• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

    Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 12ê MIJDARA 2025AN

    Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kirin

    Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kirin

    Kurtulmuş û kordînatorên partiyên siyasî dest bi civînê kirin

    Civîna komîsyonê careke din hat taloqkirin

    Salîh Mûslîm: Tirkiye peymana 10ê adarê qebûl kiriye

    Salîh Mûslîm: Tirkiye peymana 10ê adarê qebûl kiriye

    Fetî Yildiz: Çûyina Girava Îmraliyê hertim di rojeva me de ye

    Fetî Yildiz: Çûyina Girava Îmraliyê hertim di rojeva me de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

    Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 12ê MIJDARA 2025AN

    Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kirin

    Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kirin

    Kurtulmuş û kordînatorên partiyên siyasî dest bi civînê kirin

    Civîna komîsyonê careke din hat taloqkirin

    Salîh Mûslîm: Tirkiye peymana 10ê adarê qebûl kiriye

    Salîh Mûslîm: Tirkiye peymana 10ê adarê qebûl kiriye

    Fetî Yildiz: Çûyina Girava Îmraliyê hertim di rojeva me de ye

    Fetî Yildiz: Çûyina Girava Îmraliyê hertim di rojeva me de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keça girtiyê nexweş: Dixwazim bavê min bi saxî ji girtîgehê derkeve

Fexredîn Kiliç / AW

27 ÎLON 2025 - 08:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Berdana girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku 31 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, di meha Nîsanê de cara duyemîn 6 mehan hatibû taloqkirin. Keça Îvrendî, Dîlan Îvrendî xwest ku bavê wê bi saxî ji girtîgehê derkeve û demildest bê berdan.

Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê binpêkirinên mafan berdewam dikin. Her wiha girtiyên nexweş jî di nav de gelek girtiyên ku cezayê li wan hatiye birîn û nayên berdan jî hene. Yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî yê 61 salî ye ku niha li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin. Cemîl Îvrendî 31 sal in girtî ye. Nexweşiyên wek dil, hîpertansiyon, kolesterola zêde, astim, anal fîstul û gelek nexweşiyên din li Cemîl Îvrendî peyda bûne.

Ji ber şert û mercên girtîgehê tedawiya wî bi rêk û pêk nayê. Cemîl Îvrendî 12 caran hatiye emeliyatkirin. Înfaza Cemîl Îvrendî zêdetirî 2 sal in tê astengkirin. Wî 4 caran sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) kirin, raporên wî nehatine erêkirin û rêveberiya girtîgehê jî gotiyê ‘Divê di girtîgehê de bimîne.’ Tevî ku dîroka berdana Cemîl Îvrendî derbas bûye jî Lîjneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê di Îlona 2024an de û di meha Nîsanê de berdana wî 6 mehan taloq kir.

Gelek name şandin lê yekê jî bersiv neda

Cemîl Îvrendî duh (26ê Îlonê) bi malbata xwe re bi telefonê axivî û agahiyên têkildarî rewşa xwe vegotin. Cemîl Îvrendî da zanîn ku heta niha ji gelek saziyên dewletê re name şandiye û wiha got: “Min di 25ê Hezîranê de ji Serokkomariyê re nameyek şand û jê xwest ku cezayê min ê neyî were taloqkirin. Di 26ê Hezîranê de ji Lijneya Dozger û Dadgeran re şand. Di 2yê Tîrmehê de ji Wezareta Dadê re nivîsand. Min di 7ê Tebaxê de ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku li Meclîsê hatiye avakirin re şand. Di 8ê Îlonê de ji Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHEK) re name şand. Yek ji wan jî bersiva min nedan. Ji ber vê yekê ez ji we re bêjim; ez 31 sal in di girtîgehê de me. 24 sal in kapaxa dilê min a aortê hatiye guherîn. Ez ji hemû hiqûqnasên Tirkiyeyê û kesên ku ji xwe re dibêjin ‘ez mirov im’ û hemû parazvanên mafên mirovan, kesên baweriya xwe bi xwişk û biratî û wekheviyê tînin re bang dikim; Ji bijîjkan bipirsin mirovekî ku kapaxa dilê wî ya aortê were guherîn nexweş e an na? Ez çima dermanê bi navê ‘Coumadin’ bikartînim. Jiyana min 24 sal in girêdayî vî dermanî ye.”

‘Qanûn ji bo me derbasdar nînin’

Cemîl Îvrendî da zanîn ku di 12 Hezîrana 2002yan de li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ji dil emeliyat bûye û wiha domand: “Ez ji dilê xwe emeliyat bûm. Di Mijdara 2002yan de derbarê taloqkirina cezayî de serî li Serokkomar Ahmet Necdet Sezer da. Daxwaza min jî qebûl kir lê piştî ku AKP bû desthilat ev yek da rawestandin. Careke din jî ev daxwaza min nehate qebûlkirin. Çar caran çûm ATKê. Di 31ê Gulana 2003yan de, di 30ê Gulana 2010an de, 26ê Gulana 2014an, di 28 Mijdara 2018an de çûm ATKê. Her carê jî ji ber qanûna 5275an nehatim berdan. Baweriya min bi heq, hiqûq û edaletê nema. Ez PKKî me, Kurd im ji ber vê yekê ev qanûn ji bo me derbasdar nînin. Lê ez vê bêjim; di nasnameya min de hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê (TC) dinivîse. Ez hemwelatiyê TCyê me. Rayedarên dewletê digotin ya herkes li pêşberî qanûnan wekhev e. Wekhevî ev e? Ez ji we ji hemû kesên ku wijdana wan heye dipirsim.”

