Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxuyaniyekê encamên kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim’ parve kirin.
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 20’ê Tebaxa îsal de li Sûriyeyê dest bi kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” kiribûn û kampanyayê di 10’ê Îlonê de bi dawî kirin. Encamnameya kampanyayê îro bi daxuyaniyeke çapemniyê hate eşkerekirin.
Endamên Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û endamên Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Jiyan Arkendî, Erebiya wê jî ji hêla Ahîn Heyder ve hate xwendin.
Jiyan Erkendî di daxuyaniyê de bal kişand ser destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Li ser bingeha banga dîrokî ya ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk, ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hatiye destpêkirin, ku bangeke samîmî ji bo xurtkirina nirxên demokrasî, aştî û jiyana hevbeş, di navbera gelan de radigihîne, Foruma Ewrûpî ya Azadî û Aştiyê kampanyeke navneteweyî bi silogana “Ez dixwazim Abdullah Ocalan bibînim” kampanyayek da destpêkirin. Di 20’ê Tebaxê de, Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, bi rêya destpêkirina kampanyeke berfireh di bin heman dirûşmeyê de, li herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek bajarên din ên Sûriyeyê, bersiva vê bangê dan.”
‘Kampanya deng veda’
Di berdewama axaftina xwe de Jiyan Erkendî destnîşan kir ku kampanya rastî eleqeyeke mezin hat û wiha got: “Vê kampaniyê dengvedaneke berfireh dît û gelek aliyên mîna çalakvanên mafên mirovan, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîran, melayên olî, bijîşk, endazyar, her wiha nûnerên komên etnîkî û olî yên cihêreng li Sûriyeyê, di nav de Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Êzidî, Tirkumen, Çerkez, her wiha mezhebên cuda yên Îslamî (Sunî, Elewî, Îsmaîlî û Durzî) jî tevlî kampanyayê bûn. Hejmarek ji kesayetên navdar ji Şam, Heleb, Laziqiyê, Tertûs, Hums, Deraa, Quneytra, Siwêda û Îdlibê jî tevlî bûn. Bi boneya Roja Aştiyê ya Navneteweyî ya 2025’an, ku îsal bi silogana “Ji bo cîhaneke aştiyane tev bigerin” her 21’ê Îlonê tê pêşwazî kirin, em bi kêfxwşî ji raya giştî re radighînin ku kampanya çalakiyên me di 10’ê Îlonê de bi beşdariya 2 hezar 541 kesan ji beşên cûda yên civakê bi dawî bû.”
Banga hestiyariyê
Jiyan Erkendî di dawiya daxuyaniyê de banga hestiyariyê ji saziyên navneteweyî kir û wiha derbirî: “Bi pêşkêşkirina vê daxuyaniyê, em piştrast dikin ku daxwaza me di serî de mafê azadî, aştî û dadê ye, bi giştî di çarçeveya mafên bingehîn ên mirovan de ye. Em hêvî dikin ku ev bangewazî li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî û peymanên Neteweyên Yekbûyî, ji aliyên peywendîdar ve bi baldarî û berpirsiyarî were dîtin.”
Encamên kampanyayê, dê tevî nameyeke fermî, ji van saziyên navneteweyî re werin şandin:
“Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî
Komîteya Ewrûpî ya dijî Îşkenceyê (CPT)
Serokatiya Konseya Yekîtiya Ewrûpayê
Konseya Mafên Mirovan – Neteweyên Yekbûyî
Wezîrê Dadê yê Komara Tirkiyê”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.