Kursiyerên di kursên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bi awayeke serkeftî hînî zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî; Suryankî û Ermenkî bûne belgenameyên xwe girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin ev demeke mazuvaniya kursiyerên dixwazin hînî ziman bibin dike. Di bin banê şaredariyê de li gorî daxwazan di beşên cuda yên zaravayên Kurdî, Suryankî û Ermenkî de kursên ziman tên dayîn. Kursiyerên ev demeke bû di van kursan de hînî ziman dibûn.
Dersa Ermenkî ya Dawî li Dêra Surp Giragos a Ermenan hate dayîn û belgename piştî guhdarkirina muzîkê bi merasîmekê li Mala Bîranînê ya Migirdîç Margosyan hatin dayîn.













