39 jinên ku li cîhanê nav û dengê xwe belav kirine, ji bo Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê parastin, ji Konseya Ewropayê re name şandin.
39 jinên navdar ku li cîhanê tên nasîn ji bo Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê parastin ji Konseya Ewropayê re name şandin. Ni nava kesên ku name îmze kirine de Femînîsta Hindistanî Abha Bhaiya, ji sazumankara tevgera jinan a DYAyê Harriet Fraad, ji ramangera Arjantînî Rita Segato, qasida aştiyê ya Yemenî Dr. Raida Al Zabhani û fîlozofa Fransî Catherine Malabou jî di nava 39 jinên cîhanî yên navdar de hene.
Jinan ji Serokê Komîteya Wezîran a KEyê İan Borg û Cigirê Wezîr Francesca Camilleri Vettiger re name şandin. Jinan diyar kirin ku nûnerê paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo karibe tam rista xwe bilîze divê şerên wî yên azadiyê tam rast bibin û divê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê piştgiriyê bidin. Jinan xwest ji bo biryara dadgehê têkeve meriyetê divê mekanizmayên wesit têkevin meriyetê.
Jinan xwest biryara DMMEyê têkeve meriyetê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Dîsa xwest Komîsyona Meclisê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên şênber bavêje. Divê YE û aktorên navneteweyî cezaretê bidin Tirkiyeyê ku gavan bavêje. Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û kriminalizasyona li dijî Kurdan êdî bi dawî bibe.
Yê ku name îmze kirine wiha ne:
Abha Bhaiya (Hîndistan), Catherine Malabou (Arjantin), Harriet Fraad (DYA), Dr. Raida Al Zabhani, (Yemen), Donna Haraway, (DYA) Rita Segato (Arjantin), Bahiyah Al Saqqaf (Yemen), Rahila Gupta (Îngîlistan), Coni Ledesma (Hollanda), Saloua Guiga (Tunus), Chiara Cruciati (Îtalya), Dinah Altai (Irak), Franziska Stier (Swîsre), Sawsan Shoman (Lubnan), Afraa Al Hariri (Yemen), Dr. Carol Mann (Fransa), Margaret Owen (Îngiltere), Sherifah Ghaddar (Cezayir), Dr. Farah Sabir (Irak), Janet Biehl (DYA), Lara Reddy (İtalya), Bianca Argentieri (İtalya), Dr. Houssami Mahjoub (Tunus), Dr. Fernaz Attia (Misir), Shamsa Najar, Dr. Alaa Alqaisi, Ashwaq Abdullah, Yusra Ahmad Majid, Iman Ibrahim, Samirah Mahmoud, Aseel Hussein Ali, Ankham Ibrahim Jamil, Wassan Al Jibouri, Aseel Mohammad Hasan, Dr. Ruqeyya Mazhar Qasim, Hanan Ismail Ahmad, Zahraa Abdullah Mahmoud, Zahra Khadim Yassin, Aya Ali Jasim (Iraq)