Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, xwest ku Konseya Ewropa li gorî rol û rista xwe tev bigere û got: “Ji bo mafê hêviyê em ê xebat û têkoşîna xwe ji her demê xurttir bikin.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17ê Îlonê de derbarê Mafê Hêviyê de bang li Tirkiyeyê kir ku “gavên pêwîst û bi lezgînî” bavêje û heta dawiya Hezîrana 2026an derheqê mijarê de agahî bide. Komîteya Wezîran di 15-17ê îlonê de Civîna Mafên Mirovan li dar xist. Komîteyê xwest guhertinên qanûnî di çarçoveya planeke çalakiyê ya nû de werin kirin. Xwest mekanîzmayeke nirxandinê bi lez biryarên di doza Koma Gurban de misoger bike. Komîteyê diyar kir ku Tirkiye nikare xwe bi vê yekê sînordar bike û Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwîşk û Biratî û Demokrasiyê ya ku di Parlamentoyê de hatiye damezrandin dikare ji bo bicîhanîna rêziknameyên qanûnî yên pêwîst were bikaranîn.
Komîteyê ji rayedaran xwest ku bêyî derengmayîneke din tedbîrên pêwîst bigirin.
Endamê Konseya Rêveber ê KCKê Zubeyîr Aydar ewil bal kişand ser armanca sazkirina Konseya Ewropayê û wiha got: “Konseya Ewropayê piştî şerê cîhanê yê duyemîn, li dijî Nazîzmê û êrîşên faşîzmê ji bo demokrasiyê û mafên mirovan biparêze hatiye avakirin. Li ser nirxên mafên mirovan hat avakirin. Peymana Mafên Mirovan a Ewropa jî heye. Proseduran li gorî peymanê dimeşînin. Piştî ava bû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ava kirin. Ji ber mafên mirovan diparêze, hemû dosyayên der barê mafên mirovan de diçin wir. Hemû welatên endam dikarin serî DMMEyê bidin. Hem navenda konseyê li Strasbûrgê ye, hem DMME û hem jî Komîteya Wezîran li Strasbûrgê ye. Rêxistineke Ewropî ye. Tirkiye jî endam e. Li ser mafên minovan biryaran digirin.”
‘Divê girtî bê hêvî neyên hiştin’
Zubeyîr Aydar da zanîn ku yek ji mafên mirovan mafê hêviyê ye û wiha axivî: “Hin welat ji bo girtiyan cezayê heta heta didin. Cezayê muebeta giran didin. Lê DMME vî cezayî rast nabîne. Nabe ku kesek heta dawî bêhêvî di zindanê de bimîne. DMME destnîşan dike ku piştî 24 salan divê dosya girtî ji nûve bê dîtin û mafê hêviyê bê parastin. Dixwaze girtî bê hêvî neyê hiştin. Tirkiye jî piştî 2002yan cezayê darvekirinê rakir, lê li şûna îdamê cezayê muebeta giran (heta heta) dan girtiyan. Li gorî cezayê muebeta giran, girtî nikare derkeve. Lê di sala 2014an de DMMEyê der barê vê rewşê de biryara Ocalan da. Li gorî vê biryarê divê li Tirkiyeyê jî mafê hêviyê têxin meriyetê. Di 2024an de dîsa Konseya Ewropa salek dem da Tirkiyeyê.”