‘Berdana min salekê taloq kirin’

Cemîl Îvrendî di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ez dixwazim herkes xala duyemîn û sêyemîn a qanûna înfazê bixwîne û pêk bîne. Dev ji wê jî berdin min digot cezayê li min hatiye birîn ez ê biqedînim û wisa derkevim. Madem nikarim ji hiqûqê sûdê bigirim, wê demê ez ê cezayê xwe xelas bikim û wisa derkevim. Cezayê li min hatiye birîn jî xelas kir. Weke îro di 26ê Îlonê berdana min 6 mehan taloq kirin. Ev têra wan nekir, di 8ê Nîsanê de careke din taloq kirin. Berdana min salekê taloq kirin. 18 roj mane ku ev dem biqede. Dê berdin bernedin nizanim. Lê ez bawer nakim ku dê berdin. Qesrên edaletê yên mezin çêkirine lê edalet nîne.

Bang li parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan kir

Ez di serî de bang li parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasên bi wijdan dikim; bang li Cemîl Çîçek, Bulent Arinç, Sezgîn Tanrikûlû, Abdûlhamît Gul, Mehmet Emîn Ekmen, Meral Daniş Beştaş û Cengîz Çîçek dikim. Bila li dosyaya min binêrin û rewşa min hîn bibin. Ez li ber çavên wan im lê min nabînin. Nabînin ku nexweş im. Nabînin ku her roj diçim nexweşxaneyê. Herin tenê lê binêrin ku tenê li Kirşehîrê çenda caran çûme revîr û nexweşxaneyê. Bila li belgeyan binêrin ka nexweş im an na? Ez par di 15ê Îlonê de çûm nexweşxaneyê. Ji bo ku dermanê bi navê komodin bikartînim her meh teqez diçim nexweşxaneyê û bijîjk li gorî encamên tahlîlên xwînê dozaja dermanî diyar dikin. Her wiha ez çûm cerahê giştî jî, bijîjk ji min re got ‘ez ê te di 10ê Cotmehê de emeliyat bikim’. Îhtîmala ku min berdin heye. Ez naxwaz im bi birîndarî biçim mala xwe. Tişta ji min re got ev e; ‘Ez hin rêze emeliyatên te bikim. Dê du-sê caran çêbibe. Ez mirovekî ku nexweşiyên wî yên dil hene me û 62 salî me. 31 sal in di girtîgehê de me. Gelek hucreyên di laşê min de fonksiyona xwe winda kirine. Ji ber vê yekê ez ê ji emeliyatê sax derkevim an na nizanim.”

‘Heke ez bimirim jî bila li cem zarokên xwe bimirim’

Cemîl Îvrendî bal kişand ser nexweşiyên xwe û got: “Heke ez emeliyat bibim jî bimirim jî bila li cem zarokên xwe bimirim. Mûstafa Karatepe yê li vir dima di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Zarokên wî mirina wî temaşe kirin. Ev çi ye? Heke wisa berdewam bike ez ê wesiyet bikim. Bêjim cenazeyê min ji Wezîrê Dadê, ji Meclisê re bişînin. Dixwazim mûameleyeke weke mirovan bibinim.”

‘Dixwazin ez bimirim’

Cemîl Îvrendî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev der li dijî pêvajoyê ye. Bi awayekî aşkere dibêjin. Sergardiyan ji vir sirgunkirin, karmendekî din jî ji vir derxistin. Ka we qanûnên 12ê Îlonê rexne dikirin. Qurbana wan qanûnan bin. Dema cezayê ku DGMê li te dibirî te xelas dikir tu derdiketî. AKP bi her tiştî lîst. Ji xwe re demokrat û misilman e. Ez êdî serî hildidim. Rica dikim hemû kesên wijdana wan hene bila tiştekî bêjin ku ev zilm xelas bibe. 8 kesên din ên wekî min hene. Em heşt kes dîl tên girtin. Dixwazin ez bimirim.”

‘Em dixwazin were berdan û li derve bê dermankirin’

Keça Cemîl Îvrendî, Dîlan Îvrendî Orûçê jî got ku êdî gotin nemaye ku bibêjin û xwest bavê wê êdî were berdan. Dîlan Îvrendî Orûçê diyar kir ku divê hemû girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan xelas bûne bên berdan û wiha got: “Tenê bavê min ne di vê rewşê de ye, bi sedan girtî hene û dixwazim hemû bên berdan. Ez dixwazim bavê min bi saxî ji girtîgehê derkeve. Çavên me 31 sal in li rêya wî ye. Em li benda wî ne. Tevî ku cezayê xwe xelas kiriye jî berdana wî dirêj dikin. Em dixwazin were berdan û li derve bê dermankirin.”

Etîket: ATKCemîl Îvrendîgirtîgehgirtiyên nexweş
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Girtîgeha Kirşehîrê bi mehan e ava vexwarinê tune ye

Li Girtîgeha Kirşehîrê bi mehan e ava vexwarinê tune ye

8 MIJDAR 2025
‘Cezayên girtiyan bi awayekî kêfî dirêj dikin’

‘Cezayên girtiyan bi awayekî kêfî dirêj dikin’

3 MIJDAR 2025
Li Amedê yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin

Li Amedê yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin

24 COTMEH 2025
Girtiyê nexweş Îvrendî dubare ceza dikin

Girtiyê nexweş Îvrendî dubare ceza dikin

19 COTMEH 2025
Ji girtîgehê angaşta xwekuştinê

Ji girtîgehê angaşta xwekuştinê

7 COTMEH 2025
Berdana wî 6 caran taloq kirin: Bi kêfî nêzî girtiyan dibin

Berdana wî 6 caran taloq kirin: Bi kêfî nêzî girtiyan dibin

7 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (173)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne