Saziyên hiqûqê û rêxistinên civaka sivîl li dijî zextên li ser girtiyên jin ên ji Girtîgeha Sîncanê daxuynaî dan û diyar kirin ku cezayên dîsîplînê ne hiqûqî ne û xwestin girtiyan serbest berdin.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Federasyona Komeleyên Hiqûqî yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) Şaxa Enqereyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Sendîkaya Karkerên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) tekildarî biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên ku li girtîgeha Jinan a Sincanê û zextên li ser girtiyan tên meşandin li ber Girtîgeha Sîncanê dauyanî dan. Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Faik Özgür Erol, parlamenterên DEM Partî, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Bila bê hiqûqiyên Lîjneya Îdare û Çavdêriyê bi dawî bibin û girtiyên siyasî ben berdan” dinivisî hilgirtin.
Endama OHDê parêzer Sidal Bayrak daxuyanî da û diyar kir ku 12 jinên girtî yên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sincanê bi awayekî keyfî tê astengkirin û got: “Rejîma înfazê pîvanan her roj binpê dike. Biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê di esasê xwe de weke mekanîzmayeke cezakirin û îşkenceyê ya li dijî girtiyên siyasî ye. Ji çileya 2021an û vir ve, li Zindana Jinan a Sincanê, tu jina girtî ya ku roja wê ya berdana bi şert hatibe nehatiye berdan. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê mafê girtiyan asteng kiriye û hîna jî asteng dikin. Heta niha, mafê berdana bi şert a 24 jinên girtî bi eşkereyî hatiye desteserkirin.”
Daxwazên xwe anîn ziman
Sidal Bayrak xwest astengiyên li pêşya mafê berdana bi şert bên rakirin û wiha daxwaz rêz kir:
“* Divê pratîkên astengkirina berdana bi şert tavilê werin bidawîkirin û biryarên lîjneyê yên keyfî û neqanûnî yên derbarê hemî girtiyên siyasî de werin betalkirin.
* Divê mafê berdana bi şert li gorî prensîbên hiqûqî yên gerdûnî bi wekhevî were sepandin û divê ferzkirina poşmaniyê û nirxandinên îdeolojîk were bidawîkirin.
* Divê avahî û karê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê bi awayekî demokratîk, zelal û kontrolkirî ji nû ve were saz kirin; pêvajoyên biryardanê divê ji keyfiyetê dûr bin û endamên lijneyê divê li ser bingeha serxwebûn û bêalîbûnê werin tayîn kirin.
* Divê pratîkên cudakar û zayendperest ên li dijî jinên girtî di girtîgehan de werin rawestandin. Divê mekanîzmayên taybet yên zextê yên ku jinên siyasî pê re rû bi rû dimînin bidawîbibin.
* Li gorî daxwaza civakê ya ji bo aştî, edalet û çareseriyek demokratîk, divê hişyariya raya giştî li dijî polîtîkayên zextê yên ku di girtîgehan de têne sepandin were bilind kirin, û divê bi van polîtikayan re rû bi rû be mayin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.