• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rûniştina civîna 11an a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Rûniştina civîna 11an a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate aşkerekirin.

    Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate aşkerekirin.

    ROJEVA 18ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 18ê ÎLONA 2025an

    ‘Ji bo avakirina aştiyê divê gavên bi bandortir bên avêtin’

    ‘Ji bo avakirina aştiyê divê gavên bi bandortir bên avêtin’

    Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk pêk were mifteyeke girîng e

    Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk pêk were mifteyeke girîng e

    Ji Wanê bang kirin: Em azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin

    Ji Wanê bang kirin: Em azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rûniştina civîna 11an a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Rûniştina civîna 11an a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate aşkerekirin.

    Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate aşkerekirin.

    ROJEVA 18ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 18ê ÎLONA 2025an

    ‘Ji bo avakirina aştiyê divê gavên bi bandortir bên avêtin’

    ‘Ji bo avakirina aştiyê divê gavên bi bandortir bên avêtin’

    Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk pêk were mifteyeke girîng e

    Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk pêk were mifteyeke girîng e

    Ji Wanê bang kirin: Em azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin

    Ji Wanê bang kirin: Em azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mêtingerî û kesayeta mêtingeriyê astengiyên li pêşiya aştiyê ne!

Racî Abî / AW

18 ÎLON 2025 - 08:45
Kategorî: FORUM, MANŞET
A A
Amed – Pêvajoyên şer û pevçûnan ên cîhanê her çiqas li gorî têkoşîn û hêza rêxistinbûnê encam bibin jî, astengiyên herî mezin ên li pêşiya aştî û aramiyê helwestên mêtinger û kesayeta mêtingeriyê ye.

Mêtingerî tê wateya nirx û berhemên welatekê dizîn û talankirinê; dagirkerî jî tê wateya welatekê dagirkirin, bi darê zorê kirina milkê xwe ye û li gorî xwe avakirinê. Hêzên serdest an jî komên ji bo heman berjewendiyan kom bûne, li ser kêmnetewe an jî civakên bêyî parastin mane, sepanan mêtingeriyê didin meşandin, li gorî hêz, erdnîgarî, û hevkariyan tifaqan xwe berfireh dikin, civak û gelan ber bi qirkirina çandî û fîzîkî dibin.

Rûreşiya mirovahiyê: Mêtingerî

Dîrok gelek çîrokên lehengiyên li dijî dagirkeriyê şer kirine, di nava xwe de dihewîne. Ji bo destpêka mêtingeriyê her çiqas dîrokeke diyar tune be jî, bi destketina nirxa zêde, avabûna dewlet û pêşketina endustrîyalîzmê mêtingehî û dagirkerî bi hev re li ser gelên cîhanê û civakan wek ewrên reş geriyane. Mîtolojî têra xwe behsa çîrokên talan, dagirkerî, komkujî û bidestxistina welatan dike. Asûr, Yewnanîstan, Împaratoriya Romayê, Misir, Fenîke di nav rûpehên dîrokê de wekî welatên herî dijwar ên mêtingeriyê tên zanîn. Gav avêtina Bakur û Başûrê Amerîkayê ya Christopher Columbus a sala 1492yan, herçiqas wek destpêka mêtingeriya hovane were hesibandin jî îro asta mirovahî xwe gihandiyê, hiqûqê pêş xistiye têrî sekinandina van sepanên mêtingeriyê nake. Welatên mêtinger îro hevkarîyê dikin, welatan bi dabeşkirinê parve dikin. Li hember van pêkhatinan gelek çîrokên azadiyê, lehengiyê, têkoşînê jî hene lê belê ev yek domdar nebûne, ji bo bidawîkirina mêtingerî û dagirkeriyê têrker nebûne.

Mêtîngerî hemû nirxan hilweşandin e

Her gel û civak ji kûrahiya dîrokê li gorî dewlemendiya xwe nasname, çand û hunerê pêş xistine, heman rengê xwe dane erdnîgariya xwe. Anku civak hemû berhem û nirxên xwe xwe, bi rengê xwe xemilandine. Lê belê dema mêtingerî li ser welatekê tê sepandin, ne tenê destkeftiyên madî tên talankirin; di heman demê de çand, nasname, ziman, hûner bi giştî hemû berhemên civakê tên berbelavkirin, înkarkirin û li şûna wan çand û nasnameya weletê dagirker tê ferzkirin, nasnemeyeke teqlîd, lewaz, çewisandî û hevkariyê li ser civakê tê sepandin.

