DFGê, rojnameger Seyît Evran di duyemîn salvegera wî de bi bîr anî û got: “Ew di tevahiya jiyana xwe de ji bo gelê Kurd têkoşiya.”
Rojnameger Seyît Evran di 22yê Îlona 2023yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi boneya 2yemîn salvegera wefata Seyîd Evran, li ser hesabê xwe ya Xê daxuyanî da û Evran bi bîr anî. DFGê, di parvekirina xwe de got: “Bîranîn û mîrateya wî li pey xwe hiştî dê di têkoşîna gelê Kurd a mezin de bijî.”
DFGê wiha got: “Seyît Evran, di tevahiya jiyana xwe de ji bo gelê Kurd têkoşiya. Wî, tiştên li seranserê Kurdistanê diqewimin bi pênûs û wênekêşa xwe tomar kir. Seyît Evran ê tevî hemû zehmetiyan qadên şer terk nekir, ev rêwîtiya pîroz ku wî di salên 1990’an de bi Gurbetellî Ersozê dest pê kir, li Bakur, li Başûr, li Rojhilat û herî dawiyê jî li Rojava domand. Wî, tiştên ku gelê Kurdistanê jiyan, rastiya berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê di xeta Çapemeniya Azad de ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Seyît Evran, di vê têkoşîna pîroz de bi enerjî, kelecan û baweriyê dimeşiya, tev li karwanê ‘Şehîdên Çapemeniya Azad’ bû. Bîranîn û mîrateya ku wî derwêşê Çapemeniya Azad li pey xwe hiştî dê di têkoşîna gelê Kurd a mezin de bijî.”