‘Em biryarê kêm dibînin û rexne dikin’
Zubeyîr Aydar, bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û wiha got: “Biryar kete rojevê û li ser wê niqaş hatin kirin ev muhîm e. Lê biryar ne li gorî daxwaza me ye. Komîteya Wezîran dikarîbû biryara îhlalkirinê dabûya Tirkiyeyê. Dikarîbû destnîşan kiribûya ku salek dem dane Tirkiyeyê, lê Tirkiye gav neavêtiye û bi cesaret biryara binpêkirinê dabûya Tirkiyeyê. Dikaribû ji Tirkiyeyê re gotiba ‘Em pêvajoya binpêkirina biryarê didin destpêkirin’ û der barê Tirkiyeyê de lêpirsîn dabûna destpêkirin. Dikaribûn bigotina ‘Em endamtiya te didin rawestandin’ û Tirkiye hişyar kiribûya. Lê xuya dike ku nexwestin zêde Tirkiye tengav bikin. Tirkiye ji Komîteyê re gotiye ‘Me mêvajoyek daye desetpêkirin em hewl didin çareser bikin û em dem dixwazin.’ Komîteyê ji ev yek qebûl kiriye û heta meha Hezîranê 9 meh dem daye Tirkiyeyê. Li gorî me ne rast e. Lê biryarek wisa dane. Li ser çareseriyê axaftin baş e. Lê pirsgirêk wekî Tirkiyeyê pênase kirine. Dibêjin pêvajoya ‘Tirkiyeyê ji terorê xelas bikin’. Lê mesele dualî ye. Aliyê Kurd jî heye. Divê vîna Kurdan jî liber çavan bigirin. Pêvajo, pêvajoya çareseriyê ye. Navê wê jî Serok Apo lê kiriye. Dema vê bangê dike jî dibêje “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi vê bangê dixwaze hem aştiyê pêk bîne û hem jî civakeke demokratîk ava bike. Em biryara Komîteya Wezîran kêm dibînin, rexne dikin û ji bo biryara tê xwestin bê dayîn jî em ê xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Zubeyîr Aydar, li ser bandora Komîteya Wezîran a li ser Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Biryareke xurt nebe jî, dê ev biryar hinekî zextan li ser Tirkiyeyê çêke. Lê dem zêde dane Tirkiye û Tirkiye ji ber vê yekê rehet tev digere. Gelek saziyên navneteweyî yên wekî Konseya Ewropa, wekî berê bi tesîr nîne. Tirkiye ji vê lawaziya wan jî hêzê digire. Lê ku konsey lawaz be jî dê ev biryar bandorê li Tirkiyeyê bike. Ev dê bibe sedem ku di nava wan de niqaşekê jî pêş bixe. Tirkiye li ser mafê hêviyê ji bo girtiyên din ji xwe re nake meseleya esasî. Ji ber mafê hêviyê ji Reber Apo re tê xwestin Tirkiye vê yekê ji bo xwe dike dike pirsgirêk û pêvajoyê dirêj dike. Ji ber daxwaz dibe Serok Apo Tirkiye xwe giran dike û destûr nade ku ji bo girtiyên din jî mafê hêviyê têkeve meriyetê. Hemû girtiyên din bi Agirên Serok Apo dişewitînin. Mesele ku ne Serok Apo bûya Tirkiye dê biryara Serok Apo hêsan bikar anîbûya. Komîteya Wezîran niha komîsyona li meclisê hatiye avakirin esas digire. Biryar dê li tirkiyeyê bike, lê dem jî heye.”
‘KE dixwaze Tirkiyeyê bi xwe ve girê bide’
Zubeyir Aydar li ser helwesta Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha got: “Tirsiye salek e tu gav neavêtin. Niha dîsa taloqî meha hezîranê kirine û zexteke zêde li ser Tirkiye nekir. Konseya Ewropa der barê Tirkiyeyê de pêvajoya ku Tirkiye binpê dike neda destpêkirin. Ji bo tu Tirkiye gavan navêje, rehetiyê ava dike. Naxwazin zêde Tirkiyeyê aciz bikin. Rûsya ji endamtiya xwe derxist. Ji bo vê yekê naxwaze zêde zorê li Tirkiyeyê bike. Tirkiye nikare wekî Rûsyayê helwestekê nîşan bide. Tirkiye endamê konseyê ye. Divê biryara konseyê pêk bîne. Biryara konseyê bi qasî ku ne bi kêfa me ye, ne bi kêfa Tirkiyeyê ye jî. Konseya Ewropa dixwaze Tirkiyeyê bi xwe ve girêbide û ji xwe dûr nexe. Tirkiye jî dixwaze demê qezenç bike û taloq bike. Li gorî me biryar kêm û lewaz e. Em qebûl nakin.”
