî bi rêxistinbûnê pêkan e’

Nesrîn Soydan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku sûcên li dijî jinan tên kirin, bêceza tên hiştin û da zanîn ku ev ceza, ji bo sûcdaran wek xelatkirin in û wiha got: “Bêyî lêpirsîn û darizandineke bibandor, tundiyê ji nû ve dide hilberandin. Ji ber vê yekê, em têkoşîneke piralî dimeşînin, ne tenê qanûnî. Ev xebat berfirehkirina kapasîteya hiqûqê, ji bo serlêdana qanûna 6284an alîkarî, di dozên sûc de parastina jinan, bijîşkiya dadwerî û teknîkên komkirina delîlan in. Em di mijarên tenduristiya zayendî û perwerdehiya zayendî, mafên jinan ên xwezayî, mafê tenduristiyê xebatan dimeşînin. Herwiha em derbarê tundiya li dijî jinan raporan amade dikin, wan bi raya giştî bi baroyên herêmî re parve dikin. Ji bo me, tundî ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, lê pirsgirêkeke civakî ye û çareseriya wê bi hewldanên hevbeş ên rêxistinên jinan pêkan e.”

‘Jinên heman karî dikin kêm mûçe distînin’

Nesrîn Soydan diyar kir ji di qada aboriyê de jî rastî cihêkariyê tên û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Taybetî di karê malê de, lênêrîna berastengan li ser jinan bareke giran e. Tevî ku keda wê zêde be jî nahêlin jin di astên rêveberîyê de cih bigirin. Ji ber rêgeza ji bo heman karî heman mûçeyê dide nayê şopandin jin kêmtir pere qezenc dikin. Ev astengî ne tenê jiyana takekesî ya jinan, di heman demê de pêşveçûna jinê a civakî jî asteng dike.  Em dibêjin çima di pêşengtiyê de jinek tuneye? Em biçin serdema zarokatiya wê jinê, dema ku mezin bûye, dema ku heya temenekê hatiye, mafê wê yê xwendinê çawa jê hatiye standin û em kirinên çawa hatine pêşiya wê? Bêyî serxwebûna aborî ya jinan, têkoşîna li dijî tundiyê kêm dimîne.”

‘Rêxistinên jinan temînata civaka demokratik in’

Nesrîn Soydan di dawiya axaftina xwe de  bal kişand ser rêxistinbûna jinan û ev tişt gotin: “Rêxistinên jinan sazîyên ku tundiya li dijî eşkere dikin, dengê jinan digihînin raya giştî û têkoşîna wan a mafan birêxistin dikin. Ji bo desthilatdaran ev sazî wekî “pirsgirêk” tên dîtin. Lê  belê, astengkirina rêxistinên jinan ji bilî paşguhkirina tundiyê, xizmeta cihêkariyê dike. Lewma  hebûna rêxistinên jinan temînata civaka demokratîk û aştiya civakî ye.”

 

Etîket: DAKAHDERKomeleya Hevgirtinê ya Halê JinanNesrîn Soydan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DAKAHDER: Li herêmê jin nikarin xwe bigihînin alîkariya edlî

DAKAHDER: Li herêmê jin nikarin xwe bigihînin alîkariya edlî

12 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AKPê bi ÎŞKURê ve Colemêrg kiriye bajarê gendeliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Sûrê ‘Şeva Çîrok û Helbestan’ li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Turk: Gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê gavên berbiçav dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Wê çanda dengbêjiyê winda nebe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (331)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne