Enqere – Cigirê Hevserokên DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz bi lêv kir ku pergala netewe dewletê entegrasyonê weke cureyeke bişaftinê pênasê dike û got: “Entegrasyona Demokratîk berovajî wê li ser bingeha hevdu qebûl kirinê ye. Bi vê modelê pirsgirêka Kurd û ya gelan çareser dibe.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destnîşan kiribû ku civaka demokratîk, aştî û entegrasyon, sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne. Entegrasyona Demokratîk ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên ji ber pergala netewe dewletê pêşxistine, ji bo tavahiya Rojhilata Navîn pêşniyar dike. Pergala netewe dewletê ku li ser bingeha yek ziman, yek ol û yek netewê ava bûye, entegrasyonê jî weke bişaftinê pênasê dike û li ser vê esasê şîrovê dike. Piştî pêşniyara Abdullah Ocalan a Entegrasyona Demokratîk ji aliyê gelek beşên civakê ve hate nîqaşkirin û nirxandin. Nîqaşên li ser Entegrasyona Demokratîk di rojeve de ne û komisyona ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatiyê avakirin dê ji bo pêkhatina Entegrasyona Demokratîk dê çi bike, kîjan gavan baveje tê nîqaşkirin.
Cigirê Hevserokên DEM Partîyê yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Mahfuz Guleryuz, li ser Entegrasyona Demokratîk ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Mahfuz Guleryuz di bersîvên 5 pirsan de pênaseya Entegrasyona Demokratîk dîyar kîr û dî pêkhatina entegrasonê de berpirsyariya dewlet, siyaset û civakê vêgot.
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyara entegrasyona demokratîk kiribû. Entegrasyona demokratîk li dijî yekperestiya pergala netewe dewletê alternatîfeke çawa pêşkeşî gelan dike? Ev model ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê avêtina kîjan gavan pêwîst dike?
Fikir û rêmanên birêz Ocalan ji bo şert û mercên cîhanê nêrîneke nû ye. Ji ber ku îro di pergala cihanê de bi her alî ve xitimandinek heye. Xitimandin ne tenê li ser aboriyê ye. Hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê civakî ve pergal di tengasiyê de ye û bi her alî rizîbûnek heye. Hemû nirxên civakî hatinê binpêkirin. Birêz Abdullah Ocalan sedema vê xitimandinê wek pergala netewe dewletê dibîne. Birêz Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de jî wiha dibêje, ‘Pergala netewe dewletê ji bo pirsgirekên civakî nebû çareserî, bû sedema qirkirin û rizandina civakê û ji bo tu gelan nebû çareserî.’ Ji ber wê jî naxşerêyeke nû ya çareseriyê di serî de gelê Kurd pêşkeşî gelên cihanê dike. Ji bo wê jî pêşniyara birêz Abdullah Ocalan ji bo gelan Entegrasyona Demokratîk e.
Netewe dewlet entegrasyonê qebûl nakin. Ji aliyê bişaftinê ve nêzî mijarê dibin û netew û pêkhateyên baweriyên cûda bi awayekî ji bişaftinê derbas dike. Heta niha entegrasyonê jî di vê çerçoveya de şîrove dikin netew dewlet. Lê dema em bingeha entegrasyonê dinêrin; entegrasyon dijberî pişaftinê, li ser esasê hevdû qebûl kirinê ye. Birêz Abdullah Ocalan jî li ser vê esasê têgeha entegrasyona demokratîk bikartîne. Yek alî entegrasyon nabê. Bi her alî entegrasyon. Dewlet divê nirxên civakê qebûl bike û li ser nirxên civakê xwe ji nû ve saz bike. Civak jî li gor rengên din xwe amade bike. Yanî jiyana bi hev re bûyî. Birêz Abdullah Ocalan ji bo beşên civakê yên cûda cûda, hem ji aliyê çandî û hem jî ji aliyê nasnameyê ve çarenûseke radigîhîne. Çareseriya jiyana bi hev re û çareseriya wekheviyê, weke entegrasyon dibîne. Yanî bi yek alî û yek nirxî entegrasyon nabe. Hemû kes li ser çand û baweriya xwe bi hev re entegre bibe. Heke ev yek pêk were, gelên di bin siwana netewe dewletan de dijîn wê bêhneke bistînin. Ew gel dê bikaribin xwe biparêzin. Dewlet vê nirxê, entegrasyonê qebûl bike, tunehesibandin û qirkirina gelan jî dê ji holê rabe. Ji bo hemû netew bi çand û nirxên xwe bijîn û karibin bi awayekî wekhev bi hev re bijîn, Entegrasyona Demokratîk pêvîstiyek e.
*Bi modela entegrasyona demokratik gelê Kurd çawa dikarê mafên xwe yên ziman, çand, netewî û siyasî bi dest bixe? Ev model di xebatên komîsyonê de dikarê bi roleke çawa ve rabe?
Ji bo Entegrasyona Demokratîk pêvîst e dewlet nêrîn û heşmendiya xwe biguherînê. Heke dewlet dev ji polîtikayên tunehesibandin û qirkirinê berde, Entegrasyona Demokratîk dikarê têkeve meriyetê. Lê heke dewlet li ser heşmendiya xwe ya kevn a 1924an tevbigere, entegrasyon nabe. Ji ber wê jî di vê pêvajoya nû de û di xebatên komîsyonê de li ser bingeha peymaneke nû xebat bê kirin. Entegrasyona Demokratîk ji bo Kurdan û hemû gelên li Tirkiyeyê çareseriyek pêş bikeve. Gelê Kurd hem ji aliye birdozî hem jî ji aliye çandî û hem jî ji aliyê olî ve dikarê xwe saz bike. Dikarê sazî û dezgehên xwe ji ji nû ve ava bike. Her wiha ji dewletê re jî peymaneke çêbike. Helbet ev bi yek alî nabe. Di serî de bi guherandina heşmendiya dewletê pêkan e. Komîsyona Meclise jî ji bo pêkhatina Entegrasyona Demokratîk amadekariya pêşnûmeyeke qanûnî dike. Yanî ji bo entegrasyona dewletê bi gel re û ji bo gel jî bi dewletê re entegrê bibe, komîsyon dê di nava kar û xebatan de be. Ev komîsyon ji bo qanûnên nû û Destûra Bingehîn a nû, dê di nava amadekariyan de be. Ez bawerim bi vî awayî riya Entegrasyona Demokratîk jî dê vebe. Beyî qanûn ev yek ne pêkan e. Di serî de dewlet divê Kurdan nas bike. Ji bo dewletê ev entegrasyoneke. Heke ev yek pêk were Kurd jî li gor wê dê siyaseta xwe, sazî û dezgeyên xwe ji nû ve saz bikin.
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan entegrasyona demokratîk ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn pêşniyar dike. Ew model ji bo hemû Rojhilata Navîn dikarê çareseriyeke çawa pêş bixe?
Divê edî were fehmkirin ku ji bilî Entegrasyona Demokratîk çareseriyek nemaye. Edî bi her awayekî xitimandinek heye. Rojhilata Navîn hezar û 400 sal e di nav şer de ye. Salek jî di vê erdnîgariyê de bêyî şer derbas nebûye. Her sal şer û qeyran hene. Sedema vê jî pergala bişaftinê ye. Hemû dewlet bi polîtikaya bişaftinê xwe bi rê ve birinê. Anku ev ne mijareke sed saliye ye hêj kevintir û kûrtir e. Ereb dema bûnê desthilat, polîtikayên bişaftinê danê meşandin. Tirk û Faris her wiha wisa tevgeriyanê. Li dijî hemû netew û baweriyên cûda ên di Rojhilata Navîn de, polîtikayên bişaftin û tunehesibandinê danê meşandin. Di Rojhilata Navîn de zêdetirî sedan netew, bawerî û çandên cûda hene. Lê di Rojhilata Navîn de tenê; Tirk, Faris û Ereb desthilat in. Netew û baweriyên din hemû hatinê binpêkirin. Sedema qeyran û şerên li Rojhilata Navîn jî ev e. Ji ber vê yekê projeya birêz Ocalan a Entegrasyona Demokratîk çareserî ye. Entegrasyona Demokratîk, ji bo hemû netew û baweriyên cûda ên li Rojhilata Navîn, ku bê dewlet in, dibe sedem ku bikarin bijîn. Ji bo vê yekê di Rojhilata Navîn de ji bilî vê projeyê tu projeyeke çareseriyê tune ye. Tenê projeya birêz Ocalan heye. Ew proje ji bo hemû nirxên mirovahiyê ye. Divê hemû netew û baweriyên cûda bi çar destan li dora vê fikrê kom bibin.