Welat û kesayeta mêtingeriyê

Dema welatek tê dagirkirin û talankirin pêşeng, rewşenbîr, hunermend, ciwan, jin û hwd. li dijî hêzên mêtinger û dagirker berxwedanekê didin destpêkirin. Heke ev berxwedan ji hêla dagerkeran ve were tepisandin, welatiyên mêtingeriyê hêdî hêdî ji asta biryardayînê dûr dikevin, di bin kontrolê de dijîn, rêzgirtina li xwe û nasnameya xwe winda dike, travmayên derûnî-civakî-polîtîk dijîn. Ev yek li ser kesayetê taybetmendiyên wek teqlîdî, xwe biçûk dîtin, dijber an jî dijminane ava dike, ji dagirkerê xwe re heyrantî, heskirinê û hewldana xwe îspatkirinê pêş dixe. Taybetmendiyên kompleksa xwe biçûkdîtinê, metirsî, tewandin, bêhêvîbûyîn ava dike, kes xwe wek  xizmetkarê mêtingerê xwe tevdigere. Êdî  ev kes dikevin xizmeta otoasîmîlasyonê, qewm û neteweya xwe kêm dibîne, ji nasnameya xwe direve.

Bandora mêtîngeriyê

Gelek welatên cîhanê li dijî dagirkerî, mêtingerî û serdestiyê li ber xwe dan, şer kirin û bi berdelên gelek giran, heya astekê serxwebûna xwe bi dest xistin. Mixabin dema ev welat li ser bingeha serxwebûnê travmayên şer û mêtingeriyê dixwazin derbas bikin bi zor û zehmetiyên mezin re rû bi rû dimîn. Kesayeta ku hînî bindestiyê bûye, azad nafikire, li xwe bêbawer e, xwe tim zeîf û bêîrade dibîne di pêvajoyên derbasbûne de bû sedema gelek fîlm, belgefîlim, dahurandin û lêkolînan. Taybetî di pêvajoyên aştî, serxwebûn û avakirina nasnameya resen de ev kesayetî zehmetiyên herî mezin in. Ji ber bermahiyên mêtingeriyê ne, di heman demê de neynika mêtingeriyê jî ne.

Dagirkerî jî têkoşîn jî didome

Di dîrokê de gelek pêşeng û rêberên ku civaka xwe pêşengtî kirine û li dijî dagirkerî û mêtingeriyê li ber xwe dane, cih bi cih encam jî girtine. Ev têkoşîn rojane berdewam dîke, ji ber mêtingerî û dagirkerî halê hazir li gelek welatan çalak e, rêxistinkîrî ye. Taybetî di Şerê 1emîn û 2yemîn ên Parvekirinê yên Cîhanê de bi mîlyonan welatî jiyana xwe ji dest dan. Perçekirina Kurdistanê ya di navbera 4 dewletan de Şerê Kendavê yê Iraqê, Mudaxileya Iraqê ya Amerîkayê, mînakên dîrokî yên nêz in. Herwiha Şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê, Şerê di navbera Îsraîl û Filîstîn-Sûriye-Îranê, Şerên aborî yên di navbera Amerîka û Çîn-Rûsya-Îranê bingeha xwe ji hewestên mêtingerî û dagirkeriyê digirin.

Mêtînger û kesayeta mêtîngeriyê astengî ne

Polîtîkayên sedan salan ên mêtingerî û dagirkeriyê di heman demê de li ser tevahî fikir, raman, hest, afirînerî, û kesayetan bandoreke neyînî, ava kirine. Mînak îro bi înîsiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî “pêvajoyek” hatiye destpêkirin. Sedemên vê “pêvajoyê” dikare bi gelek nivîsan were nîqaşkirin lê belê tevî ku şert û mercên şer, li gorî demên berê kêm bûne lê belê elimandin û qebûlkirinên bi salan, li pêşberî avakirina şert û mercên azadiyê astengî ne. Ev yek dike ku kes ji têkoşîna azadî demokrasiyê bêbawer in. Gelek rewşenbîr, hunermend, hêzên ked û demokrasiyê û dînamîkên civakî yên sivîl, jin û ciwan bi hewldanan daxuyaniyan didin, çalakiyan li dar dixin, dimeşin û li ser piya ne. Lê belê ne teyrê aştiyê bi baskekê difire ne jî azadî û demokrasî bi bendêmayînê, temaşekirinê û tenê bi hêviyan pêş tê.

 

 

Etîket: DagirkerîKesayeta MêtingeriyêMêtingerî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tirkiye li Sûriyeyê dagirkeriyê li pêş dixe!

Tirkiye li Sûriyeyê dagirkeriyê li pêş dixe!

19 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (293)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne