Sendîkayên karkerên Îngilîz bang li Konseya Ewropayê kirin û xwestin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mafê Hêvî nas bike.
Kampanyaya “Freedom for Ocalan” a ku ji aliyê UNITE û GMB ve tê birêvebirin û 15 sendîkayên Îngilistanê piştgiriyê didinê, ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Ian Borg re name şandin. Kampanyayê bang li dewleta Tirk kirin ku li dijî polîtîkayên li hemberî Rêberê Gelê Kurd û nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd gavên lezgîn bavêje. Sendîkayan xwest “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Apo nas bike.