*Ji bo entegrasyona demokratîk li Tirkiyeyê têkeve meriyetê çi astengiyên siyasî, civakî û hiqûqî hene? Divê partiyên siyasî û saziyên civakî di vir de berpirsyariyeke çawa bigrin?
Hemû sazî dezgeyên dewletê li gor heşmendiya dewletê hatinê sazkirin. Anku hişmendiyên wan, qanûnên wan û hemû tevgerên wan li gor netewe dewletê ne. Ji ber wê jî niha tu sazî û dezgehên dewletê ji bo Entegrasyona Demokratîk ne amade ne. Ji ber vê yekê a niha ji bilî Kurdan, Tevgera Azadiyê tu kes li ser vê mijarê nasekine. Gelek jî dûrî vê mijarê ne. Lê ev qeyrana heyî, aloziya ku civak di nav de ye dê behtir kûr nebe. Pêvîst e her kes li ser bi lez ser vê nexşereyê bisekine. Ji bo ew hişmendî derkevê holê divê sazî û partiyên siyasî û hemû beşên civakê, bikevin nava tevgerekê. Hemû sazî û dezgeyên civakê jî ji bo ev yek pêk were dikarin bixebitin. Dikarin xwe ji nû vê li ser modele Entegrasyona Demokratîk ava bikin û nûjên bikin. Ev yek ji bo dewletê jî derbasdar e. Heke civak li ser vê esasê hişmendiya xwe biguherînê û xwe ji nû ve saz bike dewlet jî dê li gor civakê xwe biguherîne.
*Entegrasyona demokratîk li ser çareseriya pirsgirêkên newekheviya zayendî ango jinan, ekolojî, rêveberiyên herêmî û demokrasiyê dikare bandoreke çawa bike?
Fikrên birêz Ocalan ji bo jinan, ekolojiyê û hemû mirovahiyê fikren nû ne. Tiştên ku dibêje ji bo pêşveçûna civakê nexşerê û nêrîneke nû ye. Ji bo hemû civakê riyeke nû vêdike. Birêz Abdullah Ocalan zêdetir li ser ekoloji û rewşa jinan disekinê. Ji ber ku xweza tune be, mirovahî jî dê tune bibe. Modernîteya Kapîtalîst xwezayê jî xistiyê. Li gor pîsporan ji ber talana li xwezayê tê kirin çend salên dinyayê mane ku êdî jiyan biqede. Edî dawiya dinyayê tê. Çavkaniyên jiyanî tên tunekirin. Ji bo wê jî fikra ekolojiyê ji bo domandina jiyana gerdûnê pêdiviyeke mezin e. Ya din jî birêz Ocalan li ser azadiya jinê disekinê. Ji ber ku di civakê de rola jinê rola avakirinê ye. Rola hebûnê ye. Pergala zilam a kapîtalîst hem behna civakê qût kiriyê û hem jî ya gerdûnê. Hem ji aliyê xwezayî vê fetisandiyê hem jî ji aliyê civakî vê. Ji ber wê jî birêz Ocalan li ser 2 xalan disekinê. Yek ekolojî ye, ya din jî azadiya jinan e.