‘Dê têkoşîn mezintir bibe’
Zubeyir Aydar li ser çalakiyên KCDK-Eyê jî rawestiya û wiha got: “Saziyên Kurdan û siyasetmedarên Kurd li pêş konseyê kom bûn. Girseyeke mezin kom bûn. Li gel dostên xwe helwesta xwe nîşan dan. Ne tenê 3 rojên civînê ye. Salek e dîplomasiya kurdan li welatên cuda re, bi endamên Komîteya Wezîran û Konseya Ewrpa re di nava têkiliyan de ne. Gelek daxuyanî dan, serlêdan kirin û bi gelek rayedaran de hevdîtin kirin. Ji ber vê yekê hewldanên kurdan tesîr li ser vê biryara Komîteya Wezîran kir. Her çendî em di Komîteya Wezîran de nebin jî tesîra me saziyên Kurdan li ser biryarê gelek e. Gavên pozîtîf ku têne avêtin li ser xebat û daxwazên Kurdan pêş ketin. Eger em deng nekin, yên li hemberî jî dê derbas bibin û biçin. Hevdîtin, çalakî û diyalog li ser biryarê bi bandor in. Dê di demên pêş de xebat û têkoşîna ji bo vê yekê zêde bibin. Çalakiya 3 rojan jî çalakiyek serkeftî û encamgir bû. Hişt ku daxwazên kurdan dîsa têkeve rojeva cîhanê.”
‘Di asta cîhanê de dê çalakî bêne lidarxistin’
Zubeyir Aydar li ser mijara Mafê Hêviyê jî rawestiya û got: “Em di çarçoveya azadiya fizîkî ya Serok Apo de nêzî Mafê Hêviyê dibin. Em wekî şexs li Serok Apo nanerin. Em wekî vîna gelekî nêzîk dibin. Azdiya miletekê ye. Biryar ji bo Serok Apo têne girtin. Di şexsê Serok Apo de hemû girtiyan ceza dikin. Eger Serok Apo nebûya şertên girtîgehan ew qas giran nedikirin. Dixwazin qanûnê şexsî derxin. Çalakiyen li pêş me yên ji bo mafê hêviyê dê bêtir xurt bin. Bahçelî bi xwe li Meclisê got ‘Bila were li Meclisê biaxive û heta dawî ji mafê hêviyê sûdê bigire.’ Em ê di rojên pêş de kampanya Azadiya Fîzikî xurttir bikin. Kampanya azadiyê di heman demê de kampanya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e jî. Serok Apo serokê heyeta muzekereyê ye. Niha hevdîtin pêre têne kirin. Divê di vê rewşê de nemîne. Dewletê ji bo şertan soz daye. Divê heyet dikaribûna biçûna ew dîtin kiribûna. Diviya bû her kesî pêre hevdîtin kiribûya. Lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. 2 sal berê di 10ê Cotmeha 2023an de ji bo Rêber Apo kampanya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re çareseriya siyasî” di asta cîhanê de hatibû destpêkirin. Ev kampanya azadiyê di pêşengiya dostên kurdan de hat destpêkirin. Ev kampanya didome. 3 hefte şûnde ev kampanya 2 salan li pey xwe dihêle. Dîsa dê di asta cîhanê de li her derê çalakiyên cuda bêne lidarxistin. Li aliyê din 13 sal in li pêş Konseya Ewropa her hefte çalakî têne lidarxistin.
Di dawiya mehê de de Meclisa konseya Ewropa kom bibe. Ev parçeyekî konseyê ye. Dê kurt bi girseyî li wir bin. Parlamenter, nûnerên sazî û rêxistinên kurdan dê li wir bin. Dê bixwazin biryar ji meclisê derkeve. Dê zextan li ser Komîteya Wezîran berdewam bikin. Ji bo mafê hêviyê Kurd dê bi çalakiyên zêde têkoşîna xwe berdewam bikin. Dê çalakî bêne zêdekirin û xurtkirin.”
‘Divê konsey li gorî rastiya xwe biryarê bide’
Zubeyir Aydar li ser nêzîkatiya Konseyê jî rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca Konseya Ewropa parastina mafên mirovan e. Ji bo vê yekê hatine avakirin. Divê konsey rastiya xwe înkar neke û erka xwe ji bîr neke. Konseya Ewropa xwedî bingehek e, divê li gorî Peymana Mafên Mirovan tevdigere. Divê ji bo biryar pêk bê xebatê bike. Diviya bû ku der barê Tirkiyeyê de biryara îhlalkirinê bigirta û pêvajo dabûya destpêkirin. Divê konsey rastiya xwe înkar neke û li gorî prosudura xwe tevbigere. Em ê hewl bidin ku konsey li pey biryara xwe be û erka xwe pêk bîne. Li ser vî esasî têkoşîn û xebatên me hene. Divê Konsey PMMEyê pêk bîne û li gorî wê tev nagerin. Tişta ku Konseya Ewropayê kiriye lawazî ye. Em vê lawaziyê qebûl nakin. Em ê biryaran bişopînin.”